Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin

  • jin
  • 15:30 30 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xwendinê ya bi pêşengtiya TJA’yê hat lidarxistin de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de nivîsandî hatin xwendin. 

 
Çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di asta kûrewî de didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakiyên xwendinê û atolyeyan li dar dixe. 
 
WAN 
 
Bi pêşengtiya TJA’yê û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Çalakiya xwendinê li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Beriya destpêkirina çalakiyê qurdeleyên mor bi çîqilên daran ve hatin kirin û dovîzên “Azadî bi xwebirêvebirinê ve dest pê dike”, “Tecrîdê bi dawî bikin”, “Ji bo aştiyê gavên bicisaret hewce dikin” û “Jiyana em bi hesreta wê dijîn ne bi mucîzeyan, bi şoreşê dibe” hatin hilgirtin. 
 
‘FIKRÊN OCALAN LI SERANSERÎ CÎHANÊ HATIN QEBÛLKIRIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz beriya çalakiyê axivî û got ku rewşa agahînegirtina mutleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Kaçmaz, wiha domand: “Ji bo li her qadê fikrên birêz Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Fikrên birêz Abdullah Ocalan hem li her çar parçeyên Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê hatin hatin qebûlkirin. Em jî îro fikrên wî bi hev re dixwînin û nîqaş dikin.” 
 
Piştre jî nivîsa Abdullah Ocalan a “Jiyana mirovan û fêmkirina heqîqetê ji bo kesên pêşketî tam mucîze ye” hate xwendin. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
AMED
 
Li Qonaxa Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê “Atolyeya Xwendinên Heqîqetê” hate lidarxistin. 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jin di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de li Qonaxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê li hev civiyan. Aktîvîstên TJA,  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Pariyê yên Amedê û yên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Dayikên Aştiyê Dayikên Nobeda Edaletê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê û saziyên sivîl tevlî hevdîtinê bûn. Herwiha di çalakiyê de pankartên bi kurdî û tirkî yên “Deng bide azadiyê” hatin daliqandin.
 
Beriya çalakiya xwendinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun ku ewilî axivî, bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên li ser jinan û got, “Jinan bi saya birêz Abdullah Ocalan xwe nas kirin. Jin niha di hemû qadên jiyanê de têdikoşin. Jinên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin. Mînaka herî mezin jî belavbûna serhildana piştî qetilkirina Jîna Amînî ye. Têkoşîna jinên Kurd ji hemû cîhanê re bû hêvî û îlham.” Ûygûn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Aktîvîsta TJA’yê Salîha Zorlû jî got, “Rêya herî girîng a şikandina tecrîdê, fêmkirina fikra Rêberê Gelê Kurd e. Em bi hev re dibin şahidê şiyarbûna gelê ku zimanê wî hatiye qedexekirin û çanda wî hatiye talankirin. Ez bi rêzdarî li ber têkoşîna jinên Kurd ên ku ji cîhanê re bûne mînak, serî ditewînim."
 
Piştî axaftinan jinan nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin. Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî li Sendîkaya Petrol Îş’ê aktîvîteya xwendinê hate lidarxistin. Li eywana ku aktîvîte lê hate kirin pankarta “Deng bide azadiyê, ji zanyar xwendin” hate daliqandin. Di aktîvîteyê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. 
 
 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin