Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin

  • rojane
  • 09:04 18 Cotmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Hatibû îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Mizgîn Acarê hewl daye ku “întîhar bike” û Îbrahîm Bogûrcû bi derbaskirina krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Parêzer Azad Kaya anî ziman ku divê binpêkirinên di van bûyeran de qewimîne bên aşkerekirin. 
 
Tedawiya girtî Mizgîn Acar ku hate îdiakirin di 1’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hewl daye “întîhar” bike li beşa lênêrîna awarte didome. Di çarçoveya lêpirsîna piştî bûyerê hatiye destpêkirin de îfadeyên gardiyanan û rayedarên girtîgehê hatin wergirtin. 
 
Hate zanîn ku lêpirsîn bi gumana “întîharê” tê birêvebirin. Nîşeyên ku Acarê li dîwar û lênûska xwe nivîsîne jî hêj bi malbat û parêzerên wê re nehatine parvekirin. 
 
‘GUMANÊN ME HENE’ 
 
Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Azad Kaya, diyar kir ku têkildarî rewşa Acar gumanên cidî hene. Kaya, da zanîn ku piştî ku Acar birin nexweşxaneyê malbata wê weke ku “întîhar kiriye” hatiye agahdarkirin û wiha got: “Piştî bûyerê em bi malbat û parêzerên wê re hevdîtin kirin. Me hewl da dosyaya wê û rewşa wê bizanin. Rêveberiya girtîgehê dibêje ku întîhar kiriye. Têkildarî nîşeya ku tê diyarkirin li ser dîwar nivîsandiye, li lênûska xwe nivîsandiye tu agahî nînin. Bi hinceta ku dozger hêj lêpirsîna xwe temam nekiriye nîşe û malzemeyên wê ji malbat û parêzerên wê re nehatine dayîn. Lê gumanên me yên cidî hene. Divê nîşeya ku Mizgîn Acarê nivîsandiye ji raya giştî re bê aşkerekirin. Heke îdiaya girtîgehê ya ku întîhar kiriye rast be jî divê derxînin holê ku îhmaleke çawa heye. Rêveberiya girtîgehê dibêje ku pirsgirêkên psîkolojîk ên Mizgîn Acarê hebûn. Dibêje li girtîgehê di bin çavdêriyê de dihate ragirtin. Madem di bin çavdêriyê de bû, çawa hewl daye întîhar bike. Girtîgeh neçare ku vê aşkere bike.”
 
‘DIVÊ BINPÊKIRIN BÊN AŞKERE KIRIN’ 
 
Kaya, bi bîr xist ku hatiye îdiakirin ku Îbrahîm Bogûrcû di 13’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Tiştên qewimîne ne asayî ne. Binpêkirinên li dijî girtiyan li holê ne. Di demekî ku şertên tecrîda girankirî tên pêkanîn û girtiyên nexweş bi darbestan radestî malbatên wan tên kirin de ev tiştên diqewimin nikarin bên paşguhkirin. Li Girtîgeha Mêrdînê di nava 2 hefteyan de bûyereke mirinê û li gorî îdiayê bûyereke întîharê pêk hatiye. Rayedar neçarin ku vê lêkolîn bikin. Neçarin ku bipirsin ka li Girtîgeha Mêrdînê çi diqewime. Divê demildest lêkolînên pêwîst bên kirin û destûr bê dayîn ku şandeyên serbixwe lêkolînan bikin. Divê bê lêkolînkirin ku Mizgîn Acarê întîhar kiriye an na. Heke întîhar kiribe jî divê sedemên ku wê ber bi întîharê ve birine çi ne û binpêkirin bên aşkerekirin. Her wiha divê bê lêkolînkirin ku heke Îbrahîm Bogûrcû krîza dil derbas kiribe jî ka xizmetên tenduristiyê têrker in an na, beriya niha heman nexweşiya wî hebû tevî vê yekê sewqî nexweşxaneyê hatiye an na? Divê lêkolînên pêwîst bên kirin.”
 
‘DIVÊ DEST JI TECRÎDÊ BÊ BERDAN’ 
 
Kaya, da zanîn ku dê şopdarên pêvajoyên têkildarî rewşa Mizgîn Acar û Îbrahîm Bogûrcû de tên birêvebirin bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin di nava binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de diqewimin mafê jiyanê jî heye. Me hemûyan di demekî nêzîk de dît ku girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday çawa li ber çavan li benda mirinê ma. Tiştên îro li Girtîgeha Mêrdînê qewimîne ji van ne serbixwe ye. Ji ber vê yekê divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bên bidawîkirin û dest ji pêkanînên tecrîdê bê berdan. Divê derfet bên avakirin ku malbatên girtiyan têkildarî girtiyan agahiyên zelaltir bigirin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn