Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye

  • rojane
  • 09:04 18 Nîsan 2024
  • |

ÊLIH - Dayikên Aştiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin û gotin ku çalakiya girtiyan ew peyame e ku ji raya giştî re dibêje "Tevbigere." 

Girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Mijdara 2023'an de dest bi greva birçîbûnê kirin, ragihandin ku wan çalakiyên xwe heta 4 'ê Nîsanê derbasî qonaxeke nû kirine. Girtiyan biryar girtin ku dadgehan boykot bikin, bi malbatên xwe re bi telefonan neaxivin û bi wan re hevdîtinê nekin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bi lêv kirin ku divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. 
 
'KURD BI FELSEFEYA OCALAN MEZIN BÛN'
 
Ji dayikan Herdem Koçerê diyar kir ku girtiyên li girtîgehê li dijî polîtîkayên dewletê li ber xwe didin û got: “Girtî ji bo vî gelî di nava 4 dîwaran de li ber xwe didin. Divê ev gel dengê wan bibihîze û ji bo wan tevbigere." Koçerê destnîşan kir ku ger gel tev li berxwedanê nebe dibe ku ji girtîgehan darbest derkevin û got: “Ev pêkanînên dijmirovî yên li dijî birêz Abdullah Ocalan tên kirin, nayên qebûlkirin. Heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Dayika Aştiyê Horî Acarê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ev demeke dirêj e tu xeber jê nayê girtin. Tevî hemû serlêdanan jî CPT neçû Îmraliyê. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gelê kurd e. Werin em bibin yek û azadiya Ocalan misoger bikin. Werin em bibin hevparên berxwedana zindanan. Em di her qada jiyanê de li ber xwe bidin."
 
'BERPIRS DEWLETÊN EWROPAYÊ NE'
 
Sadiye Yardimê diyar kir ku wan çalakiya Nobeda Edaletê bi dawî kiriye, lê ew ê li her qadê li ber xwe bidin. Yardimê bang li berxwedana serdemê ya li girtîgehan kir û got: “Li Îmraliyê bêhiqûqî dewam dike. Ev demeke dirêj e tu xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Em bibin yek û ji bo azadiya birêz Ocalan têbikoşin." Yardimê anî ziman ku CPT û dewletên Ewropayê yên ku dibêjin ew dergûşa demokrasiyê ne, ji tecrîdê berpirsyar in û got: “Cîhan li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e. Lê belê em Kurd bêdeng namînin û li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe didin. Kesên ku di xewa mirinê de ne, bila şiyar bibin û tevli berxwedana ku li gelek cihan û bi taybet li girtîgehan didome bibin." 
 
Menîce Acarê jî destnîşan kir ku divê gelê kurd bi ruhê berxwedanê yê di pêvajoya hilbijartinê de nîşan daye ji bo girtiyan jî nîşan bide.
 
Sultan Azboyê jî diyar kir ku Girava Îmraliyê "girava bêhiqûqiyê" ye û xwest tecrîda girankirî bê şikandin. Azboyê got: “Zilm û zordariya li ser birêz Ocalan tê meşandin, li ser 50 mîlyon kurdî tê meşandin. Bêdengiya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê tê meşandin, bêwijdanî ye. Li girtîgehan bêhiqûqî, mirin û tundî heye. Ev wekî tiştekî normal tê nîşandan. Divê her kes hestiyar be û li gorî wê tevbigere. Werin em destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin. Em ruhê ku di berxwedana Wanê de derketiye holê bidomînin û azadiya birêz Ocalan misoger bikin."
 
MA/ Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

04/05/2024
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?