KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin

  • rojane
  • 10:16 12 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê xwest, hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun werin eşkerekirin, cezakirin ku careke din li Başûrê Kurdistanê bûyerên bi vî rengî neqewimin.
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî pêvajoya darizandina kujerên endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Denîz Cevdet Bulbun di 18'ê îlona 2023'an li Hewlêrê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT'a Tirkiyeyê de hate qetilkirin.
 
‘TIRKIYE GELEK KOMÊN TERORÊ AVA KIRINE’
 
KNK'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser sûcên MÎT’a Tirkiyeyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Eşkere ye ku Başûrê Kurdistanê tije ye ji dezgehên sîxurî yên welatên cîhanê. Bi taybetî jî sîxurên dewleta Tirkiye û MÎT ê gelek komên teroristî ava kirine. Di wê çarçoveyê de komeke teroristî ya bi pêşengiya dezgeha MÎT'ê plana kuştina Denîz Hêvî darişt û ew teror kirin. Piştre hêzên asayîşa Hewlêrê du (2) tometbarên ku destê wan di wê bûyera tawanê de hebûn girtin.
 
Pêştir çend caran bêyî rêniştina dadgehê, doz hat paşxistin. Piştî derbasbûna salekê bi ser tawanê, dadgehê di du rûniştinan da biryar dan. Li 10.09. 2024 an di rûniştina daw,ya dozê ku li ser dadgehkirina her du tawanbar (C.S) û (N.E) a li ser keysa terokirina Denîz Hêvî bê. Dadgeha tawanan a Hewlêrê li gor madeya 2 ya qanûna dije terorê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara zindanê ya heta hetayî li ser her du tawanbaran da.
 
Di qonaxa lêkolîna bergumanan de, her du tawanbar li hember dadwerê vekolîna asayişê dan bi wê yekê kirin ku wan kar ji bo dezgeha sîxurî ya Tirkiye kirine û di dema terorkirina şehîd Denîz de alîkariya ajanê kirine. Her weha ji bilî wê jî dan bi hindê dane ku li bin fermana dezgeha ‘’MÎT’’ ê karê sîxuriyê encamdane û li hemû bajarên başûrê Kurdistanê ( Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Kelar) torên sîxuriyê ava kirine û çavdêr,ya bi dehan kesan li wan bajêran kirine.
 
Li gorî lêkolînên asayîşê heşt 8 gumanbarên dinê ku dosyaya wan di asayîşê de  li ser kuştina şehîd Denîz tên lêgerîn. Di nava wan de bikujê sereke û her wiha çend karmend û efserên dezgeha sîxuriya MÎT'a Tirkiyeyê jî hene.
 
Ji bilî cezaya heta hetayî yê li ser vê keysê, asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê bi tometa sîxurîkirinê û têkdana asayîşa herêmê dadgehê (N.E) bi 10 sal û (C:S) bi 7 salan zîndan ceza dan.”
 
KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de ragihandin ku ew wek KNK'ê wê heta dawiyê vê dozê bişopînin û ev tişt gotin: “Pêwîste hemû tawanbar yên rasterast teror encam dayî û tevaya efserên MÎT'ê û hemû ew sîxurên ku ev tawan plan kirine bêne eşkere kirin û bêne darizandin û cezakirin. Heke ne wisa be toreke berfireh a sîxuriyê bi pêşengiya MÎT'ê dikare di paşerojê de hîn zêdetir kiryarên teroristî pêk bîne.
 
Ji bo nehiştina van tawanan, di serî de erkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ew e ku êdî derî ji bo dezgehên sîxurî veneke, belku wan eşkere bike û rê li ber wan bigre.
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK spasiya hemû wan welatparêzên disoz yên ku di rêya doza şehîd Denîz Hêvî de ked dane ê ked didin. Bi taybetî jî tîma parêzeran ên ku ked dane û doz gihandî vî astî.”
 

Sernavên din

13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir