Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran

  • rojane
  • 16:40 20 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk rastî pêkanînên “keyfî” hatiye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn û dest danîne ser çûkên wî yên muhebetê. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirinên ku girtiyê nexweşê giran Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê ji sala 1997’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmara 5’an a Marmarayê tê ragirtin pê re rû bi rû dimîne civîna çapemeniyê li dar xist. Xwişka Çelîk, Nesrîn Çelîk jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
Xwişka Çelîk, Nesrîn Çelîk diyar kir ku hin pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê wî hene û nayê dermankirin. Çelîk, wiha domand: “Berî ku bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûn. Piştî ku kete girtîgehê hin pirsgirêkên wî yên tenduristiyê çêbûn. Nexweşiyên wî yên weke epîlepsî, ulsera mîde, penceşêra mîzdankê hene. Tevî van hemûyan jî dema diçe revîrê, bijîjkê revîrê jê re dibêje ‘dîsa tu, ez li te nanêrim’ û mafê wî yê tedawiyê asteng dike.”
 
‘JI 15 CIHÊN XWE BIRÎNDAR BÛ’ 
 
Çelîk, da zanîn ku dema birayê wî di 15’ê tîrmeha 2016’an de ji bo tedawiyê birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ji aliyê girtiyên edlî ve bi amûrên tûj ji 15 cihên xwe birîndar bû û ev tişt gotin: “Ji ber birîndar bû platîn xistin lingê wî. Îşkence û sirgunan dest pê kir. Birayê min nexweş e û nikare li girtîgehê bimîne. Me daxwaz kir ku înfaza wî bê taloqkirin lê nehate qebûlkirin.”
 
DEST DANÎN SER ÇÛKÊN WÎ, CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎN 
 
Çelîk diyar kir ku li hemberî birayê wî pêkanînên “keyfî” hene û wiha got: “Di meha hezîranê de avêtin ser qawîşa wî û rastî lêgerîneke ji nişka ve hat. Dest deynin ser rojnameyên ku ji kantînê kirîne û çûkên wî yên muhebetê. Dema gardiyan da derkevin Cengîz ji wan re dibêje ‘hûn ava qenalîzasyonê ya ji hucreya jor tê û bi dîwêr ve tê xwar nabînin.’ Piştî 2 rojan bi hinceta Cengîz ji lêgerînê re bûye asteng rojekê cezayê hucreyê danê.”
 
‘PEYWÎRA XWE NEBAŞ BIKARTÎNIN’ 
 
Çelîk, diyar kir ku li Girtîgeha Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûne û pirsgirêkên diqewimin nayên çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya girtîgehê û karmendên li wir keyfî tevdigerin û bêedaletiyê dikin. Bi beyanên derew peywîra xwe nebaş bikartînin. Ji ber van sedeman li girtîgehan her tim mirin çêdibin. Mafê jiyanê yê girtiyan ji destê wan tê girtin. Nexweşiyên wan nayên dermankirin. Em êdî dixwazin li girtîgehan pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafan bi dawî bikin.”
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran jî diyar kir ku li gelemperiya Tirkiyeyê girtiyên polîtîk binpêkirinên mafan ên giran dijîn û wiha got: “Girtiyên siyasî ji aliyê desthilatê ve rastî cotstandartî û hiqûqa dijmin tên. Ji bilî tecrîd û cezayên hucreyê îşkenceya psîkolojîk li girtiyan dikin. Em weke parazvanên mafên mirovan vê hovîtiya li girtîgehan diqewime tu caran qebûl nakin û em ê van hemû pêkanînan teşhîr bikin.”
 

Sernavên din

09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Serokê Şaredariya Esenyûrdê hat binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe