Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin

  • rojane
  • 10:37 10 Cotmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên botanî ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê derî bi derî digerin û xebatan dimeşînin. Jinan, got: “Dema tecrîd hate şikandin, dê azadî, wekhevî û aştî jî bê.” 
 
Di 13’ê cotmehê de dê li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” mitîngek bê lidarxistin. Xebatên ji bo mitîngê li gelek bajaran bênavber didomin. Jinên şirnexî jî derî bi derî digerin û welatiyan vedixwînin mitînga 13’ê cotmehê. Li gel navenda bajar, li gundan jî xebat bênavber tê domandin. 
 
‘BILA TECRÎD RABE Û RÊYA GUFTÛGOYÊ BÊ VEKIRIN’ 
 
Ji aktîvîstên TJA’yê Adalet Fîdan got ku bi şev û roj xebatên xwe didomînin. Fîdan, wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê bandorê li hemû jinan dike. Hewl didin bi rêya zext û komkujiyan têkoşîna gelê kurd bitepisînin. Tecrîd, li hemû zindanan û qadên jiyanê belav bûye. Dixwazin civakeke kole û rizî ava bikin. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê ye. Sedema van şeran jî tecrîd û neçareserkirin e. Em ê di mitîngê de daxwaza rakirina tecrîdê û vekirina rêya guftûgoyê bikin. Her dirûşma li qada mitîngê tê berzkirin dê dîwarên tecrîdê parçe bikin.” 
 
'EM Ê BIHERIKIN AMEDÊ’
 
Ji Dayikên Aştiyê Dahîle Admiş jî xwest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Admiş, got: “Em, tecrîdê weke zilmê dibînin. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tev li mitînga Amedê bibe. Divê em li Amedê dengekî wisa derxînin ku hemû cîhan bibihîse û ev deng biçe Îmraliyê jî. Heke tecrîd rabe dê jiyana me xweşt bibe. Em ê bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Zarokên me êdî dê nemirin. Dê aştî, wekhevî û azadî çêbibe. Em botanî dê mîna lehiyê biherikin Amedê.” 
 
Rengîn Onuk jî bi lê kir ku polîtîkayên tecrîdê bandorê li hemû derdoran dike û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîd rabe dê şer bi dawî bibe. Weke jineke ciwan ez di her qada jiyana xwe de tecrîdê hîs dikim. Tecrîd, tarîkirina pêşeroja me ye. Bi taybet jî li jin û ciwanan tê ferzkirin. Ji ber ku pêşerojeke azad a civakê ne. Em ciwan dê pêşengtiyê ji şikandina tecrîdê re bikin. Dema hevdîtin hatin kirin, di serî de pirsgirêka kurd dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî mezin heye. Dema tecrîd hate rakirin dê ev şer bi dawî bibe. Lewma divê her kes tev li mitînga azadî û aştiyê bibe. Em dengê xwe çiqas xurt derxînin dê rêya aştî û demokrasiyê jî ewqas bêhtir vebibe.” 
 
‘EM DI HER QADÊN JIYANÊ DE TECRÎDÊ DIJÎN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Silopiyayê Elîf Oruç jî anî ziman ku bi kûrkirina tecrîdê re pirsgirêkên civakî jî zêde bûne. Oruç, wiha bi dawî kir: “Li ser jinan û civakê tecrîdeke giran heye. Civak nikare daxuyaniyekê bide yan jî çalakiyekê li dar bixe. Em vê tecrîdê teqez qebûl nakin. Lê êdî kêr gihişt hestî. Em ê li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. Bi milyonan kes dê li dijî tecrîdê biqîrin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku bên Amedê. Dema tecrîd hate şikandin dê azadî, wekhevî û aştî jî bê.” 
 

Sernavên din

17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e