Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin

  • rojane
  • 20:49 14 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG –  Nurettîn Çelîk ê piştî 30 sal û 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê hat berdan, li bajarê xwe Colemêrgê bi gul, fîşekên hewayî, meşale û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
 
Girtiyê bi navê Nurettîn Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî bû, piştî 30 salan duh danê şevê hat berdan. Çelîk ku di sala 1994'an de di 23 saliya xwe de li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber sedemên siyasî hatibû binçavkirin û bi îdîaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hatibû birîn. Çelîk 30 sal in li Erzirom, Mûş, Stenbol, Sêrt, Wan û herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ma. Çelîk, di 24’ê nîsanê de cezayê xwe xelas kiribû, lê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) bi hinceta ku Çelîk "nebaş e" înfaza wî 3 meh taloq kiribû. Tevî ku Çelîk ji bo biryara ÎGK'ê serî li Dadgeriya Înfazê da jî heyeta dadgehê biryara ÎGK'ê guncaw dît. Li dijî biryara Dadweriya Înfazê Çelîk serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Agiriyê da. Dadgehê biryara ÎGK û Dadweriya Înfazê betal kir û biryara berdana Çelîk da. Piştî biryarê Çelîk duh êvarê ji girtîgeha ku lê dihat ragirtin derket.
 
BI COŞ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
 
Çelîk li Qada Azadiyê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malbatê ve bi coş û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “berxwedan jiyan e” hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de Hevseroka DBP'ê ya berê û parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak, parlementera Colemêrgê Oznur Bartin, rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên Colemêrgê amade bûn. Partî û endamên malbatê yên ku hatin pêşwazîkirina Çelîk, bi gul, fîşekên hewayî, meşale, çepik û tilîliyan ew pêşwazî kirin.
 
‘HATINA WE MORALEK MEZIN DA ME’
 
Parlamenter Salîha Aydenîz di dema pêşwazîkirinê de axivî û got ku hatina Çelîk di vê pêvajoya awarte de ji bo wan bûye morelek mezin. Aydenîz, anî ziman ku li girtîgehan zext, tecrîd û polîtîkayên qeyûman didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekemîn qeyûm li Colemêrgê hat tayînkirin û li dijî vê yekê berxwedan bi rojan e didome. Hatina we wê moraleke mezin bide hemû gelê Colemêrg û Kurdistanê û wê têkoşîna wan hîn mezintir bike.
 
Piştî pêşwazîkirinê Çelîk bi konvoyeke mezin ber bi mala xwe ya ji dayik bû rê ket.
 
‘HÊVÎ DIKIM TEKOŞÎNA ME BIBE WESILEYA AZADIYA GIRTIYAN’
 
Hevserokê Rêxistina bajêr ya DEM Partiyê Kadîr Şahîn li ber mala Çelîk axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke awarte re derbas dibin û nûçeya tehliyeyê hêz û moral daye wan. Şahîn, destnîşan kir ku helwest û kenê Çelîk hêz daye wan û wiha berdewam kir: “Ev 30 sal in di girtîgehên Tirkiyeyê de ku hiqûqa dijmin lê tê meşandin, nîşan dide ku ev têkoşîn çiqas bi hêz û mezin e. Em li ser navê partiya xwe dibêjin ku çavên hemû gelê me bi taybet yên malbatên me ronî be û aqûbet li serê hemû girtiyên din ên siyasî. Em hêvî dikin ku têkoşîna me di zûtirîn demê de bibe sedema azadiya hemû girtiyan. Bijî berxwedana zîndanan.”
 
‘MORALA HEVALAN BILIND E’
 
Çelîk jî, ji ber pêşwaziya bi coş spasiya hemû beşdaran kir û wiha got, “Hemû hevalên me yên girtî yên li girtîgehan silavên xwe ji we hemûyan re şandin. Rewşa hemû hevalên girtî baş e û morala wan bilind e. Ez gelek spasiya we hemûyan dikim.”
 
 

Sernavên din

18/06/2024
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan