Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin

  • cîhan
  • 11:59 14 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê baskî têkildarî pêngava 'Azadiya Abdullah Ocalan' peyam parvekirin û gotin: "Ew qasidê aştiyê ye. Em heta dawiyê bi Abdullah Ocalan û têkoşîna wî re ne."
 
Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di asta navneteweyî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji gelek welatan tên. Parlamenterên Partiya Çep a Serxwebûnê Eh Bildu ku yek ji partiyên girîng ên siyasî yên welatê Baskê ye, bi dîmen tevlî pêngava navneteweyî bûn.
 
Parlamenterê EH Bildu Igor Zulaika bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û got: "Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Dixwazim ji vê derê peyama xwe ya piştevaniyê ji wî re ragihînim, ji ber ku ew qasidekî aştiyê ye. Weke partiyeke polîtîk em dixwazin ragihînin ku bi Ocalan û têkoşîna wî re ne. Û ew bi tenê nîne. Em piştgiriya wî dikin."
 
Zulaika destnîşan kir ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û got, "Azadiya Abdullah Ocalan wê çareseriyê ji pirsgirêka kurd re bîne. Ji ber têkoşîna we gelekî spasiya we dikim. Piştevaniya me wê dewam bike. Di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû azad bibin. Em dibêjin, Azadî ji Ocalan re."
 
TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE
 
Yek ji aktorên girîng ên siyasî yên El Bildu parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand jî li ser medya dîjîtal peyamek weşand û got, "Weke EH Bildu em careke din dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Li gel gelê kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em bi we re ne. Azadî ji Ocalan re."
 
SENATOR DIAZ: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
 
Senatorê Baskî Gorka Elejabarrieta Diaz ê li Senatoya Spanyayê jî peyamek weşand. Gorka Diaz ku ji Partiya Bildu ye weke berdevkê partiya xwe li senatoyê pêşnûme pirsek pêşkêşî komîteya têkiliyên derve kir û ji hikumeta Spanyayê xwest, ku li hemberî vê girtîhiştina neheq helwestê nîşan bide.
 
Senator Diaz destnîşan kir ku mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan bi rengekî cidî têne binpêkirin û got: "Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê hikum da ku darizandin ne bêalî bû. Ji ber van hemûyan weke EH Bildu em careke din radigihînin ku bi Abdullah Ocalan û gelê kurd re ne. Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber tevkariya li çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan."
 
Senator Diaz peyama xwe bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re û Bijî Kurdistan" bi dawî kir.

Sernavên din

13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan