Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne

  • rojane
  • 14:54 14 Cotmeh 2024
  • |
EDENE - Rojnameger Kadrî Bagdû di 10’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevjîna Bagdû, Şemsa Bagdû di bîranînê de got ku dewlet dizane faîl kî ne lê bi zanebûn nadarizîne. 
 
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê cotmeha sala 2014’an de dema li Taxa Ovayê ya navçeya Seyhan a Edeneyê rojname belav dikir, di encama êrişa DAIŞ’ê de hate qetilkirin. Bagdû, di 10’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, xebatkarên Çapemeniya Azad, malbata Bagdû, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û gelek kes tev li merasîma bîranînê bûn. 
 
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî beşdaran rojname û gul danîn ser gora Bagdû. 
 
'EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA RASETIYAN BERNEDIN’ 
 
Di bîranînê de ji ewil Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî û got ku tevî bi ser qetilkirina Bagdû re 10 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin. Çîçek, bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got ku dê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin.  
 
‘DEWLET BI FAÎLAN DIZANE’
 
Hevjîna Bagdû, Şemsa Bagdû jî têkoşîna xwe ya edaletê ya 10 salan vegot. Bagdû, diyar kir ku dewlet faîlan dizane lê belê dernaxîne holê û nadarizîne. Bagdû, anî ziman ku hevjînê ji ber belavkirina rojnameya bi kurdî hate qetilkirin û wiha domand: “Heke dewlet faîlan dernexîne holê, ev tê wê wateyê ku tiliya wê jî tê de heye. Ez kujeran dixwazim. Şehîd namirin.” 
 
Hevşaredarê AYKAYDER’ê Mûstafa Yildiz jî xwest ku faîl bên darizandin. Herî dawî jî Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got ku dê têkoşîna Bagdû bidomînin. 
 
Piştî axaftinan, dua hatin kirin. 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE ENCAMGIR
 
Piştî bîranîna li ser gora Bagdû hate kirin, derbasî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bûn. Bîranîna li vir bi rêzigirtinê dest pê kir û ewilî Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş mafê axaftinê wergirt. Ataş, îşaret kir ku cînayeta Bagdû kete nava cînayetên kiryarên wan nediyar û ev tişt got: “Em di salvegera 10’emîn a endamê xwe aktîvîstê mafên mirovan Kadrî Bagdû de careke din bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, saziyên sivîl ên civakî yên netewî û navnetewî ku têkoşîna mafan didin, hemû amirên mulkî û serdozgeriyê yên li Edeneyê dikin ku ji bo bûyer bê ronîkirin û faîl bên dîtin û cezakirin lêpirsîneke bibandor û encamgir bidin destpêkirin.”
 
‘HUCREYA DAIŞ’Ê QETIL KIR’ 
 
Pişt re parêzerê malbatê Tûgay Bek, qala dosyaya lêpirsînê ya Kadrî Bagdû kir û da zanîn ku dosya 10 sal in di refên tozgirtî de ye û tevî wê demê 3 cînayetên li bajêr ji aliyê heman hucreya DAIŞ’ê ve hatin kirin, weke bûyereke edlî hate dîtin û dosya ji kiryarên nediyar re hate hiştin. Bek, anî ziman ku Bagdû ji ber xwediyê nasnameya mûxalîf bû hedef hate girtin û qetilkirin û destnîşan kir ku ew jî di wê baweriyê de ne ku dê di salên pêş de cînayeta Bagdû were ronîkirin. 
 
‘KESÊN ASTENG DIKIN FAÎLÊN WAN E’ 
 
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê herî dawî axivî, rojnamevanên di salên 1990’an de hatine qetilkirin bi bîr xist. Karakaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di rastiya xwe de kesên faîl dernexistin holê ew ên ku derketina holê ya faîlan astengkirine ne.”
 

Sernavên din

16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da