Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin

  • rojane
  • 10:56 9 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku dema salekê ya ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn demekî dirêj e û got: “Divê saniyekê jî neyê sekinandin. Ev mafekî ku divê were bi cih anîne.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de têkildarî cezayê muebbeta giran ê bêyî mafê berdana bişert ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dabû. Tirkiyeyê li dijî biryara binpêkirinê ya DMME’yê 10 sal in tu gav neavêtine. 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe. Komîteyê hişyar kir ku berovajiyê vê biryarê were tevgerandin dê di civîna îlona 2025’an de biryareke navberê bê amadekirin. 
 
Yek ji parêzerên ku gelek caran çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir Mûharrem Şahîn biryara Komîteya Wezîran nirxand. 
 
ŞERTÊN GIRAN ÊN LI ÎMRALIYÊ
 
Şahîn, bal kişand ku şertên Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê tenduristî, psîkolojîk û sosyolojik xwediyê gelek bandorên neyînî ye û qala zehmetiyên ku di çûyîna giravê de derdiketin kir. Şahîn, diyar kir ku lêgerîna nava dev jî di nav de parêzer ji serî heta binî dihatin lêgerîn û got: “Ev niha tecrîda li wir nîşan dide. Ji aliyê din serê cihê hewadariyê yê birêz Ocalan bi temamî bi têldirkan hatiye girtin. An ku dema pêdiviya wî çêbû asîman û tavê nabîne. Ji ber ku li hucreya lê ye cihê hewadariyê nîne nikare bêhnê bistîne. Ji bo ku bêhnê bistîne di derî de berkazeke biçûk vekirin, tê pişt wî derî û bêhnê distîne. 24 saetan li wir ronahî vêketiye. Dema ronahî vekirîbe têkildarî razanê pirsgirêk derdikevin. Tevî van hemûyan birêz Ocalan tiştên li dijî wî tên kirin weke kesayetî nekirin pirsgirêk. Heta got ‘Ez weke fizîkî li vir bim jî bi awayekî ruhî kesekî azad im. Dîwarên girtîgehê ji bo min nayê tu wateyê.’ Li wir di bin şertên gelekî giran de tên ragirtin. Dema hevdîtin hatin kirin jî ev dihatin dîtin. Ji ber wê yekê ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî mayînde were çareserkirin divê teqez hevdîtin bên kirin.”
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TEQEZ WERE PÊKANÎN’ 
 
Şahîn, destnîşan kir ku divê biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya ji bo “mafê hêviyê” dabû teqez were pêkanîn û ev tişt got: “Em nîqaşa vî mafî nakin, divê neyê kirin. Ev mafekî ku divê were bicihanîne. Ev ne tenê mafekî hiqûqî ye, di heman demê de mafekî civakî ye. Divê hem ji aliyê feydeyê civakî hem jî yê kesayetî ev maf teqez were bicihanîn.”  
 
Şahîn, diyar kir ku Tirkiye aliyekî peymanên navneteweyî ye û di hiqûqa xwe ya navxweyî de di vî alî de qanûnan çêdike û got ku heke li gorî peymanan neyê tevgerîn dê hin ceza bikevin rojevê. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hin hesabên siyasî bi giranî tevdigerin. Dewlet heta ku berjewendiyên wan nebin bi hêsanî nakevin nava liv û tevgerê. Mekanîzmayên didin zorê hene. Mekanîzmaya dide zorê gel bi xwe ye. Gel dê van bide zorê. Heke xebitîna mekanîzmayên wan dê gelek dem bigire û dema wext derbas bû jî dê zêde bi wate nebe. Di vê mijarê de divê biryarên hem CPT’yê hem jî YE û DMME’yê dabûn demildest werin pêkanîn. Heke cezayekê bidin jî divê demildest were dayîn.”
 
‘DIVÊ SANIYEKÊ JÎ NEYÊ SEKINANDIN’ 
 
Şahîn diyar kir ku dema salekê ya ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn demekî dirêj e û got: “Ev yek ne rewşeke ku salekê li bendê bê mayîne. Divê saetekê, saniyekê jî neyê sekinandin. Ev mafekî ku divê were bi cih anîne. Lê mixabin ev mekanîzma gelek giran tên xebitandin. Dibe ku cezayên bidin ji bo Tirkiyeyê bibe sedemê zirarekê. Lê rastiya dirêjbûna wê dibe ku bibe sedema zirarên jêveneger. Ji bilî cezayan divê pêdiviya vê were bicihanîn. Ev rewşeke lezgîn e.”
 
Şahîn, bal kişand ku divê herkes ji bo “mafê hêviyê” were bicihanîn berpirsyartiyê bigire ser xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi hesasiyeta civakê, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ewilî bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Dema hevdîtin hatin destpêkirin jî ji bo çareseriyê divê maseyek were danîn. Beriya niha hate ceribandin, hate kirin û di wateya erênî de me hemûyan encama wê dît. Divê careke din bi awayekî lezgîn ev yek were pêkanîn.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

10/10/2024
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin