STENBOL - Îdianameya der barê rojnamevan Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayûmat de hat amadekiri. Di îdianameyê de 126 nûçeyên der barê tecrîdê de "sûc" hatin hesibandin.
Îdianameya der barê nûçegihanên Ajansa MEzopotamyayaê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnamevan Erdogan Alayûmat de ku di 26'ê Nîsanê de li Stenbolê hatibûn girtin, hat amadekirin. Îdianame, di 8'ê Gulanê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 25'an a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyêd e hat xwestin ku bi "endamtiya rêxistinê" ceza li rojnamevanan bê birin.
Di îdianameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê û hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re wekî sûc hatine hesibandin.
Her wiha di îdianameyê de 126 nûçeyên der barê tecrîdê de "sûc" hatin hesibandin.