Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin

img

STENBOL -  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ji Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê 3 sal in bi tu awayî agahiyê nagirin û bang kirin ku rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin. 

 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin re, ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî agahînegirtina 3 salan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Buroyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 3 sal in bi tu awayî agahiyê nagirin û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanên edlî û îdarî destûr nayê dayîn ku hevdîtinek were kirin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku rewşa agahînegirtina mutleq bi pêkanînên derveyî hiqûqê re didome û Girava Îmraliyê li pişt “perdeya nepenîtiyê” tê hiştin. 
 
MEQAMÊN BIRYARÊ SÛC DIKIN 
 
Temamê daxuyaniya ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve hate kirin wiha ye: “Rewşa agahînegirtina mutleq a heyî, ji bilî pêkanîn keyfî bi ‘biryarên darazê’ yên di mewzûata Tirkiyeyê de tu palpişta wan nîne tê domandin. Cezayên dîsîplînê ku weke sedemên qedexekirina serdanên malbatan û biryarên ku pêşî li ziyareta parêzeran digirin tên nîşandan, binpêkirina qanûnan e û ji bo meqamên biryardayînê sûc e. Her wiha mafê nivîsîn û ragihandina bi telefonê jî nayê nasîn. Lê belê li gorî rêgezên Mandela, ne pêkane ku têkiliya bi cîhana derve re bi temamî were birîn. Di nava her şert û mercî de divê ragihandina herî kêm a girtiyan bi cîhana derve re bê ewlekirin. Krîterên kêmtirîn bi cih nayên anîn û biryarên li ser bingeha van pêkanînan ji parêzeran tên veşartin. 
 
GIRAVA ÎMRALIYÊ LI PIŞT PERDEYA NEPENÎTIYÊ TÊ HIŞTIN 
 
Bi van pêkanîn re Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin. Raya giştî, bi taybetî malbat û parêzerên wan, li ser rewşa heyî ya muwekîlên me yên 3 sal in li girtîgeheke giravê bê navber tên ragirtin, nahêlin agahiyeke herî biçûk bigirin. Li ser mafên bingehîn ên muwekîlên me yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatine ewlekirin, bi taybetî li ser mafê tenduristiyê ti agahî li ber destê me nîne. 
 
ÎŞKENCEYA GIRAN 
 
Rewşa agahînegirtina mutleq ku di dîrokê de mînaka wê nîne, modela îşkenceyeke giran e. Ji ber serlêdana me ya li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tavilê dawî li agahînegirtina mutleq were anîn, ku ev yek weke rehenda vê rejîma îşkenceyê tê bikaranîn û tu wekheviya wê li gorî rêziknameya qanûnî nîne, komîteyê biryara bergiriyê dabû. Komîteyê di îlona 2022’yan de bang li hikumeta Tirkiyeyê kiribû ku ‘rewşa agahînegirtina mutleq ya serlêderan bê bidawîkirin û bêyî ku astengiyek hebe serlêder bikarin parêzerekî ku ew hilbijêr in xwe bigihîninê.’ Ji bo ku ev biryara tedbîrê nehate bicihanîn Komîteyê di meha çileyê ya sala 2023’yan de biryara tedbîrê ji ku hikumet bi cih bîne dîsa jê re ragihandibû. Lê hikumetê dîsa hiqûqa navîn û ya navnetewî pêk neanî, biryara tedbîrê bi cih neanî  û di polîtîkayên xwe yên agahînegirtina mutleq de israr kiriye. 
 
SERDANA CPT’YÊ 
 
Di meha Îlonê ya 2022’yan ku rewşa agahînegirtina mûtleq bikûrkirinê hatiye berdewam kirin de CPT’yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Lê têkildarî vê serdanê rapora xwe hêj jî aşkere nekiriye û têkildarî şertên ragirtin û tenduristiyê de jî ji raya giştî re daxuyaniyek nedaye. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serlêdana krîtîk ya pêkanînên tecrîdê yên Girtîgeha Îmraliyê digire nava xwe, tevî ku 13 sal in li pêşiyê ye jî xwe ji biryardayînê dûr dixe. Bêguman li gel hikumetê, helwesta organên Konseyê nîşan dide ku pêkanînên li Îmraliyê ne bi biryarên hiqûqî, bi biryarên polîtîk ên asta navnetewî de hatine wergirtin. 
 
DIVÊ REJÎMA TECRÎDÊ WERE BIDAWÎKIRIN 
 
Her wiha pir zelal e ku rejîma tecrîda mutleq, pêşniyara civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku birêz Ocalan pêşxistî ye hedef digire. Tevî rejîma tecrîda giran, projeyên xurt ên çareseriyê ku daniye pêşiya xwe, têkoşîna ku di berjewendiya gelan de nîşan da, hêza ramanî û bîrdozî ya ku hilberand; Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên dijberiyê û şer bûye modela jiyana herî alternatîf. Ji ber vê yekê bidawîkirina pergala tecrîdê ya li birêz Ocalan tê ferzkirin, dê di rêya avakirina jinûve ya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dê bibe gaveke mezin. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku bandora polîtîkayên agahînegirtina mûtleq ên li ser birêz Ocalan tên sepandin, li her qada jiyanê xwe dide nîşandan. 
 
BANGA LI MÛXATABÊN TÊKILDAR
 
Her ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên sepandin kûr dibin, di serî de pirsgirêka kurd, krîzên piralî yên gelên Tirkiyeyê ketine nav mezintir dibe. Yekane rêya derketina ji vê rewşa pirrengî ya krîzê û avakirina civakeke demokratîk, aştiyane, pêkanîna têkiliya Birêz Ocalan bi cîhana derve re ye. Ji bo ku pirsgirêkên dîrokî û jiyanî yên li erdnîgariya me hatine jiyîn derbas bikin, bidawîkirina tecrîdê girîng e. Girseyên ku di ferqa vê rastiyê de li her qadê berteka xwe mezin dikin. Helwesta ji nedîtinê ve hatinê ya kesên siyasetmedar, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û rewşenbîrên ku weke pêşengên civakê tên penasekirin nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê em bang li mûxatabên pêwendîdar dikin ku rastiyê bînin ziman û bi berpirsyariyên xwe yên bingehîn rabin.
 
DIVÊ REWŞA AGAHÎNE GIRTINÊ WERE BIDAWÎKIRIN
 
Di vî warî de em careke din dixwazin diyar bikin ku; Li gorî berpirsyariya ku ji aliyê prensîbên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ve tê xwestin, divê hemû mafên muwekîlên me, bi taybetî jî mafê hevdîtina bi parêzeran re bêyî bên sînorkirin demildest bên pêkanîn. Rewşa agahînegirtinê ya 3 salan ku ji bo me parêzeran û piraniya civakê bûye sedema fikaran divê demildest were bidawîkirin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e