Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin

  • cîhan
  • 20:23 31 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina 3’yemîn konferansa li Berlînê de panela bi sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û saziyên navneteweyî tecrîdê paşguh dikin.
 
Konferansa Aşitî û Demokrasiyê ku li Berlîn a paytextê Elmanyayê hate lidarxistin, bi panela sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ dewam kir. rûniştina 3’emîn ji aliyê rojnamevan Hayko Bagdat ve hat rêvebirin û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Wezîrê Edaletê ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson axivîn.
 
‘DEWLETA TIRK PÊŞNIYARAN BERÇAV NAGIRE’
 
Di panelê de pêşî Parêzer Cengîz Yureklî axivî û anî ziman ku bêhiqûqiya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ewil a dîlgirtina wî ya li Îmraliyê ve destpê kiriye û îro bi zêdetir dewam dike. Yureklî diyar kir ku sepandina ewil a OHAL’ê ku 20’ê Tîrmeha 2016’an xistin dewrê, li Îmraliyê pêk hat û ev tişt gotin: “OHAL cara ewil li Îmraliyê sibeha heman şevê hate pêkanîn. Li Îmraliyê bi guhertin û sînordarkirinên girîng fermiyet dan qezençkirin. Girtiyên li Îmraliyê bi taybet Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Ev şert û merc mafê hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi girtiyên din, malbat û parêzeran re ji holê radike, desteser dike. Qedexeyên serdan û têkiliyê jî zêdetir kirin. Desteserkirinên mafan li dijî girtiyên din jî hatin sepandin. Sînordarkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re di raporên CPT’yê de jî hene. Sînordarkirina şert û mercên fîzîkî û derûnî bi raporên CPT’yê re jî eşkere bûye. Rastiyek e ku qada tevgera fîzîkî ya Birêz Ocalan hatiye sînordarkirin, dema girtina hewayê hatiye kêmkirin û asteng dibin ku rasterast rojê nebînin. Raporên CPT’yê hene ku ji bo ev îzolasyon bê rakirin, girtî zêdetir têkiliyên civakî bikin û bi cihana ji derve bikevin têkîliyê. Lê dewlet bi tu şeweyî ev li ber çavan negirt û nagire.”
 
‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ PAŞGUH DIKIN’
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî bi rêya Skype tevlî panelê bû. Eren Keskîn got ku li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ye û anî ziman ku sepandinên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava ji ber destkeftiyên li Rojava ye. Eren Keskîn destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê re ne tenê Abdullah Ocalan hemû Kurdan hedef digire.
 
Eren Keskîn da zanîn ku pirsgirêka Kurd beriya Komarê jî hebû û destnîşan kir ku destkeftiyên li Rojava veguheriye polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk û ev zext hatine rewşeke ku nayê texmîn kirin. Eren Keskîn bi lêv kir ku êrîşên fîzîkî yên dewletê yên di salên 90’î de îro li dijî azadiya îfadayê tên kirin.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn rexne li zehmetiyên di dema serdana Îmraliyê de û binpêkirina peymanên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û îşaret pê kir ku saziyên navneteweyî vê rewşê paşguh dikin. Eren Keskîn diyar kir ku zextên li ser siyaseta Kurd ji tecrîda li Girava Îmraliyê ne serbixwe ye.
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Wezîrê Edaletê ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberekî ku li cîhanê tê naskirin e û anî ziman ku ew 6 caran bûye endamê şandeya Îmraliyê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe.
 
Ogmundur Jonasson da zanîn ku dewleta Tirk aştiyê naxwaze tenê aştiya bi şert û teslîmiyetê dixwaze û got ku 3 sal û nîve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û peyama dawî di sala 2019’an de hatiye. Jonasson bi bîr xist ku di vê peyama Abdullah Ocalan de gavên pêş hene û daxwazên demokratîk hatine kirin. Jonasson anî zimam ku di Newroza 2013’an de peyama aştiyê yê Abdullah Ocalan bandoreke girîng çêkiriye û piştre di sala 2015’an de deriyên Îmraliyê hatine girtin û îdia kir ku Enqere di vê pêvajoyê de qutbûnê çêkiriye.
 
Ogmundur Jonasson îşaret bi pevçûnên hundurîn a dewletê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an kir û anî ziman ku di êrîşên di wê demê de Kurd hatine qurbankirin. Jonasson, got ku bajarên Kurdan veguherandine qadên şer û anî ziman ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin û divê bi lezgînî gav bên avêtin. Jonasson diyar kir ku dewleta Tirk tevî daxwazên CPT’yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re red dike û mafê telefonê jî nade.

Sernavên din

14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê