Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê

  • ciwan
  • 09:01 26 Adar 2024
  • |
ŞIRNEX - Ciwanên Qilebanê diyar kirin ku ew ê vê carê destûr nedin ku vîna wan bê desteserkirin û gotin: "Em vê carê destûr nadin AKP'ê, em ê vê zincîrê bişkînin û bi ser bikevin."  
 
Di 31'ê Adarê de li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi mîlyonan kes wê biçin ser sindoqan û rêveberiyên şaredariyan ên nû diyar bikin. Bi salan e desthilatdariya AKP û MHP'ê bi rêbazên cuda vîna gelê kurd desteser dike. Desthilatdariya AKP'ê ku vê carê jî armanc dike bi hîleya û veguhastina hilbijêrên ji derve hin şaredariyên li bajarên Kurdistanê bi dest bixe, di nav hewledayînan de ye. Yek ji van navçeyên ku niha ev rêbaz dubare tê ceribandin jî navçeya Qileban a Şirnexê ye. Di hilbijartinên xwecihî yê 31'ê Adara 2019'an de bi hezaran leşker, cerdevan û polîsên ji derve anîn şaredariya navçeyê xespkirin. Di vê hilbijartinê de jî heta niha 2 hezar hilbijêr ji derve anîne û dubare dixwazin bi çarenûsa bajêr bilîzin. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî van rêbazên AKP'ê her roj gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan digere û wate û giringiya hilbijartinên herêmên xwecihî ji gel re vedibêje û ji wan daxwaz dike ku xwedî li îradeya xwe derkevin. 
 
Ciwanên Qilebanê der barê hilbijartinê de bang li her hemû ciwanan kirin ku xwedî li îradeya xwe derevin. 
 
'EM Ê NEHÊLIN KU AKP VÎNA ME VÊ CARÊ DESTESER BIKE'
 
Ji ciwanan Ramazan Paksoy diyar kir ku ciwan vê carê ji guhertinê re amade ne û wiha axivî: "Daxwaza min ji ciwanên Qilêbanê ew e ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ev 10-15 sal in ku desthilata AKP'ê dengê me didize û pereyê şaredariyê hemûyê dixwe. Bi pereyê şaredariyê ji xwe re bîneyan kirin û erebe kirîn. Lê belê em vê carê ji gelê xwe û ji ciwanan bi bawer in em ê destûr nedin AKP'ê. Çi qas ji destê me bê em ê nehêlin ku vîna gel bê desteserkirin. Em nahêlin ku îradeya me bişkînin û serkeftin her demê wê ya me be. AKP'ê di vê hilbijartinê de jî 2 hezar deng ji derve anîne û li Qilebanê bi cih kirine. Lê tevî vê jî ew ê bi ser nekevin. Em ê nehêlin ku AKP şaredariya me desteser bike. Divê di 31'ê Adarê de hemû jin, ciwan û gelê me xwedî li sindoqên xwe derkeve û nehêlin rayê wan bên dizîn. Serkeftin ya me ciwane ye." 
 
'EM JI PARASTINA ÎRADEYA XWE RE AMADE NE'
 
Ji ciwanan Kûrtay Paksoy jî îşeret bi şaredariya AKP'î kir û got ku bi salan e yek xizmetek ji navçeyê re nekiriye û got: "Ev çend sal in desthilata AKP'ê îradeya me xesp dike. Lêbelê em vê carê nahêlin ku îradeya me xesp bike. Em êdî ji vê pergalê nerazîne û jê aciz in. Em dixwazin ku vê carê xwedî li sindoqên xwe derkevin û serkeftin ya me ye. Em bawer dikin ku vê carê tenê bi ciwanan mabe em ê nehêlin ku îradeya me bê desteserkirin. Em ciwan ji xwe bi bawerin û vê carê dê îradeya ciwanan bi serbikeve. Em nahêlin ku vê carê jî şaredariya me xesp bikin û navçeya me ya Qilebanê qirêj bikin. Em ciwan nahêlin ku di vê hilbijartinê de yek rayeke me jî bê dizin, em ji parastina îradeya xwe re amade ne." 
 
'EM Ê VÊ CARÊ DESTÛR NEDIN KU VÎNA ME DESTESER BIKIN'
 
Ahmet Kara jî da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê her carê vîna wan desteser dike û got ew ê vê carê destûrê nedin vê rêbaza li derveyî hiqûqê û ev tişt anîn ziman: "Di sala 2019'an de heta niha bi hêza leşkerî û çekan tê xespkirin. Ev kes îradeya gel tiştekî hesab nakin. Rayî namûsa mirovî ye. Lê ev desthilatdariye ji ber berjewendiyên xwe yên kesane dixwazin ku îradeya gel xesp bikin. Lê em ciwan vê carê destûr nadin van pêkanînan. Em ê bibin yek û xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em ê îradeya xwe radestî ne xwerxwazan nekin. Banga min ji ciwanan re ew e ku di roja hilbijartinê de raya xwe ji guhertinê re biavêjin. Bila em nehêlin ku ev desthilatdariya çarenûsa bajarê me ve bilîze."
 
'DIVÊ KU EM VÊ ZINCÎRÊ BIŞKINÎN'
 
Bedran Paksoy jî bi lêv kir ku di van 5 salan de pirsgirêkeke navçeyê nehatiye çareserkirin û ev bang li ciwanan kir: "Divê di 31'ê adarê de em ciwan li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê em vê zincîrê bişkînin û qezenc bikin. Êdî bes e. Ji sala 2019'an heta niha em gelek zehmetiyê dikêşin ji ber wê em dibêjin êdî dem dema serkeftinê ye. Di van 5 salan de şaredariya AKP'ê ji xeynî zirarê tişteke din ji me re nekiriye. Em ê vê carê raya xwe bidin DEM Partiyê û yê ku bi serbikeve jî em in. Em ciwan dê vê carê biguherînin. Hêza me ciwanan a guhertinê heye. Ji bo guhertinê divê ku em hemû raya xwe bidin DEM Partiyê û em bi bawerin serkeftin ya me ye."  
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

25/04/2024
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt