ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan ê ku di 18 saliya xwe de cezayê muebetê lê hat birîn û 30 sal şûnde tehlîye bû got: "Lingê min gelê min bû û milê min jî hevalên min bûn. Di girtîgehê de tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîn e."
Li Kurdistanê di salên 1990'î de di encama polîtîkayên dewletê yê şer de bi hezaran ciwan, siyasetmedar û jinên kurd hatin girtin û gelek ji wan jî ji aliyê hêzên tarî ve hatin windakirin. Kesên ku dihatin binçavkirin jî di bin îşkenceya giran de derbas dibûn û cezayê giran ê muebbedê li wan dihat birin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan e.
Îlhan, di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di temenê xwe yê 18 salî de hat binçavkirin. Di binçavan de rastî îşkenceyê giran hat. Îlhan di temenê xwe yê 18 salî de ji Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê lê hat birin. Îlhan ê ku di heman demê de girtiyê nexweş bû, di 30 salên girtîgehê de nexweşiyên weke pençeşera mîde, tansiyo û dil lê peyda bûn. Îlhan di 30 salan de girtîgeha Tîpa E ya Amedê, girtîgeha tîpa E ya Sêrtê, gîrtîgeha Balikesîr tîpa T ya Bandirmayê, Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê û herî dawî jî di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin di temenê xwe yê 47'an de hate tehlîyekirin. Şehmuz Îlhan ê ku piştî 30 salan derketiye derve hestên xwe û şert û mercên girtîgehan û berxwedana ku di girtîgehan de tê dayin vegot.
DI 18'Ê SALIYA XWE DE 30 SAL CEZAYÊ MUEBBEDÊ LÊ BIRÎN
Îlhan, diyar kir ku di temenekî biçûk de cezayê muebetê lê hate birîn û got ku ev biryar nişaneya wî tiştî bû ku çiqasî ji kurdan ditirsin û wiha axivî: "Ez di temenê xwe yê 18 salî de hatim girtin. Ez bi serfirazî hatim girtin. Mirov ji ber doza gelê xwe yê mafdar û welatê xwe hatibe girtin ev cihê şaneziyêye. Ez ti caran poşman jî nebûm. Ez bi gelê xwe û partiya xwe jî serbilindim. Her çiqasî mirov di bedel dayinê de zehmetî bikêşîne jî mirov pê keyfxweş jî dibe. Ez di zarokatiya xwe de hatim girtin. Miroveke 18 salî be naskirina partiyê û fêmkirina partiyê jî ne pir dibe. Ji ber wê dema ku ez di wî temenî de hatime girtin zanistiya min ne pir zêde bû. Lêbelê em ne poşman in û em serbilindin. Mirov zarokatiya xwe de bê girtin bêguman mirov zehmetiyê dikêşîne. Li gorî qanûnên dewletê, diviyabû ev qas ceza nedana kesekî di vî temenî de.Lê pergala dewletê em wisa ceza dikirin û dixwestin bi vî awayî me bitirsînin. Di 18 saliya min de 30 sal cezayê giran ê mûebbetê ji min re birin. Bi wî cezayî jî em serfiraz bûn."
'TIŞTA KU EM LI SER PÊYAN DIGIRTIN HEVALTIYA RASTEQÎN BÛ'
Îlhan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku cezayê ku di temenekî biçûk de lê hatiye dayîn bêhêviyeke cidî di wî de afirandiye û got ku bi hevalên li girtîgehê re wî bêhêvîtiyê veguherandiye hêviyê û wiha domand: "Girtîgeha ku ewilî ez tê de mam girtîgeha Amedê tîpa E yê bû. Ez nêzikî 7 salan li wir hatim ragirtin. Li wir îşkence pir hebû, zext û êriş jî pir hebûn. Lê tişta ku em li ser piyan digirtin îradeya me bû. Ez di temeneke biçûk de hatibûm girtin û ewqas ceza ji min re hatibû birin û min jî ji xwe re tiştek kir hedef ku ez bikaribim xwe li ser piyan bigirim. Ev tişt jî bawerî û îrade bû. Vê îradeyê îşkence û zext têk dibirin. Û ew yekane hêz bû ku em li ser piyan bisekînin. Ev îrade jî bi piştgiriya rêhevaltiya rast çêbû. Tişta ku em li ser piyan digirtin hevaltiya rast bû. Heke ku hevalê mirovî li pişt mirov nebe mirov nikare xwe li ser piyan bigire. Tişta duyemîn a ku mirov dike hêz jî gelê me bû. Mirov dibêje,' gelek li pişt min e û hêza min ev gele' Lingê min gelê min bû û milê min jî hevalên min bûn. Yê ku îradeya min xurt kirî gelê min û hevalên min bû."
'TU GEL QASÎ KURDAN XWEDÎ HÊZ Û ÎRADEYÊ NÎNE'
Şehmûz Îlhan anî ziman ku di her girtîgehê de pêkanînên pergalê bi heman şêwazî dihatin birêvebirin û got: "Di wê serdemê de me gelek zext û êriş li ser me hebûn û 10 heval li cem min şehîd ketin. Em bi şehadeta hevalan xemgîn bûn lê di heman demê de em xurtir û bi hêztir kirin. Piştî girtîgeha Amedê jî ez anîm girtîgeha Sêrtê. Li wir jî ez 13 salan mam. Ji xwe em çûbûn kîjan girtîgehê pêkanîn heman bûn û jiyana me bi heman rêbazî derbas dibû. Çiqas nexweşî hebin jî wan nexweşiya bi xwe re başitî jî anîn. Van nexweşiyan îradeya me û baweriya me xurt kir. Heke ku hêzek li pişt mirov nebe mirov nikare di şert û mercên girtîgehê de xwe li ser piyan bigire. Dema em li gelên din ên cîhanê dinêrin, tu kes ji wan bi qasî gelê Kurd xwedî hêz û îradeya nîne.Mirov nikare bibêje girtîgeh xweşe, lêbelê qasî nebaşiyên wê xweşiyên wê jî hene weke rêhevaltiyê. Li tevî hemû nexweşî û nebaşiyan jî tenê dayina wê berxwedanê jî dibe sedem ku mirov serfiraz be."
'TIŞTA KU BAWERIYA AZADIYÊ DIDE MIROVÎ RÊHEVALTIYE'
Îlhan bi lêv kir ku rêhevaltiya ku di girtîgehê de hatiye avakirin baweriya wî ya azadiyê xurt kiriye û wiha pê de çû: "Piştî Sêrtê ez çûm girtîgeha Bandirmayê jî mam.Li wir jî ez nêzikî 2 salan mam. Dema ku mirov ji girtîgehekî derbasî girtîgeheke din dibe mirov di hestan dije. Yek mirov ji ber ku ji hevalê xwe veqete xemgîn dibe. Tişta din jî nêçariye. Ez di girtîgeha Şirnexê de jî mam. Herî dawî ez di girtîgeha Wanê de mam û 6 sal û nîvan jî li wir mam. Dema ku mirov diçe girtîgehekî mirov di naskirina hevalên xwe de û rûniştandina hin tiştan de zehmetiyê dikêşîne. Lê ew berxwedana rihê hevaltiyê mirovî fêrî her tiştekî dike.Ew hevalên ku ez pê re mam jî min hevaltiyeke gelek rast û dûrist jiyan kir. Ango em ne ji derve dûr bûn. Lingekê me di girtîgehê de bû û yek jî ji derve bû. Vê hêz û moral dida me. Min bawer nedikir ku ez ê 30 salan girtîgehê de bimînim û xelas bikim û derbikevim. Fikreke min ê derketina derve nebû. Min bawer nedikir ku ez 30 salan girtîgehê de bimînim. Yan jî heta 30 salan ez ê saxbim yan jî bimrim ev hêst di mirov de çêdibin. Lê bi rêhevaltiya ku mirov di girtîgehê de çêdike hêvî şin dibe. Tişta ku baweriya derketina ji girtîgehê dide mirov, baweriya azadiyê dide mirov ew rêhevaltî ye. Ew rêhavaltî nebe mirov nikare di girtîgehê de bimîne û li ser piyan bimeşe."
'WEKE KU GOŞTÊ MIN JI LAŞÊ MIN VEBÛYE HÎS DIKIM'
Îlhan hestên xwe yên piştî ji girtîgehê derket wiha vegot: "Pêşiya ku ez derneketim min digot,' ez ê biçim derve dê çawa çêbibe? Ev hîssiyatên ku di van 30 salan bi min re çêbûn dê bi xwe re çî zehmetî yan jî xweşî bîne?' Mirov van difikire.Mirov pir kelecan dibe. Di hûndirê mirov de kelecana ji derve heye. Dema ku mirov derdikeve û wê pêşwaziya gel dibine jî mirov bextewar dibe. Milekî de azadî heye lê aliyekî de jî mirov xemgîn dibe. Ewqas sal mirov bi hevalê xwe re dimîne û mirov ji wan qut dibe.Weke ku goştê min ji laşê min vebûye hîs dikim. Hê niha jî ez hevalên xwe mereq dikim. Aliyê derûnÎ ve mirov her li cem wan e. Çiqasî ez niha ji derve jî bim aliyekî ev firehî bi xwe re tengasiyê tîne. Têkiliyên mirovan, axiftinên mirovan û nêzikatiya wan a li hemberî hev ji min re biyanî tê."
'HEKE KU XWEDÎ DERKETIN HEBE DÊ ÇALAKÎ BI SERBIKEVE'
Îlhan bal kişand çalakiya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin û daxwaz kir ku herkes xwedî li berxwedana girtiyan derbikeve û got: "Divê ku hevalên ku niha di girtîgehan de li berxwe didin tenê neyên hiştin. Ji ber ku di aliyê derûnî de mirov qels be mirov nikare xwe li ser piyan jî bigire. Hevalên ku di girtîgehê de jî pîranî ji vî tiştî nerazî bûn. Ji aliyê xwedî derketina wan ve qelsbûyin hebû. Digotin,' em li berxwe didin lê xwedî derketin qelse' berxwedanek heye lê bihîstina wî dengê berxwedanê lawaze. Çiqas xwedî li hevalên zindanan derbikevin ew berxwedan jî û çalakî jî ewqasî mezintir dibe. Divê ku herkes li ser wê berxwedana wan derbikevin. Heke ku xwedî derketin hebe çalakî jî dê biserbikeve."
MA / Zeynep Dûrgût