Şewata li Mûşê hate vemirandin
- Rojane
- |
- 13 Îlon 2024 09:45
- |
MÛŞ - Şevê din li navenda Mûşê şewat derket û bi mudaxileya komên şaredariyê şewat hate vemirandin.
Duh bi şev li taxên Pamukluk Baglari, Bayrakli Tepe û Guzeltepe yên girêdayî navenda Mûşê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayê, şewat di demekî kin de li qadeke berfireh a daristanê belav bû. Bi mudaxileya komên agirkujiyê yên Şaredariya Mûşê, şewat di saetên serê sibehê de hate vemirandin.