Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin

  • rojane
  • 09:58 13 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Ji endamên koma Demîr Lebleblî Yasemîn Demîr ku di dema çalakiyên ji bo Narîn Guranê de hat binçavkirin, got: "Dîmenên hevalên me yên kincên wan ji wan hat kirin, bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Dîmenên der barê tundiya polîsan de jî bi darê zorê hatin jêbirin." 

Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, piştî 19 rojan bi awayekî kuştî hat dîtin. Kuştina Narînê li tevahiya welêt bû sedema hêrs û bertekên mezin.
 
Li Stenbolê ku yek ji navendên çalakiyan bû, di dema daxuyaniya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ya li Kadikoyê de, 2 jinên ku bertek nîşanî polîsên ku xwestin nasnameya wan kontrol bikin dan, hatin binçavkirin. Jinên ku birin midûriyeta polîsan, bi sûcê sûcê "Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan de" der barê wan de qeyd hat çêkirin û paşê serbest hatin berdan.
 
Koma Demîr Leblebî ku xwest li Kolana Îstîklalê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di êrişa polîsan de ya li hemberî jinên ku destûr nehat dayîn daxuyaniyê bidin 7 kes hatin binçavkirin. Di lêpirsîna polîsan de ji jinên ku birin midûriyeta polîsan pirsên wekî "Hûn çawa ji çalakiyê haydar bûn, hûn bi çi armancê beşdar bûn, ji bo beşdarbûnê kesî zorê li we kir" hatin kirin. Bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan" îfadeya jinan hat girtin. 
 
LI MIDÛRIYETÊ TACIZ
 
Kesên hatin binçavkirin di îfadeyên xwe de diyar kirin ku rastî tundiya polîsan hatine û gotin ku polîsên mêr kincên wan ji wan kirine û ew taciz kirine. 
 
DI RAPORÊ DE BEHSA TUNDIYÊ NEHAT KIRIN
 
Her wiha jinan diyar kir ku ew li gel polîsan çûne cem bijîşk, lê bijîşk tahdeya ku polîsan li wan kiriye di raporê de nenivîsandiye. 
 
Endama Koma Demîr Leblebî Yasemîn Demîr têkildarî tiştên ku li qereqolê hatine serê wan ji ajansa me re axivî.
 
KINCÊN WAN JI WAN KIRIN Û DÎMENÊN WAN KIŞANDIN
 
Demîrê diyar kir ku kesên kujerên zarokan diparêzin hewl didin kesên ku dibêjin "Em dengê zarokan in" bêdeng bikin û polîsên ku tundiyê li wan kirine bi porê wan girtine û ew kaş kirine. Demîrê got: “Jin ji aliyê polîsên Midûriyeta Stenbolê ve rastî tacîza zayendî hatin. Wêneyên hevalên me yên di dema êrişa fizîkî de kincên wan ji wan hatin kirin bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Tevî ku dema binçavkirinê qediya bû jî, polîsên mêr, jinan û hevalên me yên LGBTIQ+ taciz kirin."
 
‘BI DARÊ ZORÊ DÎMENÊN DEMA TUNDIYÊ HATIN JÊBIRIN'
 
Demîrê anî ziman ku dîmenên tundiya polîsan bi darê zorê ji têlefonên wan hatine jêbirin û got: “Em wekî femînîstên quer ên zanîngehê, desthilatdariya mêran a li ser bedena xwe qebûl nakin. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku bi zorê dîmenên kêliyên îşkenceyê ji telefonên hevalên me jêbirin, nikare tundiya mêr-dewletê ya li ser jin û lezbiyenan veşêre. Em ê ji kampusê heta kolanan, li her derê biqîrin ku em li dijî saziya malbatê, heteropatrikatî û faşîzma qesrê ne." 
 
WÊ GILÎ BIKIN
 
Parêzerê ciwanan Sîdar Perçînê diyar kir ku ji ber tundî û pêkanînên xerab ên li muwekîlên wê hatine kirin dê gilî bikin. Perçînê wiha got: : “Tundiya fizîkî û derûnî binpêkirina qedexeya muameleya xerab e. Saet li derdora 19.00’an hatin binçavkirin û heta saet 23.00’yan bi awayekî ji paş de kelemçekirî, tî û birçî di wesayîtê de hatin girtin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin