AMED - Biraziya Tahîr Elçî, Dîlan Elçî ya biryara doza apê xwe nirxand, bi lêv kir ku kujerên Tahîr Elçî ji aliyê dozgeriyê ve hatinê parastin û wiha got: “Dewletê bi rêya dadgehê guleyeke din li Tahîr Elçî da. Ne yek bi hezaran guleyan jî li me bibarînin em ê dev jî têkoşîna wî bernedin.”
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî dema di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Tevî 9 sal bi ser qetil kirina Tahîr Elçî re derbas bûn jî bûyera qetilkirina Elçî nehat ronî kirin. Di danişîna 11’emîn a doza ku derbarê qetilkirina Elçî de hatibû vekirin biryar hat dayin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê polîsên bersûc Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ku dihatin darizandin de biryara beraatê da. Malbata Elçî, hempîşeyên wî, gelek baroyên ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn û siyasetmedarên ku doz dişopandin berî ku biryara beraatê bê aşkera kirin bertek nîşanî dadgeha dan û derketin der. Girseya ku bertek nîşanî biryarê da, li ber Edliyeya Amedê heta Mînareya Çarling ku Tahîr Elçî li wir hatibû qetilkirin meşiya. Girseyê li wir daxuyanî da û diyar kir ku ew dê li pêy dozê bin û wê nehelin kujerên Tahîr Elçî bêceza bimînin.
Biraziya Tahîr Elçî, Dîlan Elçî ku piştî qetilkirina Tahîr Elçî ji bo di rêya apê xwe de biçe beşa hiqûqê xwend û niha parêzeriyê dike, bi lêv kir ku apê wê Tahîr Elçî li dijî polîtikayên necezakirinê têkoşiyaye û niha jî ew bi van polîtikayan re rû bi rû mayê û got ku ew jî dê li ser mîrateya ku Tahîr Elçî ji wan re hiştiye têkoşîna xwe bidomînin.
‘DOZGER POLÎSAN DIPARÊZÊ’
Parêzer Dîlan Elçî anî ziman ku di piştî qetilkirina Tahîr Elçî delîlên bûyerê nehatinê kom kirin û xwestinê ser bûyerê bigirin. Elçî diyar kir ku ji bo doz vebe wan têkoşîneke mezin daye û ev tişt gotin: “Doza Tahîr Elçî dozeke ji rêzê nebû heke dozeke ku ji rêzê bûya me dikarî encamekê bigirin. Lê doza Tahîr Elçî weke dozeke cînayetê nehat dest girtin ji ber wê jî bê encam ma û faîlên wî beraat kirin. Dema dosya nû vêbû polîsên ku diyar bûn li wir gulê barandibûn weke ku ne gumanbar in lê şahid in hatin guhdar kirin, vê yekê nêrîna dadgehê ya li dijî vê dozê jî nişan da. Ji bo ew polîsên ku weke şahidê bûyerê di dosyayê de cih digirtin, bibin gumanbarên dosyayê têkoşîneke mezin hate dayîn. Lê di destpêke de jî diyar bû ku dadgeh wan polîsan û yên li pişt wan diparêzê. Ji ber wê yekê jî bi encama biryarê re em ecebmayî neman. Ew qetilkirineke polîtîk bû. Weke her qetilkirina politik ew qetilkirin jî bi necezakirinê encam girt. Em jî li benda biryareke bi vî rengî bûn. Ji qetilkirina apê min heta niha tu hêviya min ji dadgehê tune bû. Apê min emrê xwe da vê bê hiqûqiyê û polîtîkayên necezakirinê. Lê niha em dibînin ku ew jî bi vê bê hiqûqiyê re rû bi rû ma. Ew biryar ji bo kesên ku xizmên wan bi awayekî kiryarên nediyar hatine qetilkirin peyamek bû. Gef ji kurdan xwarin bû. Dibêjin em hem dikujin hem jî vedişêrin. Em nikarin van biryaran ji hela hiqûqê vê binirxînin. Ji bo me kurdan hiqûq pêk nayê em vê yekê baş dizanin.”
‘GULEYEKE DIN JÎ LI TAHÎR ELÇÎ BARANDIN’
Elçî, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî qetilkirina apê wê bi rojan nekariye ber bi Mînareya Çarling ve bimeşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêke de min nedikarî biçim Mînareya Çarling ku apê min li wir hatiyê qetilkirin. Lê rojeke evarê ez çûm ber Mînareya Çarling rûniştim. Tenê rûniştim. Min li mînareyê nêrî. Wê deme min ferq kir ku têkoşîna wî çiqes bi nirx e û wî jî weke kurdekî têkoşîneke mezin daye. Dengê wî yê aştiyê di guhê min de olan dida. Apê min jî gotibû rojeke ez bimirim bila ez li ber mînareya Çarling bimirim. Ez mirovekî ku di nav doşekê de bimire nînim. Rûhe wî hê jî li wir e. Her jî wê li wir be. Ji ber wê yekê dema ku ez teng dibim diçim wir ku behna min derkeve. Dewletê bi rêya dadgehê guleyeke din li Tahîr Elçî da. Belkî ew gule li laşê wî nexistin lê li fikir û ramanên wî xistin.”
‘EM DEV JI TÊKOŞÎNA WÎ BERNADIN’
Elçî, da zanîn ku piştî qetilkirina apê wê Tahîr Elçî biryar daye ku bibe hiqûqnas û têkoşîna wî bidomîne. Elçî axaftina xwe wiha domand: “Di dema zaroktiya xwe de jî îşkenceyên li apê min dihatin kirin min didît. Ji ber wê yekê jî ez ditirsiyam. Min digot qey sûcek kiriye lewma îşkence lê dikin. Lê piştî ku têgihiştim min fehm kir ku ne ji ber sûc e, hebûna me wan aciz dike. Piştî ku apê min hat qetilkirin ez ketim nava valahiyekê. Wê demê min biryar da ku beşa hiqûqê bixwînim û têkoşîna wî ya ku nîvco maye bidomînim. Ne tenê ez piştî 2015'an gelek ciwanên kurd bi vê helwestê beşa hiqûqê xwendin. Em jî dê tu car weke malbat û hiqûqnas têkoşîna wî bernedin. Ne yek bi hezaran guleyan jî li me bibarînin em ê dev jî têkoşîna wî bernedin.”
‘EM Ê NEHÊLIN BÊ JIBÎRKIRIN’
Di dawiya axaftina xwe de Elçî destnîşan kir ku bi rê ya hiqûqê ew dê li pêy dozê bin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji niha bi şun ve tevî bendewariya me ji dadgehê tuneye jî em ê ji bo nîşan bidin ku Tahîr Elçî ne bi teneyê û têkoşîna wî berdewam dike, em ê serledanên hiqûqî bidomînin. Dozê bibin îstînafê, dadgeha bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dibe ku em bikarin di DMME’yê de encamekê bigirin lê nebawerim ku Tirkiye wê encamê erê bike. Bendewariya me nîne ku kujêrên Tahîr Elçî û yên li pişt wan bên darizandin lê em ê nehêlin ku bê jibîrkirin.”
MA / Mahmût Altintaş - Heval Onkol