Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin

  • rojane
  • 15:24 20 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Hezexê û li bajarê Îzmîrê û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hate şermezarkirin. 

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê biryara cezakirina siyasetmedarên ji Doza Kobanê dihatin darizandin de li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên rêxistina DBP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tev li bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiya Hezexê Adnan Bel ve hat xwendin. Bel diyar kir ku biryara ku ji Doza Kobanê derketiye nîşaneya şer, pêvçûn, aloziya aborî û xizaniyê ye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku peyamên normalîzekirinê û nermkirinê tê dayîn de, bi destê hikûmetê tê xwestin siyaseta kurd, şoreşger û demokrat ji qada siyasî bên paqijkirin. Lê divê baş bizanibin ku em kurd, kedkar, feqîr wek her carê li qadan mil bi mil bin û van biryarên qirêj têk bibin.”
 
Bel bi lêv kir ku ji bo rojên azad ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û got: “Em ê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin. Bi Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yûksekdag re em ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo komara demokratîk têbikoşin. Yên vê biryarê didin divê baş bizanibin ku, ew rojên azad ji gelê me ne dûr in. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan rojan bi biryartir bidomînin. Ji aliyê daraza desthilatdarê ve biryara ku hatiye girtin nîşan dide ku li aliyê DAIŞ'ê ne ku dijminê gelan e, dijminê jinan e, dijminê mirovahiyê ne. Em careke din vê dibêjin ku em ê tu carî destûrê nedin faşîzmê.” 
 
Piştî metna çapemeniyê girse derbasî çalakiya rûniştinê bû. Çalakiya rûniştinê jî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
 
ÎZMÎR  
 
Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî cezakirina siyasetmedarên ji Doza Kobanê dihatin darizandin li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û biryarê protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em biryara di Doza Kumpasê ya Kobanê de hatiye dayîn nas nakin" hat vekirin û girseyê dirûşma "“Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Leyla Çelîk Guneş daxuyanî da û diyar kir ku di dozê de hemû erk û wezîfeyên têkildarî pergala cemaweriyê tune hatine hesibandin. Guneş da zanîn ku dadgeh ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye sazkirin û di pêvajoya darizandinê de bêhiqûqên bê hed û hesab hatine kirin. 
 
Guneş destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vê dozê xwest hemû daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd ji holê rake û polîtîkaya înkar û îmhayê ku li ser gelê kurd ji Dadgehên Îstîklalê tê ferzkirin bi Doza Kumpasê ya Kobanê berdewam kiriye û cezayên hatine birîn ew nas nakin. 
 
 
ENQERE
 
Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê jî li ber Edliyeya Enqereyê têkildarî biryara li ser Doza Kobanê daxuyanî dan. Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî beşdarî daxuyaniyê bû û pankarta "Doza Kobanê kumpas e. Em biryarên siyasî nas nakin" hat vekirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê Çîgdem Kozan daxuyanî da û destnîşan kir ku doz ji destpêkê ve heta niha bi fermana rayedarên desthilatdariyê berdewam kir û seranserî darizandinê jî mafê dadgehkirinê yê adil jî hatiye binpêkirin. Kozan got biryara hatiye dayîn ne di encama darizandinek rewa de hatiye dayîn. 
 
Ozturk Turkdogan jî axivî û got ew ê tê têkoşîna xwe wisa bidomînin ku hevalên wan din jî bigihîjin azadiya xwe. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 

Sernavên din

15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê çalakî tê lidarxistin
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin