STENBOL - Aborînas Îzzettîn Onder destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên di çareserkirina pirsgirêka kurd de yekser bandorê li aboriyê dike û vê jî bandora xwe li hilbijartinan kiriye. Onder, got ku di halê hazir de gotina îktîdarê “ewllehiya welat” bandor li gelan nekiriye.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî yên 31’Adarê derbas bûn û careke din rojev bû rewşa aborî. Her ku diçe li gel krîza aborî, zem, bêkarî û enflasyon zêde dibin. Aborînas Îzzettîn Onder destnîşan kir ku li gel polîtîkayên şer xizaniya civakî jî kûr dibe. Onder der barê reşwa aborî û hilbijartinên derbasbûyî de axivî.
DI HILBIJARTINÊ DE MIJARA ABORIYÊ
Onder, destnîşan kir ku krîza aborî di rojekê de derneket holê û da zanîn ku aboriya ser jiyana rojane bandor dike, rasterast ser hilbijartinan jî bandor dike û wiha got: “Polîtîkayên rojane yên aboriyê û mijarên debarê yên di kêliyê de ser hilbijartinan bandor dikin. Bi min AKP wek giştî jî winda kiriye. Ji ber aborî bi rastî jî xirab bû. Hin komên biçûk gelek dewlemend bûn lê belê rewşa teqewit, kedkar û esnafên dahatuya wan teng, gelek xirab bû. Aborî ser hilbijartinê gelek bandor kir.”
DI KRÎZAN DE ROLA POLÎTÎKAYÊN ŞER
Onder, bandora polîtîkayên şer ên ser aboriyê bi bîr xist û wiha got: “Şer bi tena sere xwe ji bo derketina ji krîzê rêbazeke pergala kapîtalîzmê ye. Li gorî vê pergalê divê lêçûn werin zêdekirin. Ji ber şer lêçûna zêde dike ne Dîwana Destûra Darayî ne jî Dadgeha Bilind nikare hesabê bipirse. Herwih dewlet qerdar dibe û şer tê fînansekirin. Ji ber wê gotina ‘mayîndetiyê’ tê rojevê. Mînak xwediyê ÎHA û SÎHA’yan di nava cîhanê de bûn kesên herî dewlemend.”
‘RIZÎBÛNA AKP’Ê DI HILBIJARTINA GULANÊ DE DEST PÊ KIR’
Onder da zanîn ku sedeme yekene ya lewazbûna AKP’ê ne aborî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber polîtîkayên desthilatê yên şaş, gelê me xwedî li rêveberiyên xwe yên xwecihî derket. Gel li hemberî polîtîkayên qeyûman, li dijî îstîmlaqkirinê, ji vekirin û rakirina îmarê ya cihekê re bi bertek bû. Desthilat di hilbijartina berî niha jî bi manîpulasyonên mezin bi ser ket. Bimin îro hilbijartina serokkomariyê were kirin desthilat nikare dengên berê bistîne. Rizîbûna desthilatê di hilbijartinên gulanê de dest pê kiribû lê belê wekî hin nexweşiyan nehatibû asta ketinê.”
‘TENÊ GEL DIKARIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’
Onder diyar kir polîtîkayên şer ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê pêşxistin ser hilbijartinê rasterast bandor dike û bi bîr xist ku gelan guh nedan gotina desthiatê ya ‘mayîndetiyê’. Onder axaftina xwe wiha domand: “Desthilata AKP’ê bi ser PKK’ê gotina ‘Dê Tirkiyeyê parçe bikin’ bikar anî û wekî Tansu Çîllerê dengê xwe zêde kir. Lê bêencam e, polîtîkayekî şaş û xabandina gel e. Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin. Desthilat çiqas bi hêz be jî gotina ‘AKP dikare vê pirsgirêkê çareser bike’ şaş e. Desthilat bi dijmin nîşandana gelan nikare pirsgirêkê çareser bike, dikare bi yekkirina gelan çareser bike. Encamên hilbijartinê yên derketine holê di vê hêlê de encamekî baş e.”
LI ANATOLIYA NAVÎN SEDEMA XURTBÛNA AKP’Ê
Onder got ku AKP bi windakirina piştgiriya gel di Anatoliya Navîn de tengijiye û wiha pê de çû: “Di destpêkê de AKP’ê xitabî Anatoliya Navîn kir. Ji ber li wan deran tirkbûn olparêzî zêde ye. Heya ku olperestî neyê tunekirin û pîşesazî nekeve wan deran, ew der nayên xelaskirin. Dema ku welatiyê li wan deran bi ser makîneyan sekini, dê bi xapandina xwe bihese û dê bi ser rewşa xwe bifikire.”
‘AKP NEBÛ DESTHILAT, KIRIN DESTHILAT'
Onder bilêv kir ku AKP bi bernameya IMF’ê ya 2000’an, anîn desthilatê û derbarê pêvajoyê de wiha got: “AKP ji ber vê rewşê hêj di desthilat e. Binêrin ez nabêjim bû desthilat, anîn desthilatê. Erê gel hilbijart lê bi hin fêl û fanan ev yek çêbû. Tirkiyeyê bêyî pîşesazî hiştin û girêdayî derve kirin. Dibêjim ‘Hûn kar bikin û pere kom bikin, hilberînê nekin, tenê ji me bistînin, ji ber ku em hilberînê dikin, ji me re pere lazim e’. Dixwazin em nimêj bikin, rojî bigirin lê belê nefikirin.”
'HÊZÊN DERVE BI DESTHILATÊ RE ELEQEDAR IN'
Onder diyar kir ku kapîtalîzm bi dîtina mêtingeriyên nû xwe mayînde dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye halê hazir gelekî nêzî kapîtalîzmê bûye. Ji ber ji 100’an zêdetir cihan çavkaniyên binerd pêşkeşî şîrketên biyanî kirine. Gelek cih û kargeh firotin biyaniyan. Tirkiye di bin dagirkirina sermayeya derve ye. Ji ber wê em di nava vê xizaniyê de ne. Hêj 10 meh derbas nebûbû van anîn desthilatê û ev 20 sal in jî bi ser sere vî welatî ne.”
‘DI DEMEKÎ KIN DE GUHERÎN ÇÊNABE’
Di dawiya axaftina xwe de Onder da got ku rewşa di hilbijartinan de derketiye holê ji hêla gelen Tirkiyeyê de girîng e û wiha derbirî: Ev encam di demekî nêz de guherînekî mezin çênake. Di me de feraseta Osmanîyan a evdbûn, li hember desthilatê bêdengbûn hêj serwer e. Ji ber vê yeke em îslamiyetê wek koletî û serî tewandin fêm dikin. Gûherîna nifşan di 100-150 salan de pêk tê. Ji ber vê yekê AKP xwe bi du rastiyan ve girtiye. Ev oldarî û feraseta tirk û îslamê ne. Jixwe ji ber vê yekê bi MHP’ê re hate cem hev. Ev feraset ji Osmaniyan ma û bi hêz e. Encama hilbijartinên herîmî xweş e lê belê di demekî kin de ez ne bawer im ku hin tiştan biguherîne.”