Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin

  • rojane
  • 10:24 12 Îlon 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di konferansa “Em di jiyaneke azad û wekhev de biisrar in, xwe birêxistin dikin” de wiha got: “Em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) konferansa xwe ya yekemîn a navendî li Odeya Endezyarên Înşaetê ya girêdayî TMMOB’ê li dar xist. Konferans, bi dirûşma “Em ji bo jiyanake azad û wekhev biisrar in, xwe birêxistin dikin” tê lidarxistin û dê du rojan bidome. Di konferansê de dê “Rêxistina jinan û tifaqên jinan” bên nîqaşkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û nêzî 200 delege tev li bûn. 
 
Di konferansê de ji ewil Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu axivî. Turkoglû, anî ziman ku wan ev konferans di demeke ku li Rojhilata Navîn şer kûrtir bûye û komkujiyên jinan zêde bûne de lidar xistine û got ku ew di konferansê de Emîne Şenyaşar û hemû zarokên hatin qetilkirin Narîn, Ceylan, Leyla yên aştiyê diparêzin bi bîr dixin. Turkoglû, wiha dewam kir: “Silav li jinên berxwedêr, xwe birêxistin dikin û dibêjin têkoşîna rêxistinkirî, silav ji zindanan heta kolanan, ji atolyeyên tekstîlê heta zeviyan, kargehan, ji gundan heta taxan. Em îlhama berxwedana li dijî zilmê ji dîroka xwe ya têkoşînê digirin. Em rêya xwe didomînin, têkoşîna rêhevalên xwe yên ji dîrokê heta niha li ber xwe dane, di vê armancê de jiyana xwe ji dest dane û di zindanan de dîl hatine girtin digirin. Em di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Semra Guzel de hemû girtiyên siyasî yên jin silav dikin. Em vê konferansê li dar dixin da ku bipirsin ka em bi vê mîrateyê tam bi van buhayan çawa dikarin vê têkoşînê berfireh bikin. Em ji her demê bêhtir hewceyê vê rêxistinê ne."    
 
‘PÊDIVIYA ME BI RÊXISTINBÛNA JINAN HEYE’ 
 
Bi domdarî Turkoglû diyar kir ku di şert û mercên îroyîn de zêdetir pêwîstiya wan bi rêxistinbûna jinan heye û diyar kir ku jin li hemû cîhanê di bin zextê de ne. Turkoglû, wiha got: “Em îro konferansa xwe ya rêxistina jinan li dar dixin û li ser rê û rêbazên avakirina vê rêyê bi hêztir biaxivin, nîqaş bikin û biryar bidin. Em baş dizanin ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi avakirina rêxistineke jinê ya bi hêz heye. Gelek sedemên me hene ku em vê rêxistinê bi dest bixin. Desthilatdarî û şerên hevpar ên hikûmetên serdest ên mêr ên kapîtalîst li hemû cîhanê belav bûye. Ev zîhniyeta ku bi şeran xwe xwedî dike, jinan û zarokan qetil dike. "
 
‘ÊRIŞÎ DETKEFTIYÊN JINAN DIKIN’
 
Turkoglû, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Pêwîst e em eniya li dijî şer ango hevgirtina jinan, li hemberî dîmenên giştî yên şerê Rûsya û Ûkraynayê, polîtîkaya qirkirinê ya Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên bindest, bi awayekî herî xurt pêk bînin. Em eniheyek xurt li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û herêma Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku ev şer ne şerê jinan e. Ev şer ne şerê gelan e. Ne şerê ciwanan, karkeran, kedkaran û feqîran e. Ev şer; Şerê di navbera hêzên serdest ên mêr de ye. Şerê sermayedaran e. Taybetmendiya hevpar a herî mezin a van hikûmetan êrîşa jinan û destkeftiyên wan e. Li Afganîstanê rejîma Talîbanê Wezareta Jinan girt. Li keçan çûna dibistanê hat qedexekirin. Herî dawî bi zagona bi navê 'Qanûna Fezîletê' hate gotin ku jin wê nikaribin bi dengekî ku di nava civakê de were bihîstin biaxivin. Hikûmetên zayendperest ên Fas û Iraqê hewl didin di her firsendê de zagonan derxînin ku rê li ber zewaca zarokan veke. Rejîma melayên faşîst ên Îranê ji bo bêdengkirin û tepisandina dengê jinan her cure polîtîkayan di nav de darvekirin pêk tîne. Tirsa rejîmê ya ji dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û cezayê îdamê ji bo parêzvanên mafên mirovan Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî nîşaneya herî dawî ya mêtingeriyê ye.”
 
DÊ TEVNA XWE BI JINÊN CÎHANÊ RE PÊK BÎNIN 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Turkoglû ev tişt anî ziman: “Nûnerê polîtîkaya şer a li herêmê li Rojhilata Navîn tê meşandin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ev hikûmeta ku ji Lubnanê bigire heta Misir, Sûriye, Iraq û Îranê hemû polîtîkayên xwe li ser esasê dijminatiya li hemberî gelê kurd û jinên kurd dimeşîne, di her firsendê de êrîşên li ser gelê kurd û jinên kurd didomîne. Ev dijminatî bingeha êrîşên bi taybetî li dijî Rojava ye. Şerê ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê hevkar û hêzên paramîlîter ve tê meşandin nîşaneya vê yekê ye. Du rojnamegerên jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Bi bîranîna rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin careke din dibêjin çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Niha em ji vir bi awayekî herî xurt bang dikin. Em ê nehêlin ku gelên Rojhilata Navîn û jinên Rojhilata Navîn li hemberî hev bên raberkirin. Em ê bi avakirina rêxistina herî xurt a jinan a li erdnîgariya xwe re hevgirtina jinan a li dijî şer ava bikin. Em ê bi jinên cîhanê re bi hev re tevbigerin. Têkoşîna me ya azadiya jinê vê berpirsyariyê dixe stûyê me. Em ê vê bikin, ji bo ku maf û destkeftiyên xwe bi hêztir biparêzin divê em vê bikin.
 
NEÇARESERKIRIN ISRARA DI ŞER DE YE 
 
Me got pirsgirêka herî bi êş a vî welatî pirsgirêka kurd e. Israra di neçaresernekirina pirsgirêka kurd de tê wateya israra di şer, xizanî, îstîsmar û tundiyê de. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi ferzkirina vê xitimandinê û kûrkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, welat dikişîne nava çolê. Li dijî tecrîdê bûyîn tê wateya li dijî şer. Dengê li dijî tecrîdê bilind dibe; dengê kesên ku di aştiya bi rûmet de israr dikin e. Hikûmeta ku vî dengî nabihîse û xitimandinê ferz dike, mehkûmî tunebûnê ye. Ev hikûmeta ku berdewamiya zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê ye, helbet wê ji holê rabe. Îro jî salvegera 12’ê Îlonê ye, em hevrêyên xwe yên di 12’ê Îlonê de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Îro li girtîgehan tecrîda li ser zîhniyeta 12’ê Îlonê xwe bi teşe dike tê kûrkirin. Em bang li hikûmetê dikin, we ji 12’ê Îlonê ders negirt. Em kesên 12’ê Îlonê pêk anîn şermezar dikin.
 
EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU EV SERDEM BIDOME 
 
Îro hikûmeta ku girtîgeh kirine malên mirinê û bi şewitandina înfazan mafê hêviyê ji girtiyan standiye, bila bizane ku em jin rê nadin ev serdem bidome. Deng û îsyana her rêhevalekî me, di serî de jin, di zindanan de dibe sedema mezinkirina têkoşîna me. Wê têkoşîna rêxistinbûyî ya me jinan be ku dê dawî li van pêkanînên bêhiqûqî û dijhiqûqî bîne. Yê ku tecrîdê bişkîne û çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re pêşkêş bike ev îradeya xurt a jinan e. Ji ber ku em tevî cudahiyên xwe jî parêzvanên jiyana hevpar in. Paradîgmaya me li ser pirdengîyê ye. Yên ku nasname, ziman û çandên cuda bi awayekî herî xurt temsîl dikin em in. Roj roja mezinbûn û pêşxistina israra di jiyana hevpar de bi cudahiyên xwe re ye. Roj roja berfirehkirina têkoşîna jinê ya hevpar a bi hemû beşên bindest, tên paşguhkirin û înkarkirin re ye. Roj roja şikandina tecrîdê û avakirina aştiyeke bi rûmet e.
 
KRÎZ Û ALOZÎ DI JIYANA ME JINAN DE HIŞTIN 
 
Ev hawirdora şer û kaosa li welatê me û li seranserê cîhanê me ber bi bêhêvîbûnê ve nabe. Berevajî vê, em bi biryardarî li ser sedemên xwe yên têkoşînê disekinin. Lê belê em birînên ku ev hemû krîz û kaos di jiyana jinên me de çêdike baş dizanin. Em bi bihayên zêde dijîn. Em bi îstîsmara kedê dijîn, ji bo debara xwe bikin têdikoşin. Em di bin ceribandina xizaniyê de dijîn. Îro jinên ku divê kîloyek rûn an jî kîloyek bacan bihesibînin pêdiviyên xwe yên takekesî jî ji bîr nakin. Rûyê rast ê ku keda jinê çawa tê îstismarkirin li atolyeyên tekstîlê, zevî, kargeh û malan e. Jinên ku li vir nêzî 12 saetan dixebitin, kîloyek rûn, kîloyek bacan bikirin jî nikarin malzemeyên paqijiyê bikirin, şîr bikirin jî nikarin hêkan bikirin. Me got em li dijî xizaniya jinan in û me bi jinên ku li Artvîna li ser Behra Reş çayê berhev dikin dest bi xebata xwe kirin. Tê xwestin ji sedî 80'ê Artvînê weke qada madenê bê îlankirin, hilberîna çayê ne bi bandor e û jin nikarin heqê keda xwe bistînin û nikarin debara xwe bikin. Li aliyekê jinên ku nikarin debara xwe bikin û li aliyê din jî Behra Reş a ku bi polîtîkayên talanî û qezenckirinê tê xwestin ku cewhera wê bê tunekirin. Hefteya borî Reşît Kibar ê li Artvîn Çîftekoyê qada xwe ya jiyanê diparastin, hat qetilkirin. Em li wir bûn, ji bo hevgirtina malbata wî. Lê ev polîtîkaya zextê li Artvînê roj bi roj mezin dibe. Em ê bi hev re hesabê wan bipirsin. Ez li ser xizaniya jinan hin daneyan parve bikim. Binêrin, li Tirkiyeyê ji her 10 jinan tenê sê kes di jiyana kar de ne. 12 milyon jin ji ber rolên ku newekheviya zayendî nikarin bikevin jiyana kar. 3 milyon û 248 hezar jin bêyî ewlehiya civakî têkoşîna jiyanê didin.
 
XEBATÊN BÊPERE YÊN DERZIYA HPV’Ê 
 
Hema bêje ne mimkûn e ku jin xwe bigihînin tenduristiyê. Mînakekê bidim; Em dikarin tenê bi lênihêrîna bihayên aşiya HPV'ê fam bikin. Jineke bê dahat wê çawa derziya ku ji bo yek dozekê di navbera 2500-3500 TL de ye bigire? Ev hikûmet nake xem, lê em dikin. Di vê çarçoveyê de li şaredariyên me xebatên derzîlêdana HPV'ê ya bêpere dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo şaredariyên me jî vê yekê pêk bînin em ê hewl bidin. Ev xizaniya ku jin di nav de dikişînin encamek e. Ev encama siyaseta şer e, encama siyaseta mêtînger e. Em ê vê xizaniyê qebûl nekin. Li dijî îstîsmara keda xwe em ê li qadan, kargeh û malan mezintirîn rêxistina jinan ava bikin. Li ku derê em hatin gel hevdu, em ê dîsa bi hêz bibin û rabin. Em ê mal bi mal, derî bi derî, gund bi gund, tax bi tax li hev bicivin, bi çalakiyên xwe yên hişmendiyê em ê vê rêxistinê mezin bikin û em ê rê nedin îstismarkirina keda xwe û xizaniya jinê.
 
ŞIRÎKÊN HÎZBULKONTRAYÊ DI MERASÎMA NARÎNÊ DE TÊN CEM HEV 
 
Em ê îro jî wek roja yekem bibêjin û eşkere bikin. Ev hikûmet li dijî jinê ye. Her polîtîka û her siyasetmedarê hikûmeta AKP-MHP’ê şîdeta li ser jinê pêş dixe. Kuştina zarokan zêde dike. Komkujiya Narîn Guran a ku îro em hemû bi baldarî lêkolîn dikin û di raya giştî de li bersivan digerin, wêneyê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî jin û zarokan e. Ev yeka han eşkere ye ku civak ji ber siyasetên hikûmetê rastî rizandinê hatiye. Kesekî ji roja ewil û vir de hewl da manîpule bike, wekaletên hikûmetê, tifaqa mêtinger a hikûmetê, di qetlîama Narînê de çi rol girtine û sûc kirine, ji bo ku fail dernekevin holê, hemû raya giştî ev yek dît. Wezîrên Edalet, Karên Hundir, Malbat û Polîtîkayên Civakî, wezîrên ku ji qetilkirina jin û zarokan berpirsyar in, tên gundê Çûlîyê. Weke ku yên ku polîtîkayên pêşîgirtina li qetlîamên zarok û jinan ji holê rakir û kiryarên zîhniyeta ku ev welat anî vê rewşê, li cihê bûyerê kom dibin. Hêzên paramîlîter ên salên 90'î û yên bi Hizbul-Kontra re mil bi mil meşiyan, li ser cenaze û gora Narînê tên cem hev. Piştî vê bûyerê Hizbulkontra derket û partiya me hedef girt û hewl da sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên li dijî jin û zarokan pêk anîne veşêre. Divê baş bê zanîn ku; Ev kes, ev jin, van qatilan, kontrayên ku di salên 90’î de cînayetên kiryar nediyar kirine, baş nas dikin. Divê tu kes guman neke ku em ê îro jî mîna duh li dijî vê zîhniyeta xirab têkoşîna herî xurt bidin. Em ê dev ji hesabpirsîna ji bo Narîn û hemû jin û zarokên hatine qetilkirin bernedin.
 
KOMKUJÎ REWA KIRIN
 
Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 205 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 117 jin di şert û mercên gumanbar de mirî hatin dîtin. Di encama vê hikûmetê de hêz û teşwîqkirina sûcdaran di meha Tebaxê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ev komkujî bi polîtîkayên ku jiyana jinan dikin hedef hatin meşrûkirin. Ji Peymana Stenbolê vekişiyan û hewl dan ku van komkujiyan zêdetir bikin. 
Polîtîkayên xwe berdewam kir û hewl da qanûna bi hejmara 6284'an bi pakêtên darazê ji holê rake. Di dawiyê de jî diyar kir ku jin piştî zewacê nikarin paşnavên xwe bikar bînin û ev yek careke din îspat kir ku ew jinan weke mijar nabîne. 
 
DANEYÊN TUÎK’Ê 
 
Rewşeke din a giran heye. Bi taybetî dema ku wezaretê ev yek ji sala 2024’an de ragihand, lêkolîna herî dawî ya li dijî tundiya li ser jinê lêkolîn herî dawî jdi sala 2014’an de hatiye kirin. Pirsgirêka ku divê bi rêkûpêk bê kirin, lê diyar dikin ku ew ê bi TÛÎK'ê  vê lêkolînê bikin û ev jî baweriyê nade jinan.- Wê demê ger ku TÛK bibêje tundiya li ser jinê kêm bûye em ê matmayî nemînin. Di demeke ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hemû sazî û dezgehên xwe siyaseta qirêj dimeşîne, ev desthilatdarî bi vê rêbaza xwe dixwaze ji xwe re kes û civakên meqbûl biafrîne.  Tirkiye bi modela perwerdehiya sed salî ji bo zarok û ciwanan bûye xeter. Bi polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê cihêkarî û newekheviyê kûrtir dike. Xwendekarên ku bi birçîbûn û xizaniyê dest bi sala xwendinê kirin, niha jî bi mufredata ku ji hikûmetê re şukir bikin tên perwerdekirin. Li dijî pergaleke perwerdehiya zayendperest, monîst, cihêkar ji bo polîtîkayên perwerdehiya bi zimanê dayikê ya azad,  wekheviya zayendî pêk bînin, li her derê em ê têbikoşin.
 
EM Ê TORA TÊKOŞÎNÊ BIRÊXISTIN BIKIN
 
Gelek tişt hene ku em bibêjin û gelek karê me heye. Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, em bi rêxistinbûneke mezin derketine rê. Em îro jî bi sazî, platform, torên têkoşînê û bi polîtîkayên xwe yên rêveberiyên herêmî, weke roja ewil vê têkoşînê bi awayekî herî xurt dimeşînin. Lê em dizanin ku ev têrê nake. Em ê tu carî destûrê nedin ku jiyana me were desteserkirin û dizîn. Rê û rêbaza vê ji me re zelal e. Em ê yên heyî em ê tora herî xurt a têkoşîna li dijî tundiyê bi rêxistin bikin û berfireh bikin.
 
DÊ TÊKOŞÎN BIBE XETA ME YA SEREKE 
 
Bi xebatên atolyeyan, bi hevdîtinên jinan wê deriyek nemîne ku em lê nedin. Bi zêdekirina sazî û stargehên xwe em ê li dijî polîtîkayên mêtînger ên vê hikûmetê bi awayekî herî xurt xwe bi rêxistin bikin. Ji bo pûçkirina şerê qirêj ê bi amûrên şerê taybet ku di ser jin û ciwanên Kurd  re tê meşandin, em ê têkoşîna xwe weke xeta sereke diyar bikin.  Em ê bi rêveberiyên xwe yên herêmî, komele û tevnên têkoşînê yên hevpar re têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi awayekî herî xurt bidomînin. Em ê jiyana xwe ji merhemet û qanûnên desthilatdariya mêtînger re nehêlin. Em konferansa xwe bi dirûşma“Em di jiyana wekhev û azad de israr dikin – xwe birêxistin dikin” dest pê dikin. Gumana me tune ku em ê ji konferansa xwe bi biryarên pir xurt dernekevin. Ji ber ku em rêhevalên Rosa, Sakîne, Sêve, Kader Ortakaya, Sîbel, Hevrîn Xelef û jinên pêşeng ên şoreşa Rojava ne. Yên ku jinên cîhanê li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku porê Jina Mahsa Emîn ji xwe re kirine sedema îsyanê, dikin yek. Yên ku soz dane wê  pênûsa Gulîstan, Hêro û Nagihanê li erdê nehêlin in. Em jinên ku li kargeh û atolyeyên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê di grevê de ne. Yên ku dibêjin em ê nehêlin ji Îkizdere heta Cûdî, ji Akbelen heta Qulp û Çîftekoyê parçeyek axa me bibe qurbana berjewendiya siyasetê ne. Ez gotina xwe bi gotina ku em di jiyana azad û wekhev de israr dikin û bi hemû tecrubeyên xwe yên têkoşînê birêxistin dibin, bi dawî dikim û heyeta Konferansê silav dikim. Bijî hevgirtina jinan, jin jiyan, azadî!” 
 
Piştî axaftinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

12:53 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin
12:49 KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir
11:58 Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş
11:51 Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir
11:06 Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
10:56 Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
10:48 Qeyûmê Wanê gavên provokator diavêje
10:24 Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e
09:53 Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin
09:07 Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê
09:06 ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
09:04 Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin
09:03 Piştî projeyên rantê hatin redkirin, dest bi reşkirina DEM Partiyê kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN
17/09/2025
20:41 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk mifteyeke girîng e
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike