Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e

  • rojane
  • 09:02 17 Nîsan 2024
  • |
RIHA - Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, têkildarî çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, diyar kirin ku bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka herkesê ye û bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Herî dawî Abdullah Ocalan di 25'ê adara 2021'an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re çend deqîqeyan axivî û piştî wê rojê ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayri Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî nayên girtin. Li dijî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek welatên cîhanê çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin û gel li qadan daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de çalakî berdewam dikin. Çalakiya gireva birçîbûne ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin di 4'ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû bû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinên bi malbatan re. Çalakiya girtiyan di roja 143'yan de didome. Endam û rêveberên saziyên hiqûqê yên Rihayê ku tekildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin. 
 
'DAXWAZÊN GIRTIYAN HIQÛQÎ NE'
 
Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş bi lêv kir ku daxwazên girtiyan hiqûqî ne û ev tişt gotin: “Divê rayedarên dewletê ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên bi lezgînî gavan biavêjin. Lê ji ber ku dewlet vê berpirsyariyê bi cih naîne, gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Ji bo ku dewlet van daxwazan qebûl neke tu astengiyek hiquqî nîne, lê dewlet ji ber sedemên siyasî van daxwazan qebûl nake. Hevdîtina bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan re mafekî bingehîn e û astengkirina vî mafî ne rewa ye. Girtî ji bo vî mafê bingehîn ê ku dewletê pêk neaniye bi cih bînin, neçar bûn ku çalakiyeke bi vî rengî bidin destpêkirin. Bi van çalakiyan girtî hewl didin dewletê bînin ser xeta hiqûqê.”
 
BANGAWAZÎ
 
Taş, destnîşan kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rêgezên hiqûqî yên peymanên navneteweyî tên binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîdê re gelek binpêkirinên mafên bingehîn pêk tên. Beriya her tiştî mafê ragihandinê, mafê darizandina adil û mafê azadiya derbirînê tê binpêkirin. Heke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan berdewam bike dê li gelek qadan maf bên binpêkirin û bêhiqûqî bibin qanûn. Heya ku pêşî li vê bêhiqûqiyê neyê girtin dê rê li ber bêhiqûqiyên din jî bê vekirin. Ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe divê baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe, wê sibê ev bêhiqûqî li dijî hemû muxalîfan were sepandin. Lewma divê li hemberî vê rewşa tecrîdê bertekên tund bên nîşandan. Divê bi çalakiyên cûr bi cûr pêşî li vê bêhiqûqiyê bê girtin.”
 
'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E'
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li cîhanê tuneyê û got ku bi tecrîde re Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Vefa axaftina xwe wiha domand: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzîkatiya wê ya li dijî pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Ji sala 1999’an û vir ve ji bo Abdullah Ocalan qanûnên taybet tên derxistin. Li Girava Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran berdewam dike. Lewma li hemberî vê tecrîdê reflekseke civakî derdikeve holê. Ji ber ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e, girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li her qadê belav bûye, neçar man çalakiyek bi vî rengî bidin destpêkirin. Ev rêbaz demokratîk û rewa ye. Daxwazên qanûnî ne. Bi van çalakiyan re girtî dewletê hişyar dikin ku qanûnê bi cih bîne.”
 
'DIVÊ TIRKIYE BÊ DARIZANDIN'
 
Vefa bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber çalakiya girtiyan derkevin holê û wiha pê dê çû: “Bi van çalakiyan wê fikarên malbatên wan zêdetir bibin. Ji ber ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene û dema malbatên wan agahî ji wan negirin dê bibe sedema fikarên giran. Her wiha heke girtî dernekevin dadgehê ev yek dê bibe sedem ku doz demeke dirêj bidome. Ji aliyekî reflekseke civakî heye ku hewl dide dewletê bîne ser xeta hiqûqî û li aliyê din jî dewleteke ku hiqûqa xwe pêk nayîne heye. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Tecrîda li ser girtîgeha Îmraliyê ne tenê kurdan, her kesî eleqedar dike. Partiyên muxalîf jî eleqedar dike. Heke ev bêedaletî ji holê ranebe wê ev bê serê her kesî. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe divê rêxistinên hiqûqî li dijî tecrîdê demildest çalakiyên bi bandor bimeşînin. Her wiha divê Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji ber binpêkirinên hevpeymanan Tirkiyeyê darizînin. Divê raya giştî ya demokratîk jî piştgiriya girtiyan bikin."
 
'PIRSGIRÊKA ME HEMÛYAN E'
 
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel jî ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin wiha banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kir: “Girtiyan bi dirûşma ‘Em ê di şert û mercên Abdullah Ocalan de bijîn’ çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke din kirin. Li gel van çalakiyan, ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan ên dibe ku li girtiyên siyasî bên kirin û daxwazên wan bînin rojevê, me dest bi serdana girtîgehan jî kir. Niha li hemû girtîgehan tecrîd tê meşandin. Ji bo ev çalakî bi dawî bibin divê dewlet van daxwazên qanûnî pêk bîne. Ev daxwaz ne tenê berpirsyariya girtiyan e, pirsgirêka hemû raya giştî ye. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî van daxwazan bi hestiyar tevbigerê û piştgiriya girtiyan bike. Li hemberî vê divê rêxistinên hiqûqî, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên sivîl bertek nîşan bidin ku ev bê hiqûqî bi dawî bibe, tecrîd be rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin. Ev bêhiqûqî pirsgirêka me hemûyan e.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 
 

Sernavên din

29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne