Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt

  • rojane
  • 11:43 10 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Kampanya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ya ji aliyê kurdan û dostên wan ve hat destpêkirin salek li pey xwe hişt. Di çarçoveya kampanyayê de dê 13’ê Cotmehê li Amedê mitîngek mezin bê lidarxistin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. 43 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin û di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd kampanya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin. Kampanya salek li pey xwe hişt. Starta kampanya kûrewî di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat dayîn. Ji ber 74 saliya Abdullah Ocalan bi awayek hemwext li 74 welatên cîhanê daxuyanî hatin dayîn û kampanya dest pê kir. Di nava vê pêvajoya salekî de di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê û li gelek welatên cîhanê çalakî û şahiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, jin û ciwan ên ji paradîgmaya Abdullah Ocalan feyzê wergirtin, salek e azadiya Ocalan qîr dikin. 
 
ÇALAKIYÊN GIRSEYΠ
 
Di çarçoveya kampanyayê de 15’ê mijdara 2023’yan li Londrayê mitîngek girseyî hat lidarxistin. Piştî mitîngê li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji aliyê Komîteya Azadiyê ve nobet hat destpêkirin. Li bajarên Wan û Qersê yên bakurê Kurdistanê jî di çarçoveya kapmanyayê de 1’ê sibata 2024’an “Meşa Azadiyê ya Mezin” hat destpêkirin û di 15’ê Sibatê de meş li Amarayê bi dawî bû. 
 
Jinên ku di rêzeçalkiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li hev civiyan û çalakiyan li dar xistin azadiya Abdullah Ocalan xwestin û qîriyan. 4’ê Nîsanê bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan li gelek deveran meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. 
 
Ciwanên kurd û enternasyonalîst li gelek bajarên Ewropayê meşên girseyî pêk anîn. Ciwanan di 19’ê gulanê de li bajarê Marsîlya yê Fransayê meş li dar xistin û peyama azadkirina Abdullah Ocalan dan. Ciwanan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî 8 kîlometre rê meşiyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin. 
 
Di 18’ê mijdara 2023’yan de jî li Gemlikê “Meşa Azadiyê” hat lidarxistin. 
 
FIKRÊN OCALAN LI CÎHANÊ BELAV BÛ 
 
Di çarçoveya kampanyayê de pirtûk û peyamên Abdullah Ocalan bi rêzeçalakiyan hatin nîqaşkirin û analîzkirin. Di vê çarçoveyê de li gelek deverên cîhanê çalakiya “Xwendinên Azadiyê” hat destpêkirin. 
 
ÇALAKIYA 'TÎRÊJÊN ROJÊ' 
 
Jinan jî têkildarî kampanyayê çalakî û şahiyên xweser organîze kirin. TJK-E çalakiya “Tîrêjên Rojê” da destpêkirin û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Jinan di 15’ê îlonê de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê meş li dar xistin. Her wiha li gelek welatên cuda yên cîhanê ji aliyê hezar jinan ve çalakiya “Hezar jin hezar kart” hat organîzekirin. 
 
Li kantona Valais a Swîsreyê çalakiya “100 hezar kart” hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de kart ji bo Girtîgeha Îmraliyê hatin şandin. Seranserî salê li gelek welatên Ewropayê ji bo Komîteya Pêşîlêgertina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) name hatin şandin û xwestin ku CPT têkildarî Îmraliyê berpirsiyarî û erka xwe bîne cih. 
 
JI REWŞENBÎRAN BANGA HEVPAR A AŞTIYÊ 
 
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevahiya salê gelek daxuyanî, panel, meş hatin lidarxistin. Gelek hunermend, nivîskar, rewşenbîr, lîstikvan, rojnamevan û akademîsyen deklarasyonên bi sernavê “aştî” û “azadî” eşkere kirin. 78 kesayetên di 28’ê Cotmeha 2023’yan de li Stenbolê civiyan, deklarasyona “Banga Aştiyê” eşkere kirin. Di 29’ê Cotmehê de jî 172 sazî û dezgehan li Amedê daxuyaniyek bi sernavê, “Ji niha ve ber bi siberojê ve banga azadiyê” bi raya giştî re parve kirin. 
 
BERXWEDANA GIRTIYAN 
 
Girtî tev li kampanyayê bûn. Girtiyan di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Girtiyan di 4’ê nîsanê de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û dest bi boykotkirina dadgehan kirin derneketin hevdîtinên bi malbatan re û bi telefonan neaxivîn. 
 
MALBATAN ÇALAKIYÊN NOBETÊ DAN DESTPÊKIRIN
 
Malbatên girtiyan li gelek cihan çalakiya “Nobeta Edaletê” dan destpêkirin. Çalakiyên nobetê yên malbatên girtiyan dan destpêkirin pişt re veguherandin çalakiyên ku her hefte bi navê “Deng bide azadiyê” li ber girtîgehan tên lidarxistin. 
 
LI MISRÊ PANEL 
 
Li Rojhilata Navîn civaka ereban û beşên cuda tevahiya salê di çarçoveya kampanyayê de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Gelê ereb ê li Sûriye û Iraqê jî tev li kampanyayê bû. Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayîn. “Înîsiyatîfa Ereban a ji Abdullah Ocalan re Azadî” di 24’ê tebaxê de li bajarê Kahîreyê yê Misrê panel li dar xist. 
 
SERÎ LI WEZARETA DADÊ HATIN DAYÎN 
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê hiqûqnasan ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenterên ji bajarên Ewropayê jî ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezaretê dan. 
 
69 KESÊN XELATA NOBELÊ GIRTINE NAME ŞANDIN 
 
69 kesên Xelata Nobetê girtin li dijî tecrîda li Îmraliyê ji sazî û dezgehên navnetewî û Serokkomarê AKP’î Erdogan re name şand. 
 
AMADEKARIYÊN MITÎNGA AZADIYÊ YA MEZIN 
 
Di çarçoveya kampanyayê de dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” mitîng dê mitîng bê lidarxistin. Amadekariyên mitîngê li gelek bajaran bi awayekî bênavber didomin. 
 
MA / Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin