Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin

  • jin
  • 10:41 7 Tîrmeh 2024
  • |
img

AMED - Xizmên Naciye Oturmak a li Farqînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî diyar kirin ku tundiyeke sîstematîk lê dihat kirin û xwestin ku Hekîm Oturmak ê piştî îfadeya li qereqolê hatiye berdan bê girtin. 

Jina bi navê Naciye Oturmak (41) li gundê Girbilok ê navçeya Farqîn a Amedê dijiya û di 4’ê tîrmehê de li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê, Hekîm Oturmak ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û piştî îfadeyê di heman rojê de hate berdan. Xizmên Oturmak dan zanîn ku 4 zarokên wê hebûn, rastî tundiya sîstematîk a hevjînê xwe dihat û bertek nîşanî berdana Hekîm Oturmak dan. 
 
‘BERIYA NIHA JÎ JI BER LÊDANÊ RAKIRIBÛN NEXWEŞXANEYÊ’ 
 
Amîne Parlak got ku dotmama wê Naciye Oturmak gelek caran ji hêla hevjînê xwe ve hatiye derbkirin û ev tişt anî ziman: “Du sal berê xistibû govê. Qirika wê şidandibû û îşkence lê kiribû. Şevekê saet derdora 23.00’an tiyê wê li me geriya û got jehrî bûye. Me bir nexweşxaneyê. Me dît ku jehrî nebûye, lê hatiye xistin. Her noqteya laşê wê di nava birînan de bû. Dema ez çûm wir, hevjînê wê heqaret li min kir û xwest ez ji wir biçim. Roja din saet derdora 12.00’an leşker hatin û her kesî got; ‘îfadeyê bide.’ Lê me çi kiribe jî ji ber zarokên xwe nexwest îfadeyê bide. Dema min pirsa ‘çima vê zilmê dike’ jê kirî, got; ‘penîrê min çêkirî hinek tirş çêbûye, ji wê aciz bû.’ Wê demê 2-3 rojan li cem me ma. Piştre got; ‘zarok digirîn’ û çû.” 
 
‘ÎŞKENCE LÊ DIHAT KIRIN’
 
Parlak, destnîşan kir ku salek berê jî dotmama wê hatibû derbkirin û wiha pê de çû: “Got; ‘bi xortumê li min xist, hewl da min ji şaneşînê biavêje xwarê.’ Lê tevî hişyariyên min jî dotmama min giliyê hevjînê xwe nekir. Îşkence lê dihat kirin lê ji ber zarokên xwe ew der nediterikand. Min jê re digot; ‘li cem min bimîne’ lê digot; ‘Ez nikarim ji ber zarokên xwe bimînim ji bo wan gelek xemgîn dibim.’”
 
‘LAŞÊ WÊ REŞ Û ŞÎN BÛBÛ’
 
Xaleta Oturmak, Hediye Parlak jî got Oturmak ber destê wê mezin bûye. Parlak, anî ziman ku xwest biçe morgê cenazeyê Oturmak bibîne lê ji ber hêj dadger û dozger nehatibûn destûr nehatiye dayîn. Parlak, wiha got: “Piştî otopsiyê me cenazeyê wê şûşt. Serê wê, laşê wê, dest û lingên wê tevek reş û şîn bûn. Her devera wê hatibû derbkirin. Beriya niha ji min re gotibû; ‘xaletê poşet dixe destê xwe û qirika min dişidîne. Piştre jî ji min dixwaze ku ez bibêjim min zirar daye xwe. Dibêje heke tu bixî stûyê min ez ê te bikujim.’ Ev gef lê dihatin xwarin.” 
 
Parlak, destnîşan kir ku Oturmak ji bo zarokên xwe tehemûla vê zewacê dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojekê hate vê derê û mehekê li vir ma. Hevjînê wê hat û me got; ‘em nadin.’ Ji ber ku me dizanî dê rojekê wê bixeniqîne. Got; ‘Ez êdî tiştekî wiha nakim.’ Me jî şand. Îsal dîsa heman tişt kir. Wî (Hekîm Oturmak) xeniqandiye. Me bi çavê xwe nedîtiye lê milet dibêje du birayên wî jî alîkarî daye wî, xistine wesayîtê û birine nexweşxaneyê.” Parlak xwest ku Hekîm Oturmak were girtin.
 
‘ZAROKÊN WÊ TUNDÎ VEGOTINE’
 
Xwişka Oturmak, Ayhan Korhan jî got ku du roj berê bi xwişka xwe re axiviye û wiha got: “Keyfa wê ne li cih bû, min jê re got; ‘Dîsa li te xistiye?’ Dengê xwe nekir. Got; ‘Tu hizûrê ji min re nahêle. Ez ji ber xatirê zarokên xwe tehemûl dikim.’ Naciyeyê tiştek ji me re nedigot lê pir tişt dijiya. Zarokê wê yê 7 salî di îfadeya xwe ya li cendirmeyan de gotiye; ‘Bavê min pêhn û mistan li dayika min dixe.’ Keça wê dîtiye, li cem wê lê xistiye. Daye ber pêhn û mistan. Zarokên wî jî jê ditirsiyan û li cem wî nediaxivîn. Em dozdar n. Em naxwazin Hekîm Oturmak bi serbestî bigere. Bila tiştên bi serê xwişka min anîne ew jî bijî. Du birayên wî jî alîkarî daye wî. Em dixwazin birayên wî jî bên cezakirin.” 
 
‘LI BENDA RAPORA OTOPSIYÊ NE’
 
Kekê wê Îlhan Parlak jî anî ziman ku cendirmeyê pê re hevdîtin kiriye jê re gotiye ku Hekîm Oturmak îfadeyên hevnegirtî daye. Parlak, ev tişt anî ziman: “Gumanên cendirmeyan hebûn ku bavê zarokan gef lê xwaribin. Em li benda rapora otopsiyê ya dozger in. Divê Hekîm Oturmak nehatibûya berdan. Em ji wî gilîdar in. Çi ji destê me bê em ê bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin