* Namzetê Hevşaredariyê yê Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol bang li hemû şêniyên bajêr kir û got: "Em dengên xwe bi kar bînin û em vê rewşê biguherînin."
* Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulîstan Sonûk bang gelê Êlihê kir û got: “Divê her hevalek me biçe ser sindoqan û raya xwe bavêje. Divê xwedî li sindoqan bê derketin. Em nehêlin rayên me bidizin."
* Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo 550 sindoqên ku dê li Şaredariya Akdenîzê bên danîn, hezar û 500 kes wezîfedar kir.
* Pîlotê şer yê teqawîtbûyî Bahadir Altan diyar kir ku pêşxistina pergala parastinê ya li dijî SÎHA'yan dikare serweriya hewayî berovajî bike û got ku ewlehiya sînor bi aştiyê pêkan e, ne bi çekan.
* Li Rihayê ku di hilbijartinên berê li hin deverên wê rayên blok û eşkere dihatin bikaranîn, vê carê DEM Partiyê gelek tevdîr girtine. DEM Partî dê sidoqên li bajêr bi 9 hezar û 422 muşahidan biparêze.
* Qeyûmê Şaredariyê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Tuncay Akkoyun guh neda hişyariyên Dîwana Çavdêriya Darayî û îhaleya kanalîzasyonê ya MARSU’yê bi hinceta “karesatê” bi şêwaza “bazarkirinê” çêkir.
* DEM Partî dê di çarçoveya hilbijartinên herêmî de xebatên xwe yên dawî bidomîne (11.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)
* Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya her hefte bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” pêk tînin, bidomînin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 992’yemîn ku her hefte bi daxwaza aqûbeta kesên di bin bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin pêktînin, li Qada Galatasarayê bidomînin. (12.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Qada Mitîngê ya Misircê mitîngê li dar bixe. (13.00)
* Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş de daxuyanî bên dayîn. (13.00-13.30)
* Bernameya dawî ya Koma Kampanyaya Piştevaniyê ya Jinan a bi Gultanê re ber bi Enqereyê ve dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li ser Cadeya Sakaryayê were lidarxistin. (14.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (16.00)