Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e

  • rojane
  • 10:12 10 Cotmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Tê îdiakirin ku Mizgîn Acar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hewldaye întîhar bike. Dayika wê Afîfe Agirman diyar kir ku îfadeyên gardiyanan nakokî ne û di beşa lênihêrîna awarte de destê keça wê kelemçekirî ne. 
 
Hat îdiakirin ku girtî Mizgîn Acar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê şeva 1’ê cotmehê întîhar bike. Piştî vê hewldanê Acar rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê û di beşa lênihêrîna awarte de tê dermankirin. Hat zanîn ku hê jî tedawiya Acar didome û tevî ku beşa lênihêrîna awarte de bûye jî du rojan destê bi awayek kelemçekirî hatiye tedawîkirin. Tevî ku ev hewldana întîharê çêbûye jî heta niha ne Walîtiya Mêrdînê û ne jî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û rayedarên girtîgehê der barê rewşa Acar de tu daxuyaniyê nedane. Rayedar û dozgeriya girtîgehê tenê agahiya “keça we hewldaye întîhar bike” dane malbatê. Malbat bi destûra dozgeriyê rojê carek dikare biçe keça xwe bibîne. 
 
Mizgîn Acar nêzî 5 mehan berê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hate girtin û sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Acar di 30’yê îlonê de ji bo danişîna biryarê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Bi îdiaya “di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de salên 2015-2016’an tev li pevçûnan bûye” cezayê muebedê dan Acar. Hat îdiakirin ku Acar piştî biryara navborî der barê wê de hatiye dayîn di şeva 1’ê cotmehê de hewl daye li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar bike. 
 
Dayika Mizgîn Acar, Afîfe Agirman bi rojane li ber nexweşxaneyê disekine û li benda agahiyeka der barê keça xwe de ye. Afîfe Agirman behsa pêvajoya darizandina keça xwe kir û got: “Di dosyeyê de tevî ku şopa tiliyan û delîlek din jî nîne, dadger û dozgeran bi gotina ‘em nikarin li ber biryara dadgeha bilind derkevin’ cezayê muebedê dan Mizgînê.” 
 
BI ÎTÎRAFKARÊ RE DI HEMAM QAWÎŞÊ DE HATIYE HIŞTIN 
 
Afîfe Agirman wiha axivî: “Li gorî agahiyên me wergirtin; li vir bi îtîrafkarê re di heman qawîşê de hatiye ragirtin. Em nizanin kî ne. Lewma em gilîker in. Guman3en me hene. Mizgîn ne keseke wilo bû ku vê yekê bîne serê xwe. Heke wî wilo kiribe jî lê dîsa jî xemsariya girtîgehê di vir de heye. Çima tevdîrên pêwîst negirtin e? Dibêjin ku xwe bi kefiya xwe daliqandiye. Ez bûyerê ji gardiyanan dipirsim, lê îfadeyên wan bi nakokî ne. Hem dibêjin, ‘dîmenên kamerayê hene, wê bi xe kiriye, hem jî dibêjin ku em kamerayan naxin hundirê qawîşan’. Ev tiştek çawa ye? Ez ji wan gilîker im. Ez bi tu awayî ji wan bawer nakim.” 
 
DESTÊ WÊ BI KELEMÇEKIRÎ HATIYE TEDAWÎKIRIN 
 
Agirman da zanîn ku di beşa lênihêrîna awarte de du rojan destê Mizgînê bi kelepçekirî bûye û wê wisa tedawî kirine û got: “Destê wê bi yataxê ve girêda ne û tedawî kirine. Gelo ma qey wê ew rabe bireve an jî ez ê wê birevînim? Mirovek di vî halî de wê çawa rabe here? Ez pirs dikim çima wilo dikin? Dibêjin ‘prosedur wilo’. Ev çend roj in kelemçeya wê vekirine. Gelo mirov ewqas jî bêwîjdan dibin. Bi destûra dozgeriyê rojê tenê 5-10 deqîqeyan keça xwe dibînim. Zimanê min nagere ku bêjim rewşa wê nebaş e. Bi rojane razandî ye lê hê jî xwe neleqendiye. Ez bi destê wê digirim xwe tev nade. Niha ji bilî dilê wê tiştek wê din naxebite.” 
 
‘LI SER DÎWAR Û KAXEZ NOT NIVÎSANDIYE’ 
 
 Agirman diyar kir ku ew ji îtîrafkara ku di qawîşa keça wê de bûye û navê wê nizane û ji rayedarên girtîgehê gilîdar e. Agirman anî ziman ku ew bawer nake ku keça wê întîhar kiribe û wiha got: “Mizgîn li ser dîwar û di kaxezekî de not nivîsandiye. Lê ew nivîs çibûye ne ji me re ne jî ji parêzer re gotin. Hê jî nehatiye ber destê me. Di bûyerê de xemsarî heye. Mirovek çawa dikare xwe di girtîgehê de întîhar bike. Çawa dibe ku haya kesî jê çênabe? Çawa dibe ku mêjiyê wê bêoksîjen dimîne? Çi ji destê me were, em ê bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin