Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 09:28 16 Hezîran 2024
  • |
AMED - Siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ji aliyê malbat, hezkirî û hevalên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Amedê, bi wesileya Cejna Qurbanê siyasetmedarê kurd Vedat Aydin li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Merdînê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), siyasetmedara kurd Gulten Kişanak, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bûcak, Parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Malbata Aydin û gelek kes tev li bi bîr anînê bûn. 
 
Bîranîn bi deqîqeyekê rêz girtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin axivî. Şahîn bi bîr xist ku tevî 33 sal derbasbûnê jî kujerên Vedat Aydin nehatinê cezakirin û wiha got: "Bi ser qetilkirina Vedat Aydın re 33 sal derbas bûn. Heta niha nedîtina kujeran hişmendiya wan ji nîşan dide. Ji bo gelê kurd doza mafê xwe neke bi sedan kes bi awayeki kiryarên nediyar hatin qetilkirin. Lê tevî vê yekê jî gelê kurd dev ji doza mafê xwe û têkoşînê berneda."
 
Pişt re jî birayê Vedat Aydin,Veysî Aydin axivî û anî ziman ku ew bi wesileya Cejna Qûrbanê aştiyeke bi rûmet dixwazin û ev tişt gotin: "Merheleyeke ku gelê kurd hatiye asteke herî bilind e. Edî ne hewceyê xwîn birije. Bila ev cejn bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet."
 
'YÊN KU QETIL KIRIN WINDA KIRIN'
 
Pişt re jî parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Danış Beştaş axivî. Beştaş, bal kişand ser polîtikayên necezakirinê û got ku polîtîkayên bi hişmendiya tarî ya salên 90'î ya ji aliyê Tansû Çîler ve pêk dihatin niha bi destê AKP'ê pêk tên. Beştaş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vedat Aydin bi awayekî nemerdane hat qetilkirin. Vedat Aydin yek ji têkoşerên kurdan bû. Ji ber wê yekê jî me cenazeyê wî bi hezaran kesî re veşart. Lê êrişî cenaze kirin û xwestin bertekên gel rawestînin. Lê wê rojê heta niha têkoşîn û berteka me li dijî vê yekê didome. Weke bi sedan kesên ku bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin doza Vedat Aydin jî bi polîtikayên necezakirinê encam girt. Ev polîtîkaya dewletê niha jî bi destê AKP'ê bi girtina siyasetmedarên kurd re didome. Faîlên hemûyan jî diyar e, dewlet e. Lê yên ku windakirin ew in. Bi bilind kirina têkoşîna wan re, yên ku qetilkirin, windakirin."
 
Siyasetmedara kurd Gulten Kişanak ku di dema danîna qûrnefîlan de axaftineke kurt kir bi lêv kir ku Vedat Aydin di demeke tarî de hatiyê qetilkirin û got: "Heviya me hemûyan ew e ku em rojekê werin ser gora Vedat Aydin û mizgîniya demên ronî bidin wî."
 
Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê