Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike

  • rojane
  • 10:03 26 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê razber û derqanûnî ne. Emekçî, bal kişand ser têkoşîna civakî û siyasî ya li dijî tecrîdê û got: “Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin. Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan di 27’ê tîrmeha 2011’an de hate girankirin. Heta sala 2016'an jî hevdîtin bi hincetên weke “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayî nebaş e” û hwd. hatin astengkirin. Ev demekî dirêje hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan, piştî berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Wezîrê Dadê yê demê Abdulhamît Gul di 16’ê gulana 2019’an de got: “Li pêşiya qedexeya hevdîtinê ji hêla hiqûqî ve tu astengî nînin.” Tevî vê jî ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn. 
 
Ocalan, herî dawî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû kir. Hevdîtina herî dawî ya li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de hate kirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
EMEKÇÎ: MÎNAKA WÊ TUNE YE 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî tecrîda li ser miwekîlê xwe nirxand. Emekçî, 27’ê tîrmeha 2011’ê weke “dîroka amadekirina bingeha derhiqûqtiya keyfî” nirxand û wiha got: “Ji wê rojê ve destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn û mînaka vê li cîhanê nîne. Heta di Peymana Cinevê de jî mafê hevdîtina bi parêzearn re nehatiye astengkirin û mafekî sereke ye. Di rewşên awarte û şer de li Guantanamoyê jî ev maf nehatiye binpêkirin. Di rapora CPT’yê ya di 2013’an de hat tespîtkirin ku ev biryareke polîtîk e. Heke li cihekî mafê hevdîtina bi parêzeran re tune be, li wir rewatiya tu biryaran nîne. Hemû kirariyên ji parastinê bêpar, derhiqûqî ne. Ev rêgeza sereke ya pergala hiqûqê ya cîhanê ye.” 
 
'BIRYARA POLÎTÎK 13 SAL IN TÊ DIMANDIN’ 
 
Emekçî, bi bîr xist ku dema tecrîd didomiya parêzer di bin navê “KCK”ê de hatine girtin û ev tişt anî ziman:” Ez wê demê girtî bûm. Ji bo pirsa rojnamegeran a ‘Çima destûr nayê dayîn ku parêzer bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin?’ Edogan digot; ‘Bila parêzer li kêlekê bisekinin.’ Ev jî tespîta CPT’yê ku digot biryarên siyasî ne piştrast dike. Ev biryara polîtîk 13 sal in tê domandin. Dema di navbera 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin jî nehiştin parêzer biçin serdanê. Ev, ji bo astengkirina agahîgirtina Ocalan e.” 
 
'HEVDÎTINÊN DI SALA 2019'AN DE ÎSTÎSNAÎ NE’
 
Emekçî, hevdîtinên piştî grevên birçîbûnê weke “îstîsnaî” nirxand û wiha pê de çû: “Piştre qedexe dîsa dest pê kirin û bi hincetên cuda heta îro didomin. Qedexeya hevdîtinên piştî 2019’an, berdewamiya israra di siyaseta neçareseriyê de ye. Ji ber ku birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzeran de digot; ‘Ez ji bo çareseriyê amade me.’ Birêz Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de ji ekolojiyê heta azadiya jinê, aborî û hiqûq û hwd. 10 komîsyon ava kiribû. Anku dema digot ‘ez ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim’ zelal bû. Lê ev bi kêrî îktîdara heyî nehat. Jixwe piştre operasyonên derveyî sînor dest pê kirin û pêvajoya bi temamî guherî.” 
 
'HINCETA QEDEXEYAN RAZBER IN’ 
 
Di berdewamê de Emekçî got ku parêzer bi rêbazên “korsanî” tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îtîrazên me piştî teqezbûna biryaran dixin meriyetê. Her wiha qeydên UYAP’ê nayên kirin. Anku ji bilî wan 5 hevdîtinên îstîsnaî, ev 13 sal in nikarin mafê xwe yê sûdgirtina ji parêzeran bi kar bînin. Biryarên li hundir ên bêyî parêzeran rewa nînin. Ji ber ku ne li gorî qanûnan e û hincetên wan razber in. Ev biryar derqanûnî ne. Ji bo qedexeya telefon divê carekê hevdîtina telefonê were kirin. Heke di axaftina ser telefonê de tiştek çêbibe dikarî biryarê bidî. Lê ji bo hevdîtinên telefonê yên nehatine kirin biryar tê dayîn. Heman tişt ji bo hevdîtinên bi parêzeran re jî derbasdar in. Divê tu ji ewil bihêlî hevdîtin were kirin. Lê bi usûlên qanûnên xwe nakin.” 
 
'HIQÛQA SERDESTAN DI MERIYETÊ DE YE’
 
Parêzer Emekçî anî ziman ku Tirkiye biryarên DMME û NY’ê bi cih nayîne û wiha got: “Bêguman vê cisaretê ji Ewropayê digire. Erdogan digot; ‘di mijara Îmraliyê de me bi Ewropayê re lihev kir.’ Me zêdetirî 60 caran serî li AYM’ê daye. Lê biryarê nadin û bi demê re vedihêlin. Ji sala 2011’an ve em serî li DMME’yê didin lê ew jî bi demê re vedihêlin. Li pêşiya Komîteya Wezîran biryara DMME’yê ya bi dîroka 18’ê adara 2014’an heye. Komîteyê herî dawî ji Tirkiyeyê re got ‘vê biryarê pêk bîne, cezayan daxîne û mewzûatê biguherîne.’ Lê Tirkiyeyê di bersiva xwe de rejîma înfazê parast. Komplo û derhiqûqtî bi vî awayî didome. Em dikarin bibêjin di piştperdeyê de lihevkirin û bazarî hene. Tişta trajîk ev e; biryarên DMME, NY û Komîteya Wezîran û rapora CPT’yê heye lê bi hiqûqê nakin û di navbera xwe de bazariyan dikin. Niha hiqûqa serdestan di meriyetê de ye.” 
 
JI BO CPT’YÊ: TU ÇIMA PARVE NAKÎ? 
 
Emekçî, bi lêv kir ku CPT raporên xwe parve nake û li dijî Tirkiye ya biryaran bi cih nayîne jî daxuyaniyê nade. Emekçî, wiha derbirî: “Li gorî benda 10/2 a PMME’yê heke dewletek guh nede pêşniyarên CPT’yê, CPT bêyî destûra dewletan dikare prosedûra teşhîrkirina dewleta têkildar bixe meriyetê û raporê eşkere bike. CPT, di sala 2022’yan de çû serdanê û hêj rapor parve nekiriye. Madem guh nade pêşniyarên te wê demê tu çima parve nakî? Te digot ‘cezayên disiplînê nayên qebûlkirin’ lê Tirkiye dide. Dibêjî ‘qedexeyên ji bo parêzeran keyfî ne’ lê Tirkiye van qedexeyan didomîne.” 
 
'LI GORÎ HIQÛQA XWE TEVBIGERIN’ 
 
Emekçî, bi bîr xist ku CPT’yê derheqê Azerbaycan a ku li gorî pêşniyarên wê tevnegeriyayî de daxuyanî daye û xwest heman prosedûr ji bo rewşa li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Emekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Dema birêz Ocalan anîn Îmraliyê, di roja ewil de rayedarê CPT’yê ew pêşwazî kir û got; ‘Dê li vir bimînî û tiştên pêwîst em ê bikn.’ Anku ev pergal bi hev re ava kirin. Sekn û nêzikatiyên heyî nîşaneya lihevkirinekê ye. Divê CPT li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Divê Ewropa jî ji bo berjewendiyên dîplomatîk hiqûqê feda neke. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê hewldanên me bidomin. NY’ê du caran biryara rakirina bisînorkirina parêzeran da. CPT’yê jî di rapora xwe de got tecrîd polîtîk e. Em derhiqûqtiya Tirkiyeyê tescîl dikin. Nexwe bêguman ya ku dê encamê diyar bike têkoşîna civakî û siyasî ye.”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin | HATE NÛKIRIN
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin