NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Hatem Ozdemîr ê HPG’î, Mohammad Saleh Nîkbakht diyar kir ku armanceke miwekîlê wî ya ji bo şerê li dijî Îranê nebû û got: “Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bi ser Îranê re derbas dibû. Lewma cezayê darvekirinê cezayekî keyfî ye.”
Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr di sala 2019’an de kete kêmîna hêzên rejîma Îranê û bi birîndarî hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi îdiaya “Serhildana çekdarî ya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê da Ozdemîr. Nayê zanîn bê ka dê cezayê hatiye erêkirin kengî bê cîbicîkirin. Ji parêzerên Hatem Ozdemîr, Mohammed Saleh Nîkbakht, têkildarî mijarê ji komeleya Mafên Mirovan a Îranê (IHR NGO) re axivî. Nîkbakht, da zanîn ku bêyî parêzerên Ozdemîr amade bin cezayê îdamê lê hatiye birîn û tevahiya guleyên di dema bûyerê de hatine avêtin ne aydê çeka Ozdemîr in. Nîkbakht, got ku tevî jî cezayê îdamê hatiye dayîn û ev ceza weke cezayekî keyfî nirxand.
DADGEHA HERÊMÎ LI DIJÎ BIRYARA BETALKIRINÊ LI BER XWE DA
Di hevpeyvîna li ser malpera fermî ya ÎHR’ê de Nîkbakht destnîşan kir ku miwekîlê wî endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê tê ragirtin. Nîkbakht, da zanîn ku Şaxa 3’yemîn a Dadgeha Şoreşgerê ya Urmiyeyê bêyî agahî bide parêzerên Ozdemîr û bêyî ku Ozdemîr di danişînê de amade be biryara darvekirinê daye. Nîkbakht, diyar kir ku biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye xerakirin lê dadgeha herêmî piştî biryara betalkirinê dîsa heman biryar daye.
Di berdewama hevpeyvînê de Nîkbakht wiha got: “Rastiyek heye ku Hatem Ozdemîr beriya niha jî ji ber heman sûcî anku ji ber serhildana çekdarî ya li dijî Komara Îslamî û endamtiya PKK’ê cezayê îdamê lê hatibû birîn. Weke parêzerê esil ê dozê ez û hinek parêzerên din ên piştre ji Urmiyeyê tev li dozê bûn, me li dijî biryarê îtîraz kir. Daîreya 9’emîn a Dadgeha Bilind jî bi biryareke bihincet û bi belgeyî biryara darvekirinê betal kir. Piştre jî doz hewaleyî dadgeheke di heman statûyê de kir. Şandina dozê ya li dadgeheke xwedî heman statûyê, di esasê xwe de tê wê wateyê ku biryar hatiye binpêkirin. Bi gotineke din, 9’emîn Daîreya Dadgeha Bilind biryar da ku Hatem Ozdemîr sûc nekiriye yan jî lêpirsîna heyî qebûl nekiriye. Xwest ku cihê bûyerê jinûve were avakirin û dîsa derheqê şahidan de lêpirsîn were kirin.
JI BER BIRYARÊN XELET HATIBÛ HIŞYARKIRIN
Şaxa 3’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê doz jinûve dît û bêyî li gorî hukmên qanûnî tevbigere biryar da. Ji ber ku divê di dema keşfa cihê bûyerê, lêpirsînên şahidan û tiştên din de hem bersûc hem jî parêzer amade bin. Lê her du jî amade nebûn. Dadgerê serokatiya Şaxa 3’yemîn jî beriya îlona 2023’yan xwestibû ku lêpirsîn li ser vî esasî were meşandin. Lê belê yan tayîna dadger derket yan jî teqawid bû. Li şûna wî jî birêz Riza Necefzade hate tayînkirin ku ji bo lêpirsîna doza Hatem ferman dabû ku sewqî Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Çaldiranê bê kirin. Ji ber gelek kêmasî û kirariyên xelet û gelek pirsgirêkên qanûnî ev kes gelek caran ji hêla qanûnî ve hatiye hişyarkirin û doza Hatem di destê kesekî wiha de ye.
HATEM SER HIŞÊ XWE ÇÛ, GULE BERNEDA
Ji bilî du şahidan, şahid ji kesên beriya niha di dozê de îfade nedayîn pêk tê. Ji ber ku heman kes nînin, mimkin nîne lêpirsîneke rast û dirûst were kirin. Du şahidên di dema bûyera Hatem hatibû girtin li wir bûn, diyar kirin ku dema hêzên DMO’yê êrişî endamên PKK’ê yên li herêma Çaldiranê dikir, çendek top li nêzî Hatem teqiyane lewma Hatem şoq derbas kiriye û ser hişê xwe çûye. Dema hatî girtin, neçar man ku bibin nexweşxaneyê.
Her wiha, li ser daxwaza parêzeran, Dadgeha Şoreşê ya Hoyê biryar da ku çeka tê îdiakirin Hatem sê sal berê bi kar aniye bê ceribandin. Ji bo vê jî kesekî pisporê çekan şand cihê bûyerê ya li Çaldiranê. Kesê pispor, got ku 10 gule ceribandiye û van guleyan û yên çeka Hatem hev negirtine û got ku Hatem wê rojê çek bi kar ne aniye.
JI BO ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê BI SER ÎRANÊ RE DERBAS BÛN
Ya din, Hatem û hevalên xwe weke gerîlayên PKK’ê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê, ji bo perwerdeya leşkerî hewl didan li ser xaka Îranê xwe bigihînin rêzeçiyayên Qendîlê. Mebestekî wan a ji bo şerê li dijî hêzên leşkerî yên Îranê tune bû. Li gel pisporên çekan, her wiha du şahidan jî gotin ku dema Hatem dîtin ser hişê xwe nebû û çek bi kar ne aniye. Lê mixabin 4-5 kesên weke şahidên nû hatine nîşandan û tê îdiakirin li cihê bûyerê bûn, tevî sondxwarinê jî gotinên wan hev nagirin. Di heman demê de ne bersûc ne jî parêzerên wî li cihê bûyerê amade nebûn.
DOZGER GOTIBÛ KU NABE HATEM WERE SÛCDARKIRIN
Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê di 23’yê nîsana 2024’an de bi îdiaya ku di navbera gerîlayên PKK’ê û artêşa Îranê de pevçûna çekdarî çêbûye, cezayê îdamê da Hatem. Û ev biryar jî bi me re û ji Hatem re ranegihand. Li gel ku Hatem çek bi kar ne aniye jî ev biryar hate dayîn. Di heman demê de Cîgirê Dozgerê Dadgeha Bilind ku nûnertiya Serdozgeriyê welat dike, sê sedem rêz kiribûn bê ka çima nabe ku Hatem bi sûcê baxy (kesê sûc kiriye) were mehkûmkirin;
Ya yekemîn; Hatem ji kêliya hatibû girtin ve gotibû ku rêxistinê şerê li dijî hêzên Îranê ji wan re qedexe kiriye. Got ku rêxistinê ferman daye ku heke ji ber sedemên nebidest bi hêzên Îranê re rû bi rû bimînin, an bila teslîm bibin an jî li derveyî menzîla guleyan bimînin. Ya duyemîn; Cîgirê Dozgerê Dadgeha Bilind piştrast kir ku Hatem çeka xwe li dijî hêzên Muhafizên Şoreşê bi kar ne aniye. Ya sêyemîn jî; îdianameya ji hêla Dozgeriya Çaldiranê ve hatiye amadekirin serê mirov tevlihev dike û Hatem hem bi sûcê baxy hem jî bi sûcê moharebehe (dijminatiya li dijî xwedê) tê sûcdarkirin. Ez naxwazim têkildarî vê beşa îdianameyê şîroveyekî bikim.
KESÊ DOZÊ BIRÊVE DIBE BÊALÎ NÎNE
Li gorî min kesê dozê birêve dibe divê bêalî bûya lê mixabin ev doz di destê kesekê doz qet ne lêpirsiyayê de ye. Li hêla din, biryara Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ji du rûpelan pêk tê û yek ji wan rûpelan ji hêla Dadgeha Şoreşê ya Xoyê ve hatiye kopykirin. Di rûpelê duyemîn de tê gotin ku bersûc heta dawiyê şer kiriye lê di rapora DMO’yê û lêpirsîna wê de hatibû gotin ku Hatem bi tu awayî çek bi kar ne aniye. Ez pir bawerim ku heke doz hewaleyî daîreyeke cuda bê kirin û bi awayekî bêalî were nirxandin, dema rûpel bi rûpel hate xwendin dê ev îdianame neyê qebûlkirin. Di dozê de tiştek neguherî ye û parastin jî neguherî ne. Lewma dê nerîna dozgerê Dadgeha Bilind jî neguhere. Tekane tişta guherî, nakokiyên di îfadeyên şahidên nû de ne.
DEWLETA TIRK GAV NEAVÊT
Hikûmeta tirk an jî konsolosxaneyên li Îranê di vê dozê de tu gav neavêtin û di çarçoveya dozên berê de, heke endamên PKK’ê xwe ji îdamê xelas bikin û piştî temamkirina cezayê xwe vegerin Tirkiyeyê jî, dê li Tirkiyeyê bên girtin û cezayên giran lê bên birîn.”