Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan

  • rojane
  • 15:42 20 Nîsan 2024
  • |

STENBOL / ENQERE - Di çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin de hate xwestin ku girtiyên nexweş Abdûlhalîm Kaya û Mehmet Guvel bên berdan. 

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo bên berdan bang kirin. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 630’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Guven ê ji sedî 80 rapora wî ya astengdariyê heye û niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin. 
 
Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de dirûşmeyên “Mehmet Guvel berdin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 
 
Mirovê Şemiyê Eren Baskin metna çapemeniyê xwend. Baskin ê qala nexweşiyên Guvel kir, da zanîn ku dema tedawiya Guvel ê penceşêrê prostatê ye dewam dikir di 6’ê sibatê de hatiye girtin û ji ber vê yekê tedawiya wî di nivî de maye. 
 
JIYANA WÎ DI BIN RÎSKÊ DE YE
 
Baskin, bi lêv kir ku parêzera Guvel, Doga Încesû di agahiyên ku bi komîsyona wan re parvekirin de aniye ziman ku Guvel ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û hevalên wî yên li heman qawişê serê wî dişon û xwarinê didinê. Baskin, xwest ku ji ber Guvel nikare xwe bigihîne tedawiyeke baş, divê rewşa wî ya astengiya giran û temenê wî li ber çavan bê wergirtin û mafên wî yên xwe gihandina tenduristî û tedawiyê bên pêkanîn. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” bi dawî bû. 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 502’yemîn a çalakiya xwe ya balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de hatin bahev. Di daxuyaniya li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hate kirin de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. 
 
Vê hefteyê komîsyonê bal kişand ser rewşa Abdûlalîm Kaya (81) yê ji sedî 93 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin. 
 
RAPORA WÎ YA JI SEDÎ 93 ASTENGDAR HEYE
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê (MYK) Nûray Çevîrmen, bi lêv kir ku rapora Kaya ya ji sedî 91 a astengdariyê heye û wiha got: “Ji bilî prostatê, guhên wî kêm dibîhizin, guhekî wî ji sedî 80 nabihîze. Di çavê çepê de ligel ku ji sedî 50 nabîne katarakt heye. Gurçikeke wî îflas kiriye, bi gurçikekê dijî. Nexweşê demansê ye. Ji ber nexweşiya dil pê re heye, beriya salek û nîvan anjiyo bûye. Di sala 2022’yan de ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve rapora ji sedî 93 astengdar e hate dayîn. Di raporê de dibêje ku ‘nikare bi tena serê xwe bijî’.”
 
Çevîrmen, da zanîn ku Kaya di rewşeke wisa de ye ku di dema hevdîtinê de malbata xwe nas nake û ev tişt gotin: “Di sala 2023’yan de ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne hate dayîn. Ji ber temenê wî di çarçoveya Giştînameya Serokkomariyê de ji bo berdana wî serlêdan hatine kirin lê nehatiye berdan. Çareseriya ji bo Kaya ew e ku demildest bê berdan.”
 
 
 

Sernavên din

11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye - HATE NÛKIRIN
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet