Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir

  • rojane
  • 09:00 14 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Hunermend Engîn Cengîz ê ji ber strana xwe ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku 37 kes bi îşkenceyên giran lê hatin qetilkirin vedibêje hate binçavkirin wiha got: “Ji Pablo Picasso pirsa Guernica berhema we ye tê pirsîn. Ew jî ji rêveberiya faşîst a wê demê re dibêje ‘Na we çêkir’. Ya rastî ev bi rewşa min re heman tişt e.”
 
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz ku ji ber hevpeyvînên dayî û stranên gotine derbarê wî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hate destpêkirin, di 10’ê cotmehê de hatibû binçavkirin. Pirsên ku ji Cengîz hatine pirsîn derketin holê. Di îfadeya dozgeriyê ya Cengîz ê di 11’ê cotmehê de bi şertê kontrola edlî hate berdan de strana “Zindana Amedê” ku di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê de 37 kes bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin vedibêje, banga tevlibûna Newrozê û hevpeyvîna wî ya têkildarî NÇM ya ku konserên wê hatin qedexekirin hatine pirsîn. 
 
Cengîz di îfadeyê de diyar kiriye ku strana berxwedana 14’ê Tîrmehê vedibêje wî bi xwe nivîsandiye û wiha got: “Belê rast e min têkildarî 14’ê Tîrmehê stranek çêkiriye. Ev straneke ku têkildarî bûyerên li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê qewimîne min nivîsandiye.  Min ev stran ji bo berxwedana kesên ku navên wan di stranê de derbas dibe û li dijî pergalê derketine çêkir. Min ev stran ji ber ku ev kes li dijî pergalê, îşkenceyê û mûameleya nebaş derketibûn di sala 2024’an de nivîsandibû.”
 
‘ZEXTEKE RAST E RAST LI DIJÎ ÇANDÊ YE’ 
 
Cengîz ê binçavkirina xwe û pirsên li dozgeriyê têkildarî huner û hevpeyvîna wî jê hatine pirsîn weke polîtîkaya “zext û çavtirsandinê” nirxand, ev tişt gotin: “Binçavkirina kesên ku ji aliyê civakê ve tên nasîn an ku hunermendan hem ji bo civakê tirsnaktir e hem jî rast e rast zexteke li dijî çandê ye.”
 
‘STRANA ZINDANA AMEDÊ KÊ ÇÊKIR?’
 
Cengîz, da zanîn ku li dozgeriyê strana bi navê “Zindana Amedê” jê hatiye pirsîn û wiha domand: “Ji Pablo Picasso pirsa Guernica berhema we ye tê pirsîn. Ew jî ji rêveberiya faşîst a wê demê re dibêje ‘Na we çêkir’. Esas bi rewşa min re heman tişt e. Min jî bi strana xwe mirovên di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de li ber xwe didan vegotiye. Ji xwe berxwedana li dijî zilmê maf e. Li wir nivîsa ‘Tirkî biaxive, gelek biaxive’ hatibû daliqandin, cihekî ku gelek îşkence lê hatine kirine. Her wiha dewlet bi xwe jî hewl dide wê derê bike muze. Wisa dizanim. Heta di çapemeniya alîgir de jî ev mijar gelek cih girtî ye. Lê dema kurdek vê tîne ziman, an jî weke berxwedanek û heqîqetekê derdikeve holê ev weke ‘sûc’ tê penasekirin. Lê min berhema ku çêkiriye parast. Ez ê ji niha şunde jî parastina berhemên xwe û hunera xwe bidomînim.”
 
‘DIVÊ AŞTIYA CIVAKÎ WERE PÊKANÎN’ 
 
Cengîz, destnîşan kir ku ji bo herkes jiyaneke baş bijî divê aştiyeke civakî were pêkanîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vê cîhanê  di warê çandinî de hemû civak xwediyê tiştên baş in ku ji hemû civakan tiştên xweş bigirin. Divê mirov van cihekariyan, cureyan bibîne û wiha bijî. Heke hûn çanda civakekê jê bistînin ew civak ji holê radibe. Ev ji aliyê olî, exlaqî û hiqûqî jî ne rast e. Kurd dê parastina nirxên xwe bidomînin. Heke herkes herkesê bi cihekariyên wan qebûl bike ez bawer dikim ku dê her tişt baştir be.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 
 
 

Sernavên din

14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Şandeya Îmraliyê û Ozel piştî hevdîtinê daxuyaniyê didin
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir