ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got ku ne DAIŞ’iyên komkujî kirin, siyasetmedarên li dijî wê derketin hatin darizandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, li navendên DAIŞ’ê komkujî lê kiribûn protesto dike. DEM Partî ji bo kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê bîranînê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek kes tev li bîranînê bû. Di bîranînê de pankarta “Ji Kobanê heta niha li dijî barbariya DAIŞ’Ê em mirovahiyê diparêzin” hate hilgirtin û gelek caran dirûşma “Kobanê dê nekeve” hate berzkirin.
‘JI BO PIŞTEVANIYA LI DIJÎ BARBARIYA DAIŞ’Ê LI VIR BÛN’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bîranînê de axivî û got ku kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, ji bo piştevaniya li dijî DAIŞ’ê hatibûn Gara Trenê ya Enqereyê. Bakirhan, wiha domand: “Heta dema em îro jî daxuyaniyeke demokratîk didin lil dora me gelek hêzên ewlekariyê hene. Kamera hene, her kolan û cade hatine girtin. Lê her çi hikmet be, DAIŞ’ê di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de li Gar, Amed, Pirsûs, Dîlok û Reyhanliyê li pêş çavên her kesî û bi rehetî komkujî kir. Vê jî gumanên ker kesî zêde kirin.”
'YÊN ÇAVÊN XWE LÊ GIRTIN BÊN DARIZANDIN’
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku kesên ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê tevdîr negirtin şirîkên sûc in û wiha pê de çû: “Teqez dê roj were û kesên ev sûcê li dijî mirovahiyê kirin û yên çavên xwe lê girtin bên darizandin. Yên ku piştevaniya li dijî DAIŞ’ê di darizînin hêj îro jî hucreyên DAIŞ’iyan jinedîtî ve tên. Hêj niha jî li taxên Enqereyê jin weke cariye, zarok weke kole tên firotin. Gelo li pişt vê rêxistinê kî heye? Çima nabînin û mudaxile nakin?”
'XWESTIN BI DAIŞ’Ê DÎZAYNÊ BIDIN SIYASETÊ’
Bakirhan, got ku kesên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çûn bi destê DAIŞ’ê hewl dan siyasetê dîzayn bikin û wiha derbirî: “Piştî van komkujiyan, yek ji rayedarên herî payebilind ê hikûmetê got; ‘dengên me zêde bûn.’ Bêyî ku şerm û fêdî bikin gotin; ‘dengên me zêde bûn.’ Anku ev komkujî bi kêrî karê hinek kesan hat. Sê çar tetîkkêş di dosyayê de tên darizandin lê yên ev komkujî plankirin tune ne. DAIŞ, rêxistineke barbar a komkujer e. Ma dema li Kobanê komkujî dikir dê em çawa bêdeng mabûna? Bila kesek li qisûrê mêze neke lê pêşîlêgirtina wan komkujiyan berpirsyartiya me bû.
Hem plaka hem jî navnîşanên amûrên DAIŞ’ê komkujî pê kiribûn tên zanîn. Lê kî hatin darizandin? Siyaseta kurd a demokratîk. Yên komkujî kirin nehatin darizandin, hewl dan wan pak derxînin. Yên li dijî barbariya DAIŞ’ê tev li piştevaniyê bûn hatin darizandin. Em van darizandinan nas nakin. Heke sûcek hebe, ew sûc DAIŞ’ê kir û yên çavên xwe li wan girtin kirin. Lewma ji bo me tu hukmê van biryaran tune ye. Dê ev doz teqez rojekê têk biçe. Yên ku bi rêya DAIŞ’ê xwestin siyaseta hundir dîzayn bikin, dê rojekê teqez bên darizandin.”
BAL KIŞAND SER GUFTÛGO Û MUZAKEREYAN
Bakirhan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt banga guftûgo û muzakereyan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Girtina kurdan, şoreşgeran û dostên kurdan tiştek bi Tirkiyeyê neda qezencekirin. Li her dera Tirkiyeyê çete ava bûne. Tirkiye veguheriye Teksasê. Ev çeteye di wesayîtên bi plakaya sor mirovan qetil dikin. Sedema van tevekan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Sedem ew e ku rê û rêbazên muzakere û gufgûgoyê nayên bikaranîn. Doza Kobanê dikariya bûbûya firsendek. Lê bi kar ne anîn. Banga me ji bo kesên hewl didin rêbazên tarî yên sedsala duyemîn bi kar tînin banga me ev e; siyaseta demokratîk li ser pêyan e û dema hevalên me xistin hucreyan xelas nabe. Dê teqez faîlên esasî yên van komkujiyan bên darizandin û em ê hesabê bipirsin.”