Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû

  • jin
  • 15:03 5 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJAR'ê Werîşe Muradî ya ku parastina xwe ji raya giştî re ragihand diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn, beşdarî danişîna duyemîn a 4'ê tebaxê nebûye. 

Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî bi parastina xwe ya ji raya giştî re nivîsandiye ragihand ku ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn, duh 4’ê tebaxê beşdarî rûniştina duyemîn a dozê ya li 15’emîn Dadgeha Şoreşê dihat lidarxistin nabûye. Dadgeh ji bo ku Werîşe Muradî tev li dadgehê nebûye nehişt parêzerên wê parastinê bikin û danişînê bi dawî kir.
 
Werîşe Muradî a ku di parastina xwe de behsa tekoşîna ku dide meşandin dike wiha dibêje: “Ez dadgehek ku biryarek adilane nade nas nakim.”
 
Parastina Werîşe Muradî ya ku bi gotina “DAIŞ serjê dike û Komara Îslamî jî ber bi darvekirinê ve dikişîne” dest pê dike wiha ye: 
 
“Ji mehêkê kêmtire cezayê darvekirinê dayîn çalakvanên jin (Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî) îtîrafkirina Komara Îslamî li ser kêmasiya siyasî û bêçaretiya xwe ye. Îdeaya hikumeta nû ya xwe bi hêz nîşan dide, di arîfeya serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî', tirs avakirin, zext zêdekirin, ji xeyalan zêdetir tiştek din nîne. Bi vê ve girêdayî ez jî ji bo ku jinek û Kurdek im û ji bo ku lêgerînek jiyanek azad de me, ez bi 'serîrakirinê' re hatim sûcdarkirin. Niha ez li bendê me ku piştî salekê ji desteserkirina xwe, roja 4’ê Tebaxa îsal bi serpereştiya dadwer Selavatî li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Îranê danişîna min bê lidarxistin. Her çendî netevlîbûna min wek ‘naxwaze parastina xwe bike” were dîtin jî,  ez ji bo biryara darvekirinê ya li dijî hevalên min Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî protesto bikim naçim dadgehê û dadgehek ku biryarek edilane nade nas nakim.
 
EZ PARASTINA XWE XWE XÎTABÎ GELÊ XWE YÊ ALÎGIRÊ AZADIYÊ YE DIKIM 
 
Bi dehan caran, min parastina xwe di bin şertên zor û zehmet yên lêpirsînê de kir. Lê vê carê nameya xwe  ya parastinê ji bo gelê xwe yê her tim hişyar, zane û alîgirê azadiyê ye dinivîsim. Ez ji wan dixwazim ku min û karên min li gor pîvanên edaleta civakî darizînin.
 
Di Rojhilata Navîn  a sedsala 21'emîn de hêzên hegemon ên kûrevî û netew-dewletên dîktator ên heremî hewl didin nirxan û çandan xesp bikin û hegemonya xwe ji nû de ava bikin. Di vê navgînê de jiyankirin tê wateya li erdnigariya ku xwîn û hestirên çavan lê dibare û jiyankirina li erdnigariya ku şahidî ji qirkirinên rojane, homojenkirin, entegrasyona bi zorê û îlhakê dike. 
 
li Kurdistanê jiyankirin jî di warê hiqûqî, aborî, siyasî, perwerdehî û hwd. tê wateya bêkarî, xizanî, cudakarî, girtin, îşkence, darvekirin û kuştina kolberan (şehîdên nan)!
 
EZ DIXWAZIN XWE JI BIRESERBÛNÊ RIZGAR BIKIM Û BIBIM XWEDIYA HEBÛNÊ 
 
Nasnameya kes û rewşên ku rasterast tê de dijî, ji bo dîtina çavkaniya zilmê û gelên din ên bindest teşwîqek û rênîşanderek e. Ev dibe sedem ku tu li gel wan bisekînî pirskirêkên wan çareser biki. Wekî jinek ez xwe dispêrim dîrok, çand û nasnameya xwe; lê rewş hertim bûye sedem ku tu ji nasnameya xwe dûr bikevî û ji cewhera xwe birevî. Wekî civakek ku bi dagirkirin, zayendperest, nijadperest û olperest re rû bi rû hatiye, li ser bingeha nasname, bawerî û çînî hatine tepisandin. Bi navên şaş hatin sucdarkirin, hatin binçavkirin û girtin, me îşkence dît û hatin darvekirin. Ev rewş ji bo kesên mîna min ên weke di rewşên newekheviya civakî, aborî, polîtîk û perwerdeyî  re derbas dar e. Ev rewş wek kes û civak xwesteka ji amûrtiyê rizgar bûyîn û bûyîna xwediyê hebûnekê ye. Helbet van mijaran anîna ziman, nayê wê wateyê ku xwe bispêre nijadperestiyê û bi korî pêşdariya ziman bike, berovajî vê zanebûna nasnameyê ye. Ji ber ku ez dizanim nijadperestî her kesî ber bi faşîzmê ve dibe. Ev mijar mijarek ku raste rast em jê êşê dikşînin. Em xwe wek amûrek ku hêza xwe ya îfadekirinê tune ye û ger nasnameya xwe ya civakî îfade bike dê bi cudakariyê re rû bi rû bimîne dibînin.
 
Di van salên ku min xwe nas kir de, min nekarî û ne jî nexwest normên civakî paşguh bikim û min nekir jî.  Min tercîh nekir ku ez li zozanên Zagrosê ku lê mezin bûm biterîkînim û li Rojava jiyanek bijîm. Min gelek êş dîtin û ez ji gelek êşan re bûm derman. Li pêşya min du rê hebûn: ya amûrbûn û jiyanek bi zextê ku minê tu carî berxwe nedana qebûl bikira, yan jî rastiya xwe ya hebûnê minê bijiya. Ji ber vê yekê min li şûna 'Lanetê ji tarîtiyê re bikim, min mûmek vêxist!' 
 
BINGEHA HEMÛ KOLETIYAN DI KOLETIYA JINAN DE YE 
 
Di dema destpêka xwendevantiya xwe de ez werzîşvan bûm. Hewldana min ya zanabûn û hişyariyê, ez berbi berjewendiyê kesî û koletîf ve birim. Di komele, saziyên civaka sivîl (STK), di komên xwendevanan de ji bo jin, zarok, ciwan, mexdûrên madeyên hişber, beşên xizan û ên ku ji werzîşê hez dikin û ji parwerdeyê mehrûm mane re xebitîm. Ez hem bûm mamosta, hem jî bûm piştevan. Min ji xwendevanan dersa hêzê digirt.
 
Di heman demê de bi komên cûda re xebitîm, ji bo famkirina ast û cûrên cihêkarî, bû sedem ku fam bikim ku bingehê hemû koletiyan di kolekirina jinê deye. Ev rewş ji bo ez asta hişyariya xwe û kesên din û pirsgirêkên malbata û civakê bi awayek rast fam bikim û analiz bikim û di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo ez hê zêdetir hewldan bikim bû çavkaniya motîvasyonê. 
 
MIN FIKIR Û FELSEFEYA APOYÎ NAS KIR 
 
Piştî demekê min fikir û felsefeya avakerê ‘çawa were jiyankirin’ niha ev 25 sale li greva Îmralî û di hucreya yek kesî û di nava îzalosyonê deye nas kir. Ev fikir û felsefe, ji bo îfadekirina civak û kesên ku nasnemeya wan tê înkar kirin, çareseriya wê ne di netew- dewlet, avakirina kîn û xêzkirina sînoran deye, di avakirina civaka demoqratîk, parastina nasnameyên tên înkarkirin û bi hevre jiyana kirina gelan di nava aştiyê deye. Ev felsefe, felseyek ku dikeve kurahiya heqîqeta civakê, derxistina zextan û alternatife. Min modelek ya jiyanê ku ne sînorên siyasî, yek ziman, yek milet û yek çand, yek ol û ji dîrokê bawer nake û xwe li ber nagre berûvajî hemû cûdahî, bawerî û gelan dixwe hesabê û hebûna wan îfade dikir û pir civakiyê temsîl dike hilbijartiye.
 
Bi naskirian vê fikir û felseyaê(Fikir û felsefeya Apoyî), min xebat û lêkolînên xwe bi bûna endama Komelya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) temam kir.
 
Li ser vê bingehê  li cihên cûda yên Rojhilata Navîn ez bi pirsgirêkên jinan yên civaknasî re mijul bûm. Min ferq kir ku birînên jinan ên hevpar hene, ji ber vê riyên rizgariyê di heman rastiyê de û dibe hevpar be û dikarin xebatên hevpar bidin meşandin.
 
ÇÛYÎNA KOBANÊ 
 
Êrişa DAIŞ li ser Rojava (Bakûr û Rohilatê Sûriye) li aliyekê armanca hêzên tarî yên li Rojhilat Navîn û ji bo hê baştir famkirina sedemê wê, li aliyê din cihê jeopolitik yê Rojhilata Navîn û têkiliyên hêzên siyasî yên aktiv yên hêzê hê baştir têbigihim û weke jinek aktivîst bû sedem ku ez fam bikim ku di aliyê pêkanina îstikrar, aştî û demoqrasiyê li herêmê  di wateya hê zêdetir beşdarbûn çêbibe . Ji ber vê ez çûm bajarê Kobanê, cihê ku hêzên terorîst ên DAIŞ ku behs dikirin ku di migefta wê de nimêj kirine.  
 
Ya wan ‘serê jin û zarokan yên jêkirî’ qêrînên me yên aştiyê ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Di heman demê de em vê navê serkeftina DAIŞ me bi leşkerên xudayên li ser ruyê erde re şer dikir! Erka wan di nava sedsala were ya Rojhilat Navîn de pêkanîna pilanek ya cehnemê bû. Hêzek ku ji bo ronahiya Rojhilat Navîn tune bike bû. Ev hêza terorîst, di terzê çerxa navîn de (rêveberiyek paşdemayî) qaşo daxwaza edaleta Îslamê çêbike, ji bo avakirina xelîfet û hikumeta Îslamê jiyana gelan tune dikir. Tu dewlet li dijî vê hêza terorît têkoşîn nekir.
 
Dewleta Tirk piştgirya tam dida hêzên DAIŞ, sînor ji bo şandina melzemeyên lojîstîk û leşkerî di vekir. Hêzên Koalîsyonê koçe bi koçe heta dagirkirina dawiyê bi baweriya serkeftin wê ya DAIŞ’ê be lê meyze dikir. Weke ku li Xeza li qirkirina gelê Koban û Şengalê temaşe dikir. DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî, revand, esîr girt û weke ganîmeta şer firot. Lê belê li gel bêdengiya netew-dewletan, em bûn şahidê qêrînên gelê azadîxwaz yên li çar aliyên cîhanê. Li gel Koban û Şengalê heman deng bilind kir û rabûn ser lingan, di demek kin de çûn wêderê û li dijî DAIŞ’ê beşdarî têkoşînê bûn. Piştre bivê nevê hêzên hegomonîk neçar ma maskeya xwe bixwe rûyê xwe û weke ku li hawara gelê Rojhilata Navîn werin xwe weke Mesîhek modern nîşan da. Ji xwe ew maske di zûde ketibû û gel bi xwe birîna xwe kemandibû.
 
BI DEMOKRASÎ Û ŞOREŞÊ EM Ê DIKARIBIN BIGIHÎJIN ARMANCA XWE 
 
Sedsala 21’an, sedsala daxwazên civakê û di çêkera netew-dewet û zîhnyeta wê de xwegihandina guherînên ji kokê ye, bi demokrasî û şoreşê re dikare bigihe armanca xwe. Êdî dawiya kirdeya dewletê heyberbûna civakan hatiye. Êdî dîrok, çand, netewperetî, ol, zayendperestî û îdeolojiyên pozîvîst yên dewletê, civakê bê hiş nake. Êdî demê ku dewlet şivane û gel jî keriye bi dawî bûye. Rojava (Bakûr û Rojhilatê Sûriye) ceribandinek ku dînamizim û îradeya xwe bi xwe nîşan dide ye, lê ev ceribandin, ji bo bilindkirina asta hişyariya civak û bi taybet ya jinê encama hewldana bi salan dom kiriye. 
 
Jina hişyar tê wateya civaka hişyar, civaka hişyar tê wateya pîroziyên kapîtalîzmê lêpirsîn bikeye. Îradeya bi xwe ya gel, havkarîbûna gel di çareseriya pêvajoya îradeya azad de, tê wateya beşdariya aktîv ya civakê di qadên civakî, aborî, perwerde, siyasî û hwd. Li vêderê min fam kir ku hebûna jinan di jiyanê de têkiliya azadiyê ye. Li dijî DAIŞ’ê hebûna min ya di têkoşîna mertal de, rastî roja ku ev herikîn ku ji bo dagirkirina Kobanê hemû hêza xwe bikar danî hat.    
 
JI BER TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞÊ MIN XISTIN LÎSTEYA MIRINÊ YA MÎT'Ê
 
Dema ku li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyeyê gel mertalê mirovan ava kir, ji nav hezaran kesan de ez yek ji wan bûm ku bûyîna ‘zaroka Rojhilata Navîn’ me kişand wê derê. Piştî birîndarbûna min êdî derfet û hêza min a li cihê berxwedanê mayînê nemabû. Ji ber vê yekê ji bo berdewamkirina xebatên xwe yê civakî, perwerde û lêkolînan a li Rojhilatê Kurdistanê vegeriyam KJAR’ê.  Di vê pêvajoyê de têkoşîna min a li dijî DAIŞ’ê bûbû sedem ku navê min di lîsteya mirinê ya hêzên îstîxbarata Tirk (MÎT) de cih bigire. Ji ber vê yekê hebûna min a li Rojava an jî herema Kurdistanê dihat wateya gefa sûîqastê ya ji aliyê dewleta Tirk ve.
 
Di salên dawî de li KJAR’ê bi xebatên xwe yê di qada sosyolojiya jinan û lêkolînkirina dîroka nehatiye nivîsandin a jinên li erdnigariya siyasî ya Îranê min hewl dida şopên civaka dayiksalar bibînim û bersiva pirsa li cihekî ku demekî bûye warê xwedawendan çima întîxar û kûştinên jinan ewqas gihiştiye lûtkeyê bibînim.
 
GIRTIN Û ÎŞKENCE 
 
Di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li riya Senendec-Kamyaran ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve hatim girtin. Di dema girtinê de gule berdan, şikandina camên seyareyê, îşkence û êrişa fîzîkî, şerê derûnî, ji derveyî qadên kamera lê hene lêpirsîna di hucreya yek kesî de (îşkenceya spî)-ji bo tevgerên xwe û êrişên xwe yê derveyî exlaqî qeyd nekin, ji bo biçûkxistina îradeyê li pêşiya kamerayan biçûkxistin û zextên ku tevahiya 13 rojên ku ez li Îstîxbarata Senendecê mam hin ji wan zextan e ku li hemberî min hat pêkanîn. Ji min re gotin wehşî û gotin “Te jinbûna xwe wenda kiriye! Çima nagirî? Herî dawî tu kengê giriyayî? Herî dawiyê te kengê bêhna kûlîlkekî hilgirt?” 
 
Paşê min şandin qawişa 209’an a Girtîgeha Evînê. Li wê derê 4 mehan di lêpirsînan de zextê li min kirin. Di nav van de îşkenceya spî, senaryoyên derewkar û bi nakok, geha sûîqesta keyasetê, bi darê zorê îtîraf girtin û hwd hebû. Êşa zêde ya serî, timî xwîn avêtin (ji difinê), zêdebûna êşa sitû û navtengê, diyariyên wan rojan bûn ku min di hucreya yek kesî de derbas kirin. Bi gotinekê din tişta ku îhtîmal hebû dewleta Tirk li min bike, Wezareta Îstîxbara Îranê pêk anî. Di 20’ê Kanûna 2023’yan de min şandin qawişa jinan a Evînê. Di dawiyê de di 9’ê Nîsana 2024’an de li Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tahranê ya Hejmara 15’an de bi sûcdariyên ‘endamtiya komekê mûxalîf’ û ‘serhildanê’ hatim darizandin. Lê pirsa bingehîn ew e: 'Çima li hemberî hêzekî terorîst a mîna DAIŞ’ê şerkirin, weke şerê li dijî Komara Îslamî û bi heman awayê tê dîtin?' Belê, îdiaya ku Komara Îslamê li dijî DAIŞ’ê têkoşiyaye li ku derê dîrokê cih digire? DAIŞ serê me jê dikir, Komara Îsmalê jî serê me bi sêdarê ve dike. Tu agahiyên siyasî-hiqûqî ne di wê hêzê de ye ku vê paradoksê çareser bike. Wê demê em hişyar bin.
 
TECRÎD DIDOME 
 
Di pêvajoya girtîmayîna min a salekê de tenê sê meh û nîv mafê min a hevdîtina bi malbata min re çêbû. Di demên li pey wê de ez di hucreya yek kesî de mam an jî mîna niha li qawişa jinan mam, lê di derfetên tecrîdê de. Piştî 10 mehên li ser girtîbûna min di navbera dîrokên 15-17’yê Gûlanê de bê ku li paşeroja min û sîcîla min li ber çav bê girtin min bi DAIŞ’ê re xistin heman kefeyê û weke terorîst binav kirin. Ji min re gotin ku ji aliyê dewletê ve bi ûnvana ‘Ya ku haremê diparêze’ çûyîna Sûriyeyê bes bû. Li gor van penasekirinan, her kesê ku li ser bingehê erkên mirovî li dijî DAIŞ’ê şer dike divê terorîst be!
 
Di van sê mehên borî de wan hewl da ku sûcên nû li ser min bikin. Ji bilî guhdarîkirina îddîayên pûç û bêbingeh, lêpirsînên bi pêşniyaran, heqaret, gefên kuştinê, provokasyon û zexta ji bo îtirafkirina bi zorê pirsgirêkên din ên vê serdemê bûn. Niha di ser lêpirsîna dawî re nêzî sê meh derbas bûne, ne mafê parêzerên min heye ku dosyayê ji nû ve lêkolîn bikin, ne jî mafê min heye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim! Ez niha di heyama qedexeya ragihandin û hevdîtinan re derbas dibim.
 
Niha, li paşerojê û riya ku ez geriyam dinêrim; Ez tiştên ku min kirine diparêzim, ji ber ku min di ti dem û cihan de herî biçûk êrîşek li ser can û mal û canê kesî nekiriye û tenê sûcê min hest bi berpirsiyariya civakê ye. Ez hê jî têkoşîna xwe ya li Kobanê ya li dijî hêzên terorîst ên DAIŞ’ê diparêzim û heya bi dawîbûna hemû zilm û zordariya li ser jinan, ji Kurdistanê heta Belûcistanê, ji Îranê heta Efxanistanê heta gihîştina îdealên 'Jin, Jiyan, Azadî' heta dawî ez ê têkoşîna xwe bidomînim.  
 
Di dawiyê de ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku di sala derbasbûyî de ti gumanek herî biçûk der barê karîna min a ji bo pêkanîna erkên xwe yên mirovî li hember civakê û bi taybetî jinan de çênebûye û dê çênebe.
 
Ez jineke Kurd im ku li Rojhilata Navîn dijîm û tenê ji bo xwe nejiyam. Ji bo azadiya civakî ya niştecihên heremê çi ji destê min hat min kir û ezê vê yekê berdewam bikim. Ji ber ku jiyanek bi nirx û azad hêja ye ku mirov di oxira wê de jiyana xwe bide. Divê jiyan an bi heybet û bi wate bê jiyîn û bi azadiyê were xemilandin an jî divê neyê jiyandin.
 
Werişe Muradî
Qawişa Jinan a Girtîgeha Evînê
Tebax 2024”

Sernavên din

16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne