Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome

  • rojane
  • 13:50 1 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê de hat destnîşankirin ku tevî êrişan jî berxwedana ji bo jiyana azad didome. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) , Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku serkeftina li dijî DAIŞ’ê tê pîrozkirin lê berxwedan jî hêj didome. 
 
LI DIJÎ KOLETIYÊ ŞERÊ AZADIYÊ HATE KIRIN
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DBP’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Modernîteya kapîtalîst a ku di her kêliyên dîrokê de li dijî nirxên demokrasî û azadiyê şer meşandiye, di sedsala 21’mîn de jî ji bo hebûna xwe bidomîne bi destên hêzên netew-dewlet serî li her rêyê da. Di vê sedsalê de têkoşîna di navbera azadî û koletiyê, şerên di navbera demokrasî û dîktatoriyê herî zêde li Rojhilata Navîn qewimîn. Ev yek rê li ber gelek encamên dîrokî vekir. Şoreşa Rojava jî yek ji van encaman bû. 
 
BERXWEDANÊ ENCAMÊN DÎROKÎ AFIRAND
 
Bêguman, di vê şoreşê de li dijî tarîtiya sedsalê navê berxwedana gelan bû Kobanê 10 sal beriya niha bi destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên mazlûm sûcên mirovahiyê pêk hatin. Xwestin hêviya jiyaneke azad a gelan bi êrişên hovane bifetisînin. Lê, li hemberî tevî êrişan gelên ku tu caran dev ji azadiyê bernedan, berxwedanên dîrokî meşiya. Ev berxwedan bi xwe re encamên dîrokî jî afirand. Bi pêşengtiya jinan têkoşîna hevpar a gelan di bin navê Kobanê de deriyê şoreşa sedsalê vekir. 
 
SERKEFTINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E
 
Li dijî Modernîteya Kapîtalîst Kobanê bû hêviya gelan, Kobanê bû navê berxwedana jinê û Kobanê bû qada têkoşîna enternasyonalîst a cîhanê. Li ser wan kêliyên dîrokî çend sal derbas bibin jî, Kobanê wê bi taybetî û encamên xwe li dijî feraseta dagirkeran bibe nîşaneya azadî yê. Li dijî modernîteya kapîtalîst Kobanê bû navê serkeftina Modernîteya Demokratîk. Bi vê heqîqetê ve em car din 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz dikin. Hêvî û baweriya me ew e ku, rihê berxwedêr ê Kobanê wê berxwedana ku gelên cîhanê li dijî Modernîteya Kapîtalîst dimeşînin, geş bike û bi xwe re şoreş û serkeftinên nû biafirîne.”
 
ÎHD: GEFÊN WAN DIDOMIN
 
ÎHD’ê jî bi heman boneyê bi serenavê “Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz dikin, li dij3ı şer û pevçûnan mafê aştiyê diparêzin” parve kir. ÎHD’ê diyar kir ku ew berxwedana gelê kurd a 134 rojan li dijî DAIŞ’ê meşandî silav dikin û wiha got: “DAIŞ bi saya berxwedana Kobanê hatiye rawestandin û piştre jî ji bo azadiya Şengalê berxwedaneke dîrokî hatiye raberkirin. Gelê kurd bi xurtkirina parastina xwe re gefên qirkirinê yên li dijî xwe ji holê rakir. Lê belê gefên li dijî gelê kurd hêj didomin.” 
 
ÎHD’ê destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê ji bo hemû kesên cîhanê, aştiyê û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. ÎHD’ê 1’ê Mijdarê pîroz kir û got ku dê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidome. 
 
DEM PARTÎ: HÊJ JÎ ÇAVKANIYA HÊVIYÊ YE
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê jî bi sernavê “Berxwedana Kobanê hêj jî di têkoşîna azadiyê ya gelan de çavkaniya hêviyê ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 1’ê Mijdarê hate pîrozkirin û hate gotin ku weke têkoşîneke mirovahiyê ya li dijî tarîtî û zilmê di dîrokê de cih girtiye. DEM Partiyê got ku nirxên li Kobanê hatine afirandin hêj di bin gefan de ye û êrişên dewleta tirk hatin bibîrxistin. Bi domdarî hate gotin ku dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandiye tu caran venemire. 
 

Sernavên din

15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn HATE NÛKIRIN
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan