ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê rewşenbîrên ermen ên di 24’ê nîsan 2015’an de piştî binçavkirinê hatine windakirin bi bîr anî û banga xwedîderketina mafê zanînê kir.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” li pêşiya Qada Sumerbanka Kevn a Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” hatin vekirin. Gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta ermenên di sala 1915’an de hatine windakirin hatin pirsîn. Kurdiya daxuyaniyê hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli xwend.
Zîlan Gumûş di daxuyaniyê de de diyar kir ku di nîsana 1915’an de li Stenbolê 250 ermen di malên xwe de hatin binçavkirin û ev tişt gotin: “Di nîsana 1915’an de bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Komîteya Îttîhat û Terakkîyê Talat Bey 250 ermen li Stenbolê ji malên xwe hatin binçavkirin. Lîsteya ermenan de ku dê bên girtin, mehan berê bi talîmata Rêveberê Şaxa Siyasî Mustafa Reşat Bey hatibû amadekirin. Operasyon ji aliyê Midûrê Emniyeta Stenbolê Bedrî Bey ve hat kirin. Piraniya van kesan, yên ku ji roja hatin binçavkirin û vir ve ji tiştên ku bi serê wan de hatibûn berpirsyar dewlet bûn kesên hatine binçavkirin nav ramyarên herî rêzdar ên civaka ermen bûn. Ev rewşenbîrên ku parlementer, nivîskar, helbestvan, hiqûqnas, doktor, rojnamevan, dermansaz, mûzîkolog, weşanger û siyasetmedar bûn, hişê herî geş ên civaka Osmanî bûn.
QETIL KIRIN Û GOTIN REVIYAN E
Ewil birin Girtîgeha Navendî ya Sultanahmetê. Piştre bi trêneke taybet ber bi Enqereyê ve hatin rêkirin. Ji bo çi hatine desteserkirin û birin ku derê tu agahi ne dan tu kesi. Komek ji 158 kesan sewqî Çankiriyê, komek ji 92 kesan jî şandin Ayaşê. Ji van kesên ku di bin çavan de hatin girtin 174 kes bi tevî cendirme û polîsan birin gelî û daristanan û hatin qetilkirin. Cenazeyên wan eşkere hatin hiştin û ji aliyê xwezayê ve hatin tunekirin. Kevirê tirba wan jî tunebû. Di qeydên fermî de hat gotin ku yan reviyan yan jî hatin berdan. Girtinên Stenbolê yên nîsanê ji bo qirkirina ermenan ji aliyê dewletê ve destpêkek bû. Bi tinekirina wan, gelê ermen dewlet nehişt ku raya giştî ava bike û dengê xwe bide bihîstin û gel bi hemû hebûna xwe ji van xakan hat tinekirin.
POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ SER ÎNKARÊ AVA BÛNE
Desthilatdarên dewletê bi polîtîkayên xwe yên li ser înkara fermî ava kirin, nehiştin ku civak bi rastiyê re rû bi rû bimîne. Divê em weke mirovên hestiyar ên vê civakê ji gotina vê rastiyê netirsin. Ti sûcê mirovahiyê di paşerojê de namîne. Her sûcê ku tê înkarkirin, neyê rûbirûkirin, neyê darizandin bi piştgiriya sûcê din re sîstematîk dibe. Sûcên li dijî mirovahiyê yên ku tên înkarkirin, nayên rûbirûkirin û nayên hesibandin berdewamiya kevneşopiya dewleta kûr û şîdeta dewletê misoger dike. Em ji îtîraz dikin ku rastiya li van xakan bên jibîrkirin. Ji ber vê yekê em hewl didin ku bi derewên fermî serî netewînin.
ÎNKAR BERDEWAMIYA SÛC E
Em dizanin ku edalet û heqîqet bi hev ve girêdayî ne. Edalet bi eşkerekirin û qebûlkirina heqîqetê dest pê dike. Ji bo vê jî divê naskirina rastiyên înkarkirî û daxwaza rûbirûbûna van rastiyan bibe parçeyekî girîng ê têkoşîna aştî û demokrasiyê. Nîsana din û piştî 109 salan em bang li kesên ku dewletê birêve dibin dikin; Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî berfireh e. Înkar berdewamiya sûc e. Dest ji înkarê berdin!
MAFÊ XWE YÊ ZANÎNÊ BIPARÊZIN
Hemû sûcên li dijî mirovahiyê yên li ser van xakan tên kirin qebûl bikin! Em bang li civakê dikin, Mafê xwe yê zanîna rastiyê biparêzin. Em bang li rewşenbîrên xwe ermen dikin ku tevî polîtîkayên înkarê yên bi ser dana jibîrkirinê hatine avakirin jî em ê rastiyan zindî bihêlin; Me we ji bîr nekir, em we ji bîr nakin.”