Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir

  • rojane
  • 12:09 30 Îlon 2024
  • |
AMED - Hevalê Alî Ekber Orûç ê ji ber nexweşiyên li girtîgehê pê ketî jiyana xwe ji dest da yê têkoşînê Mehmet Zengeralp wiha got: “Xeyala wî ya herî mezin azadiya Kurdistanê bû. Di şertên zor û zehmet de têkoşiya.”
 
Alî Ekber Orûç ê di 1’ê çileya 1993’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hate binçavkirin, li Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê (DGM) hate darizandin. Orûç ê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn bi dorê li Girtîgehên Amed, Erzirom, Sîncan û Umraniyeyê hate ragirtin. Orûç ê di lîsteya girtiyên nexweşên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt, tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “nikare di girtîgehê de bimîne” jî demekî dirêj nehate berdan. Orûç ê di 21’emîn sala girtina xwe de di 28’ê îlona 2014’an de di nav nivînan de hate berdan, ji wê rojê heta 22’yê îlonê di nav nivînan de têkoşîna jiyanê da. Cenazeyê Orûç ê di 22’yê îlonê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Mezrik ê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê hate veşartin. 
 
Hevalê Orûç ê zarokatiyê û girtîgehê Mehmet Zengeralp (56) qala Orûç kir. Zengeralp ê bi Orûç re dihate darizandin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn di 3’yê nîsana 2023’yan de hate berdan. Zengeralp ê li Girtîgehên Amed û Erziromê 15 salan bi Orûç re ma, pişt re sewqî Girtîgehên Wan, Mûş, Tekîrdag, Amed û herî dawî jî sewqî Bandirmayê hate kirin û ji vir hate berdan.
 
‘XEYALA WÎ AZADIYA KURDISTANÊ BÛ’ 
 
Zengeralp, diyar kir ku Orûç ji zarokatiya xwe ve fedakar û hevalekî baş bû û anî ziman ku taybetmendiyên wî ligel têkoşîna azadiyê ya kurd pêş ketin. Zengeralp, da zanîn ku Orûç piştî têkoşîn nas kir gotiye ku “Demek nasnameyeke me, çandeke me û dîrokeke me heye. Em nû ferq dikin” û bi lêv kir ku xeyala Orûç a herî mezin azadiya Kurdistanê bû. Zengeralp, diyar kir ku Orûç li dijî pergalê têkoşiya ye û her tim difikirî ku dema Kurdistan azad bibe dê çawa were bedewkirin û anî ziman ku Orûç her tim zimanê kurdî, çand û dîroka kurdî lêkolîn dikir. 
 
JI HEVALÊN XWE RE PÊŞENGTÎ KIR  
 
Zengeralp, diyar kir ku piştî têkoşîn nas kirin her tim nîqaş dikirin û nîqaşên wan di çarçoveya pirsên “Tevgera Azadiyê çi ye? Mafê kurdan çi ye? Em çima nikarin xwe bi xwe welatê xwe bi rê ve bibin?” de dihatin kirin û da zanîn ku Alî Ekber Orûç di sala 1988’an de bi awayekî çalak tev li têkoşînê bû û ji wan re pêşengtî kiriye. Zengeralp, bi bîr xist ku di şertên zor û zehmet de xebat dihatin meşandin û wiha got: “Li aliyekî dewletê operasyon dikir. Di wê çarçoveyê de li herêmê gelek tevlihevî hebû lê têkoşîn jî di asteke gelekî girîng de bû. Xebateke mezin hebû.”
 
TEVÎ ÎŞKENCEYÊ JÎ KENÎN  
 
Zengeralp, bi lêv kir ku dema di sala 1993’yan de çûn navçeya Hezexê piştî 2 kesên bi wan re teslîm bûn li gel Orûç hatine binçavkirin û anî ziman ku leşkeran îşkence li wan kirine. Zengeralp, diyar kir ku piştî Hezexê ew birin Cizîrê du şevan li wir hatin ragirtin û pişt re bi awayekî çavên wan girêdayî anîne Xana Axpar. Zengeralp, anî ziman ku di wesayîtê de di tevahiya rê de îşkence berdewam kir û tiştên bi serê wan hatibûn wiha vegot: “Dema em gihiştin Xana Axpar, li cihekî sekinîn û gotin ‘Heke tiştên we kirî hûn qebûl nekin em ê we bikujin’. Em danîn erdî, çavên me girtî bûn, berê çekan dan me. Dema berê çekan dan me, hevalê Elî got ‘Ev ji xwe wisa dikin’. Ji bo ku me bitirsînin em hinek tiştan bibêjin wisa kirin. Dîsa me tiştek negot. Em heta êvarî di rê de man. Piştî êvarî em li Xana Axpar li odeyekê hiştin. Dest û lingên me vekirin. Min yek dît, çavên wî tarî û tejî xwîn bûn. Got ‘Heval te ez nas kirim?’ Min jî got ‘Heval Elî tu yî?’ Got ‘Belê. Tu jî heval Miheme yî?’ Piştî ku me li hev nêrî em her du jî kenîn. Ev ken ne ji halê me re bû. Me her duyan jî li wir ferq kir ku îşkence li wî kirine tiştek negotiye, îşkence li min jî kirin min jî tiştek negot. Ev kena hinek aramiyê û rehetiyê bû. Her du kesên din li hemberî me bûn. Me li wan nêrî tiştek bi wan nehatiye, me got ‘temam em di rêya rast de ne.’”
 
Zengeralp, anî ziman ku pişt re bi îfadeyên her du kesên din li derdora gundê wan gelek kes hatin girtin û ev tişt got: “15 rojan bi tenê îşkence l imin û hevalê Elî kirin. Îşkenceya me dîtî, felaqe, ceyran, rijandina avê, xistina nav tekeri… Piştî kesên li gund hatin dest ji me berdan, êrişî wan kirin. Piştî me tên gund û îşkenceyê li gundiyan dikin. Gund vala dikin û dişewitînin. Pişt re tiştek dibe kesên li gund bi paş ve vedigerin.”
 
JI HEVALÊN XWE RE BÛ STARE
 
Zengeralp ê da zanîn ku piştî pêvajoya binçavkirinê ya 30 rojan hatin girtin, di adara 1993’yan de leşkerên hatin girtîgehê di bin navê “Lêgerînê” de êrişî wan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em derxistin cihê hewadariyê. Bi sedan leşker hatin wir. Bi daran êrişî me kirin. Hevalê Elî jî li cem min bû. Ji bo ku 2 hevalan biparêze xwe avêt ser wan. Piştî ku êriş kirin, em rabûn ser piyan, serê me hemûyan şikestibû em birîndar bûn. Elî fedakariya xwe li wir jî nîşan da. Hemû hevalan ew wê demê nas kirin.” Zengeralp diyar kir ku wan gelek bîranînên baş û xerab li girtîgehê kom kirine û anî ziman ku ew ji ber ku nedikarî mudaxileyî hin rojevên li derve bikin xemgîn dibûn, lê wan li girtîgehê pergalek dabû rûniştandin.
 
TÊKOŞÎNA WÎ LI GIRTÎGEHÊ JÎ BERDEWAM KIR 
 
Zengeralp vegot ku di sala 1997’an de ji Amedê sirgunî Erziromê hatin kirin û daxuyand ku bi awayekî dest û lingên wan girêdayî ew birine girtîgehê. Zengeralp, got ku dema ew birin ber girtîgehê pirsa “Dijminê te heye?’ ji wan hatiye pirsîn, herkesê bersiva “Na” daye lê Orûç ev bersiv daye; “Dijminê min diyar e, dewlet e. Ji xwe dijminekî min ê din nîne.” Zengeralp, bal kişand ku têkoşîna Orûç li girtîgehê jî berdewam kir û wiha domand: “Dizanî ku ji bo armanc û hedefekê li girtîgehê ye. Di wê çarçoveyê de difikirî, kûr dibû. Me 15 rojan carekê mehê carekê pêvajoya siyasal dinirxand. Em elimîbûn, kesê amadekarî nedikir. Me digot ‘Ji xwe amadekariya hevalê Elî heye’. Pêvajo dişopand û dinirxand, tespît dikirin. Dema diaxivî, hem nirxandin dikirin hem jî ji bo nirxandinê bikin tespît dikirin. Dema diaxivî hem nirxandin dikir hem jî ji bo ku em nirxandinê bikin bingehek ava dikir. Em hemû li benda wî diman. Rojekê komîsyon ez bûm. Wî jî dizanî ku ez im. Bi hevalê nobedar re nobet guherti bû. Min jî zêde amadekarî nekiribû. Ez difikirîm ku ‘Ez ê çend nirxandinan bikim, hevalê Elî dê bi ser bisekine’. Ez rûniştim min lê nêrî hemû heval hene lê heval Elî nîne. Min pirs kir ku ‘Heval Elî li ku ye?’ gotin nobedar e. Pişt re heval Elî hate ber derî got ‘Tu elimî yî ne wisa, êdî careke din bê amadekarî nabî’. Ji wê rojê şunde ji me re bû ders. Kî dibû komîsyon amadekariyên xwe dikir û wisa dihat.”
 
HEVALTIYA LI SER PIYAN DIHÊLA 
 
Zengeralp, bi lêv kir ku tişta wan li girtîgehê li ser piyan dihêle, îdeal, baweriya wan a bi gel re ye û ev tişt got: “Ya ku em li ser piyan dihêla baweriya me bû. Me dizanî ku em mafdar in û li ser rêyeke rast in. Dema tu dizanî ku li ser rêya rastî, zor û zehmetî ji bo te gelek nabin pirsgirêk. Helbet gelek zehmetî derketin pêşberî me. Girtîgeh qadeke teorîk e. Pratîka wê şexsiyet in, jiyan e, nêzîkatiya li hevalên we ye. Nêzîkatiya li hemberî gel e. Tu di ferqa wê de yî. Zehmetiyên li te tên kirin te naêşînin, nabin sedem ku tu paş ve gavê biavêjî. Hevaltiya me hevaltiya heqîqet û girêdayînê bû. Em her çiqas zor û zehmetiyê bibînin jî zêdetir girêdayî diman. Heke hevalê de xurt be tu jî xurtî. Ev hevaltî me li ser piyan dihêle.”
 
SENTEZA KURDÎTÎ, MERDÎ Û TÊKOŞÎNÊ…
 
Zengeralp, bi lêv kir ku taybetmendiya Orûç a derdiket pêş dilnizmiya wî bû û got: “Herkesê ew weke mînakê nîşan dida. Ji dil girêdayî bû, dirûst û fedakar bû. Tu hesab nedikirin. Kûrdîtî, merdî û dilnizmiya vê têkoşînê di xwe de sentez kiribû. Herkesê ji wî gelek hez dikir. Kesên bi wî re mane niha ji her derê tên. Ya ku ev tişt da avakirin sekna Heval Elî ya li girtîgehê bû. Em gelek tiştan ji wî elimîn.”
 
Zengeralp, da zanîn ku piştî sala 2005’an hêdî hêdî nexweşiyên Orûç derketin holê û got ku Orûç 2-3 caran li Erziromê sewqî nexweşxaneyê hate kirin lê nexweşiya wî li wir jî nehatiye fêm kirin. Zengeralp, anî ziman ku nêzîkatiya girtîgehê ya birina girtî ya nexweşxaneyê nêzîkatiya “bila rêgez bi cih were ye” nedibirin nexweşxaneyeke baş û di sala 2008’an de nexweşiyên wî zêdetir xwe dan hîskirin. Zengeralp diyar kir ku wan rewşa hevalên xwe ji gelek saziyan re ragihandine, ew birine Sîncanê, piştre anîne û dûre birine Stenbolê û bi lêv kir ku ATK'ê rapora “nikare li girtîgehê bimîne” daye, lê belê berdana wî yekser pêk nehatiye.
 
‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Zengeralp, got ku “Herkes dizane ku ev dewlet e li dijî kurdan di nava helwesteke çawa de ye” û bal kişand ku gelek girtî heta bi mirinê re rû bi rû nebin nayên berdan. Zengeralp, wiha berdewam kir: “Heke em nexwazin ev hevalên me li girtîgehê bên sînorê mirinê, nexwazin bi mirinê re rûbirû bimînin em ê têbikoşin.” Zengeralp, da zanîn ku ji Girtîgeha Erziromê ku bi Orûç re di sala 2008’an de ji hev veqetiyan di sala 2023’yan de hate berdan û anî ziman ku ji wê rojê ve bi hesreta “Gelo ez ê bikarim careke din bibînim?” dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez hatim berdan di nava dilê me de kelecana ku dê ew hesret bi dawî bibe hebû û coşa ku ez ê hevalê xwe bibinim hebû. Ez wan hevala hestên xwe yên dema çûm dîtina heval Elî nikarim bînim ziman. Hesteke tevlihev bû. Hesreta dîtina wî hebû lê tu rewşa wî û neaxaftina wî dibînî. Tenê li te dinêre û dikene. Dema tu vê rewşa wî dibînî nikarî tehamul bikî. Weke ku ev jî tê re neke di nava êşan de ye û tu nekarî tiştekî bikî. Tu bêçare dimînî. Ez nikarim wan hîsan bînim ziman. Ez nikarim hînî çûyîna wî bibim, lê ez ê weke ku hîn bûme tevbigerim. Em 15 salan bi hev re li girtîgehê man. Dema em di nava zor û zehmetiyê de bûn bi hev re bûn. Em bi hev re hatin îşkencekirin, zor û zehmetî dîtin. Zehmete ku hînî şehadeta wî bibim lê têkoşîn didome. Ji bo me şehadeta heval Elî zêdetir sedemê bilindkirina ala vê têkoşînê ye.”
 
Zengeralp, axaftina xwe bi gotinên “Oxir be hevalê min ê hêja û bedew. Bila çavên te li paş nemînin. Bi milyonan kes dê xeyalên te bi cih bînin” ku roja cenazeyê Orûç hatibû veşartin li ser gora wî anîbûn ziman bi dawî kir. 
 
‘HEKE ZÛ HATIBÛYA BERDAN…’  
 
Hevjîna Orûç, Cemîle Orûç jî tiştên hevjînê wê di girtîgehê de û piştî hate berdan jiyan vegotin. Orûç, anî ziman ku hevjînê wê yê bi awayekî nexweş ji girtîgehê derket her tim bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê û nedikarî xwarinê bixwe. Orûç, anî ziman ku piştî 50 rojan li Amedê di nexweşxaneyê de ma hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û bi lêv kir ku heke zûtir hatibûya berdan îhtîmala wîya başbûnê hebû.  
 
‘EM DEYNDARÊ WÎ NE, EM Ê LI SER ŞOPA WÎ BIN’ 
 
Kekê Orûç, Mehmet Orûç jî bi gotinên “Hem ji malbata xwe hem jî ji derdora xwe re mirovekî gelek baş û dirûst bû. Tiştek ji destê wî hatibûya bi awayekî herî baş pêk dianî” qala birayê xwe kir.  Orûç, anî ziman ku birayê wî li girtîgehê gelek êş kişandin û wiha got: “Em gelek xemgîn bûn. Tiştek ji destê me nedihat. Rewşa wî giran bû. Enfeksiyon girti bû.” Orûç, diyar kir ku piştî birayê wî jiyana xwe ji dest da gelek hevalên wî hatin serdana wan û ev tişt got: “Gelek bi xemgîn bûn. Digotin ‘Me mirovekî weke wî dirûst û dil temîz nedîtiye’. Hevalên wî, ji gundên derdorê herkesê ku navê wî bihisti bû dihatin. Em pê serbilind in. Wî em serbilind kirin. Em deyndarê wî ne û em ê li ser şopa wî bin.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 
 

Sernavên din

16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’