* Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê dê têkildarî Doza Kobanê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* Danişîna 2'yemîn a 6 rojnamegerên ku bi hinceta çalakiya piştgiriyê ya xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin kirine tên darizandin, dê li 22'yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê ya Anatoliyayê were lidarxistin. (10.30)
* Rêxistinên karkeran dê têkildarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li Qada Îskeleya Beşîktaşê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (13.00)