Girtiyên serî natewînin nayên berdan!

  • rojane
  • 09:13 21 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Hatîce Onaran anî ziman ku desthilat di hêla berdana girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: “Desthilat bi hiqûqa dijminatiyê bersiva hemû kesên serî netewînin dide.” 

 
Her roj li dijî girtiyên nexweş binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kiriye 651’ê wan giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên neşxweş ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) amade dike, tê astengkirin. 
 
Rewşa girtiyên ku bi raporên ATK’ê berdana wan tê astengkirin her ku diçe girantir dibe, ji ber vê yekê jî girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên ÎHD’ê, di sala 2022’yan de 78, di sala 2023’yan de 42 girtî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Reber Soydan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind de dihat ragirtin, di 11’ê gulanê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Desthilata ku wek nedîtî nêzî bang û çalakiyên ji bo berdana girtiyên nexweş tên lidarxistin dibe, Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Erol Ozkasnak, Çetîn Dogan û Çevîk Bîr ên ji doza 28’ê Sibatê bi sûcdariya “hewldana darbeyê” cezayê muebetê li wan hatine birîn hatin efûkirin. Piştî biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kesên girtî hatin berdan. 
 
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran
 
‘BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ NÊZÎ GIRTIYÊN XEXWEŞ DIBIN’
 
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran têkildarî nêzîkatiya girtiyên nexweş a desthilatê axivî. Onaran destnîşan kir ku di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û da zanîn ku girtiyên nexweş nikarin pêdiviyên xwe yên sereke çareser bikin. Onaran anî ziman ku nêzîkatiya desthiatê ya ji girtiyên Doza 28’ê Sibatê, cihêkariyê ye û wiha axivî: “Em salan e bi Rûniştinên F’yê her hefteyê balê dikişînin ser rewşa girtîyek cudatir ê nexweş. Lê belê em dizanin ku li gorî kêfa dilê xwe nêzî girtiyan nexweş dibin. Heke di holê qanûnek hebe, divê li gorî her kesî wekhev were sepandin. Li belê em dibînin ku desthilat bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kesên wekî xwe nabe nafikire û kesên serî li ber wan natewînin dibe.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Onaran bi bîr xist ku di rewşa heyî de de girtiyên nexweş rastî “hiqûqa dijminatiyê” tên. Onaran bal kişand ser nîqaşên demên dawî yên desthilatê yên “nermbûn” û “asayîbûnê” û ev tişt gotin: “Di girtîgehê de tu bandora vê “nermbûnê” nîn e. Nermbûn bi ser polîtîkayên tecrîdê nayê dîtin. Em dibînin ku rewşa girtîgehan bêhtir giran dibe. Dema em berê xwe didin rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê em dibinîn ku tu sistbûn, nermbûn nîn e.”
 
Onaran di dawiya axaftina xwe de bang li malbat û saziyên sivîl kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, hestiyar bin û wiha got: “Em dikarin bi têkoşîna her kesî û saziyên sivîl ên civakî, pergala heyî biguherînin. Bi qasî ku em têkoşînekî hevpar nedin û seknekî rast nîşan nedin em ê tu destketiyan bi dest nexin. Tevî malbatan divê hemû derdorên hestiyar li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşin.” 
 

Sernavên din

21/05/2024
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin