NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ragihand ku dê Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dabûn destpêkirin bi şêwazên nû yên çalakiyan bidomînin û mezintir bikin.
Têkildarî Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ji hêla malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li gelek bajaran hatibû destpêkirin, li Amed, Wan û Îzmîrê daxuyanî hatin dayîn.
AMED
Malbatên girtiyan xwestin bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan beşdar dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî li derve were dayîn. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re MED’ê (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat bertek nîşan da û got ku dê zext û tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe mezintir bikin.
Xizmên girtiyan piştre derbasî avahiya komeleyê bûn û daxuyanî li vir hate dayîn. Daxuyaniya bi sernavê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” ji hêla Rêvebera TUHAD FED’ê Emîne Kaya ve hate xwendin. Kaya, da zanîn ku dê Nobeta Edaletê veguherînin şêwazekî nû yê çalakiyê û sedema wê jî spart biryara girtiyan ku digotin ji bo di şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bijînd ê dernekevin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan.
‘OCALAN DI ŞERTÊN DERMIROVÎ DE TÊ RAGIRTIN’
Bi domdarî Kaya wiha got:
“Birêz Abdullah Ocalan ku bi komployeke qirêjî ya gladyoya navneteweyî di 9’ê cotmeha 1998’an de bi awayekî fîzîkî hate dîlgirtin û ev 25 sal in di nava şert û mercên tecrîdê yên derhiqûqî û dermirovî de tê ragirtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji 25’ê adara 2021’an heta niha bi rewşa agahînegirtina mutleq tê domandin.
OCALAN AVAKERÊ AŞTIYA RASTEQÎN E
Birêz Abdullah Ocalan; kir ku gelê kurd ê bi sedan sale ye bi nasnameya wê hatiye lîstin û hewl dan navê wan jî bidin jibîrkirin jinûve ava kir. Tenê bi vê jî bisînor nema, di heman demê de li gorî rastiya dîrokî û civakî, paradîgmayek pêş xist. Bi vê paradîgmaya xwe; bû avakerê aştiyeke birûmet û rasteqîn a gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.
Polîtîkaya tecrîdê ya di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tê ferzkirin; di esasê xwe de li dijî jinan, ciwanan û hemû gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ji bo şer bisekine, gel bikarin bêhnekî bistînin û ev tecrîda derhiqûqî, dermirovî û derexlaqî were şikandin, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê gelek kampanya hatin destpêkirin.
Di serî de çalakiyên greva birçîbûnê yê girtiyan li zindanan dane destpêkirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê; bi Nobetên Edaletê, Meşên Azadiyê, serlêdanên rêxistinên maf û hiqûqê yên ji bo saziyên neteweyî û navneteweyî hatine kirin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên xwendina pirtûkên birêz Abdullah Ocalan û hwd., di raya giştî de heta astekî hestiyarî û tevgerînek hate afirandin.
Bi hezaran girtiyên di zindanan de di 4’ê nîsana 2024’an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û ji raya giştî re gotin; ‘Ji bo em jî di şert û mercên birêz Abdullah Ocalan de bijîn, em ê neçin dadgehan, dernekevin hevdîtinan û hevdîtinên li ser telefonê nekin.’
Di vê qonaxê de eşkereye ku çalakiyên Nobeta Edaletê yên ku di 4’ê kanûna 2023’yan de li Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê hatibûn destpêkirin jî dê bi rêbaz û çalakiyên cuda bên mezinkirin.
TECRÎDÊ RÊ LI BER BIRÎNÊN KÛR VEKIR
Ev tecrîda dermirovî ya li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne jî tu hiqûqan e û di wijdana gelan de rê li ber birînên kûr vekiriye.
BANGA HESTIYARIYÊ HAT KIRIN
Şikandina tecrîdê pêdiviyeke rûmeta mirovahiyê ye. Di heman demê de berpirsyartiyeke wijdanî ye. Li ser vî esasî, di serî jin û ciwan; banga me ji bo tevahiya gelên bindest, sazî û dezgehên şoreşger-demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya li gel aştiyeke birûmet ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dengê xwe derxînin û bihestiyarî tevbigerin.”
Nehat gotin bê ka dê xizmên girtiyan şêwazekî çawa yê çalakiyê li dar bixin û tê payîn ku malbatên girtiyan di nava çendek rojan de biryara xwe bi raya giştî re parve bikin.
WAN
Têkildarî Nobeta Edaletê, bi pêşengtiya TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wawên, parlamenterên DEM Partiyê û gelek xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar ve hate xwendin.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li avahya Rêxistina DEM Partiyê ya Konak a Îzmîrê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuru, hevserok û rêveberên navçeyê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn.
Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz metna hevpar a çalakiya Nobeta Edaletê xwend.
Piştî daxuyaniyê jî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
MÊRSÎN
Çukurova TUAYDER’ê jî bi pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan û bi dehan rêveberên komeleyê û welatî tev li bûn. Daxuyanî di nava tililî û çepikan de hate dayîn û dirûşma “Bijî berxedana zindanan” hate berzkirin. Daxuyaniya hevpar ji hêla hevserokê komeleyê Ergîn Altutaş xwend.
EDENE
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hate hilgirtin. Rêveberê komeleyê Saît Sunduk daxuyaniya hevpar xwend. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajar daxuyanî hate dayîn. TUAY-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, DEM Partî, DBP, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan “ û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Dayika Aştiyê Sûltan Azboy di daxuyaniyê de axivî û xwest her kes deng bide berxwedana li zindanan û banga mezinkirina têkoşînê da. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla endamê TUAY-DER’ê Kadrî Tekîn ve hate xwendin.
STENBOL
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) daxuyaniya têkildarî Nobeta Edaletê li pêşiya komeleya xwe da. Polîsan hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Çalakî, bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a navçeyê ve hate astengkirin. Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt û Bagcilarê, Hevserokê ANYAKAYDER’ê Ayhan Yildiz, aktîvîstên TJA’yê, endamên ÎHD’ê û çalakvanên Nobeta Edaletê tev li bûn.
Girseya ku li pêşiya komeleyê rastî astengiyê hat, dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Yangoz bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got ku rêya têkbirina faşîzmê, têkoşîna hevpar e. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî bertek nîşan da û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
‘EV TÊKOŞÎN A ME TEVAN E’
Parlamenter Ozgul Sakî got ku tecrîd pirsgirêka tevahiya welêt e û li tevahiya welat belav bûye. Sakî, got ku dê vê mijarê hem li meclisê hem jî li kolanan civakî bikin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî anî ziman ku ew ji ber rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan muxatab û berpirsyar in û wiha dom kir: “Ev meseleye meseleya me tevan e û ev têkoşîn jî ya me tevan e. Meseleyeke ewqas girîng e ku nabe tenê li ser milê girtiyan bimîne. Ji bo me tevan banga mezinkirina têkoşînê heye. Ev bang banga mezinkirina têkoşîna dayikan e.”
MÊRDÎN
Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina DBP’a Bajar daxuyanî dan. Parlamenter, hevşaredar û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiye civakî em bibin dengê zindanan” hate hilgirtin. Li ser navê girseyê ji çalakvanên Nobeta Edaletê Fettah Tekîn daxuyaniya hevpar xwend.
Piştî daxuyaniyê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.