Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin

  • rojane
  • 09:01 18 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser cezayên ji ber pereşandina ji girtîgehê re tên dayin û wiha got: “Em jî li dijî vê kampanyayê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê ji gelek girtiyan re pereyan bişînin.” 
 
Ji ber ku ji xizm û hevalên xwe yên girtî re pere şandine, li gelek kesan bi îdiaya “Fînansmaniya rêxistinê dike” cezayê hefsê hate birîn. Herî dawî jî bi hinceta ku pere ji hevjîn û girtiyên siyasî re şandiye 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Orman. Ji ber ku ceza di bin 5 salan de bû rêya îtîrazê girtî ye û biryar ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate qebûlkirin. Bi erêkirina cezayê re Onaran di 10’ê cotmehê de hate girtin û xistin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Parêzera Onaran û Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Ceren Oztoprak got ku cezayê li muwekîla wê hatiye birîn derhiqûqî ye. 
 
'PERE DIKEVE QASEYA DEWLETÊ’
 
Boztoprak, da zanîn ku pere bi rêya Midûriyeta Giştî ya Rêxistina Posta û Telgrafê (PTT) tê şandin û wiha domand: “Dema hûn pereyan dişînin, navê we, hejmara hesaba we û navnîşana we diyar e. Anku derfeta ku hûn bikarin xwe nexuyayî nîşan bidin tune ye. Pereyê hûn dişinînê PTT ye, anku qaseya dewletê ye. Ev pere derbasî hesaba girtî dibe. Bikaranîna wî pereyî jî di înîsiyatîfa rêveberiya girtîgehê de ye. Weke mînak; teserûfeke girtî ya ku pereyê heyî bikişîne û di navbera girtiyên din de parve bike tune ye. Bi wî pereyî tenê dikare danûstandinê bike. Danûstandin bi xwe jî di bin kontrola rêveberiyê de ye.” 
 
Zeynep Ceren Boztoprak
 
'HEKE SÛC BE DEWLET JÎ ŞIRÎK E’
 
Di berdewamê de Boztoprak anî ziman ku şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne û wiha pê de çû: “Lewma kîjan sedem dibe bila bibe, dema hûn pereyan ji girtîgehan re dişînin îxtîmala sûc çênabe. Ji ber ku her tişt di kontrola dewletê de ye. Heke dozgerî bibêje ‘sûc hatiye kirin’, wê demê dewlet jî dibe şirîkê sûc. Ji ber ku ji bo şandina pereyî dibe alîkar. A rast sûcekî wiha tune ye. Ev sûc ji ber xwe ve çêkirine. Di navbera ‘Muxalefeta Qanûna Têkildarî Pêşîlêgirtina Fînansekirina Rêxistinê’ û vê kiriyarê de tu eleqe tune ye. Ji bo ev sûc çêbibe, divê bi awayekî rêxistinî fon were komkirin û ji fona rêxistinên weke ‘rêxistina terorê’ tên pênasekirin re hatibe şandin. Bi kurt û kurmancî nabe ku kesek ji ber ku pere ji girtîgehê re şandiye were sûcdarkirin.” 
 
JI BER PEREYÊ JI HEVJÎNÊ XWE RE ŞANDÎ HATE SÛCDARKIRIN 
 
Boztoprak, anî ziman ku di dosyayên mîna van dosyeyan de biryarên beraetê hatine dayin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryar, biryarên mînak in. Di biryara bihincet de îdiaya ‘ji bo fonê ji endamên PKK’ê re çêbike ji hesaba xwe pere şandiye’ hatiye kirin. Lê li vir kesên cuda hene. Weke mînak Menderes Leylan ji doza PKK’ê girtî nîne. Hevjînê Hatîceyê jî heye ku ji dosyayeke cuda tê darizandin. Anku ji hevjînê xwe re pere şandiye. Dîsa dibêjin ‘yên girêdayî PKK’ê.’ Di biryara bihincet de kesekê din jî heye ku salên dirêj e li qawîşa serbixweyiyan dimîne û eleqeya wî bi tu rêxistinan re nîne. Her wiha ji kesekê din ê ji bazirganiya tiryakê hatiye girtin re jî pere hatiye şandin. Me ev jî diyar kir. Lê guh nedanê. Li vir eşkereye ku Hatîceyê ji bo ‘fînansmaniya rêxistinê’ pere neşandiye. Ji ber ku pere ji girtiyên edlî re jî şandiye.” 
 
'HEKE SÛC BE DIVÊ DEWLET PÊŞÎ LÊ BIGIRE’
 
Boztoprak, destnîşan kir ku di hinceta biryarê de gotina “Vasiyê wî nîne, ximzê wî nîne” hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “Heke şandina pereyan a ji kesekî/a ne vasî yan jî ne xizm sûc be, wê demê divê dewlet rê li ber bigire. An jî divê şandina pereyan girêdayî hinek şertan bike. Weke mînak dê ji kesên pereyan dişînin re pirsa ‘tu kî yî’ bike. Ji ber ku heke şandina pereyan sûc be, divê destûrê nede vê.” 
 
DÊ JI GELEK GIRTIYAN RE PERE WERE ŞANDIN 
 
Bi domdarî Boztoprak bi lêv kir ku ew vê rewşê qebûl nakin û şandina pereyan û piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne. Boztoprak, axaftina wiha dom kir: “Em vê qebûl nakin. Lewma jî niyeta me heye em piştevaniya xwe mezintir bikin. Em ê li dijî vê rewşê kampanyayê bidin destpêkirin û ji gelek kesan re pereyan bişînin. Hûrgiliyên wê hêj zelal nînin lê weke parastvanên mafên mirovan projeyeke me ya wiha heye. Ji ber ku ev sûc nîne. Bila derheqê herkesekî de lêpirsîn û dozan vekin. Ma dê cezayê bidin çend kesan. Nikarin pêşiya piştevaniyê bigirin.” 
 
'DIVÊ PIŞTGIRÎ BI PARASTVANÊN MAFÊN MIROVAN RE WERE KIRIN’ 
 
Boztoprak, axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet, pêdiviyên sereke yên girtîgehan cîbicî nake. Em baş dizanin ka rewşa wir çawa ye. Qantîn pir biha ne, rewşa aborî ya gelek kesan nebaş e û pere ji hesabên wan re nayên şandin. Lewma nikarin ji kantînê sûd bigirin. Heke dewlet nekare vê bike, divê rê li ber piştevaniyê jî negire. Em tenê piştevaniyê nadin girtiyên siyasî, em didin hemû girtiyên rastî binpêkirinên mafan tên. Ev yek peywira me ye. Heke her cara gotina ‘terorê’ tê pêşiya me em paşvegavê biavêjin, dê dewlet binpêkirinan hêj zêdetir bike. Em ê bi tu awayî rê nedin vê. Lewma divê hemû beşên civakê di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin û piştgiriyê bidin parastvanên mafên mirovan.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn