Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin

  • rojane
  • 14:00 13 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL/AMED - Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn û gotin ku dê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin. 

 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 994’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, gelek parastvanên mafan jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli (33) pirsîn ku bavê sê zarokan bû û di 14’ê nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê Farqîn a Aemdê hate binçvakirin û êdî tu agahî jê nehatin girtin. 
 
Parastvana mafan Sevîl Turgut daxuyaniya vê hefteyê xwend. Turgut, got ku daraza Tirkiyeyê serbixwe nîne û ev yek êşa xizmên windakiriyan girantir dike. 
 
HAT ÎDIAKIRIN KU DAGLI REVIYAYE
 
Turgut, got ku di sala 1995’an de leşkeran li dijî gundê Eşmeyê oprasyon li dar xist û Dagli û keyayê gund jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin û wiha domand: “Keyayê gund M.Ş.K. rojek piştre hate berdan. Yên din ku qeyda wan a binçavkirinê hate kirin, bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Binçavkirina Alî Îhsan Dagli hate redkirin. Hat îdiakirin ku di dema operasyonê de reviyaye. 
 
BINÇAVKIRINA WÎ HATE BELGEKIRIN
 
Bavê Dagli, Mehmet Dagli di 20’ê nîsana 1995’an de serî li DGM’a Amedê da. Piştre jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Dozgeriya Komarê ya Farqînê da. Xwest agahiyekî ji kurê xwe bigire lê encamek jê negirt. Hewldanên malbatê domiyan û di 11’ê cotmeha 1995’an di rûpelê ewil ê Rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Îhsan Dagli ku çavên wî girêdayî bûn, destên wî hatibûn pêçan û cil û bergên wî di nava xwînê de bi îlana ‘Vaye winda!’ hate weşandin. Malbatê teşhîs kir ku wêne yê Dagli ye. Rojnameya Evrenselê di 30’ê cotmeha 1995’an de bi sernavê ‘Me belge kir ku Alî Îhsan Dagli yê girtî di destê leşkeran de ye, hûn nikarin înkar bikin’ nûçeyek weşand.
 
ŞAHIDAN VEGOT
 
Piştre weke ku di biryara DMME’yê de jî hatiye diyarkirin, Dagli bi birîndarî hate binçavkirin û piştî li wesayîta leşkeran hat siwarkirin, çavên wî hatine girêdan. Mudaxileya ewil ji hêla bijîşkê binevser ve hatiye kirin û piştre birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Leşkerê piyade B.G. dema Dagli di bin çavan de bi awayekî veşarî wêneyê wî kişand. Ev wêneye û îfadeyên xwe ji Navenda Şopandina Mafên Mirovan a navenda wê New Yorkê re şand. Li ser van nûçeyan, malbata Dagli careke din serî li dozgeriyê da. Keyayê gund ê hatibû berdan jî ji dozgeriyê re got ku Dagli ji ewil birine gundê Kuruçayirê û nîv saet piştre jî birine  Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. R.O. ku li gel Dagli hatibû binçavkirin jî di îfadeya xwe de got; ‘Min Dagli di bin çavan de dît. Diqîriya û digot; ‘Min nekujin, zarokên min hene.’ 
 
DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA
 
Tevî hemû delîlan jî dosya hate vehêlandin. Îtîrazên malbatê hatin redkirin. Tevî hemû hewldanên malbat, ÎHD û Rêxistina Efûyê jî di hiqûqa navxweyî de tiştek nehate kirin. Li ser vê yekê malbatê bi rêya parêzer Tahir Elçî serî li DMME’yê da. DMME’yê got ku ‘hatiye tespîtkirin ku Alî Îhsan Dagli ji hêla dewletê ve hatiye kuştin.’ Bi vê yekê jî biryar da ku mafê jiyanê û mafê serlêdana bibandor hatiye binpêkirin.”
 
Turgut, got ku çend sal jî derbas bibin dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn meydanê. 
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 792’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate hilgirtin.  
 
Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahir Saçakli di çalakiyê de axivî û got: “Em dixwazin faîlên windakiriyên me bên darizandin. Em dixwazin hizûra welêt hebe û hemû gel bikarin bi awayekî azad bi hev re bijîn.” 
 
AQÛBETA ALÎ ÎHSAN DAGLI HATE PIRSÎN 
 
Di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de jî aqûbeta Alî Îhsan Dagli hate pirsîn. Serpêhatiya Dagli ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Sernavên din

24/04/2024
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin