Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî

  • rojane
  • 15:44 1 Mijdar 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku berxwedana Kobanê ji bo gelan bû hêvî û êrişên dewleta tirk ên di demên dawî de jî hatin şermezarkirin. 
 
Têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku têkoşîna li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hate dayîn li ser navê hemû mirovahiyê hatiye dayîn û êrişên dewleta tirk ên berdewam dikin hatin şermezarkirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li ber avahiya rêxistina partiya xwe ya Cizîrê tekildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê daxuyanî da. Rexistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komela Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Kesên Zarokên xwe li Derguşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) û parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Şoreşa Rojava hêviya hemû gelan e” dinivisî û dowîzên ku heman nivîs li ser bûn hatin hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gungen, anî ziman ku berxwedana Kobanê heviyeke mezin daye gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Kobanê bajarê sembola jiyana azad, wekhev û hevpar bû ruhê hevpar ê hevgirtin û têkoşîna navneteweyî. Kurd, ereb, ermen, çerkez li Kobanê; gelên herêmê ji 7 salî heta 70 salî bi taybet êzidî û suryanî û sosyalîst, jin û ciwanên ji çar aliyê cîhanê ku li dijî kapîtalîzmê û rejîmên li dijî gelan piştgirî dan berxwedan û şoreşê, berxwedaneke mezin kirin û bi ser ketin. Vê serkeftinê ji bo gel, nasname û baweriyên li Rojava li ser esasê wekheviyê bi hev re di nava aştiyê de bijîn pergalek ava kir.”
 
'LI DIJÎ TARITIYÊ BÛ ÇIRÛSKEK'
 
Pişt re parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez jî bal kişand ser wate û giringiya rojê û wiha got: “Ew roj ne tenê ji gelê kurd re ji hemû gelên cihanê re pîroz e. Îro desthilata  AKP'ê û MHP'ê hewl dide hovitiya ku DAÎŞ'ê nekarî pêk bînê, pêk bîne. Em bang li desthilata AKP’ê û MHP'ê dikin ku dev jî van êrişan berdin. Ew pergala ku îro li Rojava hatiyê demezrandin ji bo hemû gelên cihaneyê. Li dijî taritiya DAÎŞ'ê weke çirûskek li hemû dinyayê belav bû ye. Heta ku gelê kurd û gelê bindest negihijin xeyalên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma, “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
 
RIHA 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civîn lê hate lidarxistin pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate daliqandin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa ya di civînê de axivî, bi lêv kir ku ji bilî têkçûna DAIŞ’ê îro êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û got: “Li dijî şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bi israr bidomînin.”
 
AMED 
 
Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê li ber avahiya Rêxistina DBP’a Amedê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî parlamenter tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parkarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya pîroz be” hate vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Kesên ku dixwazin gelê kurd ê li ser axa xwe ji holê rabike dê biçin. Gelê kurd ji bo parastina mafê xwe bi salane têdikoşe. Êdî dest ji axa kurdan berdin. Berdin bila kurd bi awayekî aza dli ser axa xwe bijîn. Rojava li cîhanê bûye mînak. Bi têkoşîna gelê kurd li wir pergaleke demokratîk hate avakirin, ji cîhanê re bû mînak. Em dibêjin bila ev pergal li cîhanê belav bibe.” 
 
‘JI KESÊN DIGOT HA KET HA DIKEVE RE BÛ BERSIV’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji gelên Rojhilata Navîn re bû hêvî û wiha got: “Sekna bi biryar a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê derket ji kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ re bû bersiv. Sekna bibiryar mizginiya pêşerojeke azad da. Jin bûn sembola bingehîn a berxwedanê û êrişên hovane pûç kirin. Jin ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak. Kobanê ya bû bajarê sembol ê azadî, wekhevî û jiyana hevpar bû ruhê hevpar ê piştevaniya enternasyonal û berxwedanê.”
 
‘KOBANÊ DÊ BI HEMAN BIRYARÊ LI BER XWE BIDE’  
 
Şahîn, bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Kobanê û wiha domand: “Faşîzma AKP’ê û MHP’ê bi bloka şer ava kirine tasfiyekirina hemû destkeftiyan bi israr didomîne. Divê were zanîn ku gelên ku li dijî hemû êrişan li ber xwe dan, duh çawa bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dabin divê were zanîn ku dê îro jî qet ji berxwedanê tawîz nedin.”
 
 MÊRDÎN
 
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê DBP’ê, DEM Partî û TJA’yê ve daxuyanî hate dayîn. Girseya ku hate ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pankarta “Şoreşa Rojava ji gelan re dibe hêvî” vekir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin a li vir axivî, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd li Kobanê da ji bo gelên cîhanê bû mînak û wiha got: “Heta ku kurdek hebe wê Kobanê nekeve.”
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
WAN
 
Bi pêşengtiya rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê û TJA’yê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye” hate hilgirtin û dovîzên “Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin”, “Kobanê rûmeta me ye” û “Bi Arîn Mîrkanan ber bi serkeftinê ve” hatin hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre helbest hatin xwendin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên kurd. Kurt, wiha got: “Jinan pêşengtiya berxwedana Kobanê kirin û li dijî zîhniyeta mêrê serdest têkoşiyan. Jinan heta serkeftinê li ber xwe dan û têkoşiyan. Jinan dîrok nivîsandin û li her devera cîhanê di dîrokê de cihê xwe girtin. Em careke din vê berxwedana bêhempa silav dikin.” 
 
Bername bi tililî û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
MÛŞ
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê jî li ber avahiya rêxistina bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî berxwedana Kobanê” hate hilgirtin û gelek kes tev li bûn.Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar anî ziman ku 1’ê Mijdarê ji bo her kesên aştî û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. Dînar,  anî ziman ku 1’ê Mijdarê roja berxwedana bêhempa ya Kobanê ye. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê û gelek kes tev li bûn. Girse ji ewil çû serdana esnafan û 1’ê Mijdarê li wan pîroz kir. Piştî serdanê jî girse hatiye pêşiya avahiya DEM Partiyê û li wir li ber stranên kurdî govend gerandin. Di govendê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê dimeşe erd û esman diheje” hatin berzkirin. 
 
Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî û êrişên dawî yên li dijî Kobanê bi bîr xist. Sevmez, wiha domand: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê bîr û baweriyê em ê tu caran ji maf û destkeftiyên xwe paşvegavê neavêjin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de wiha got: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê baweriyê em ê tu caran dev ji azadî, maf û destkeftiyên xwe bernedin û paşvegavê neavêjin. Em ê xwedî li bihara berxwedana Kobanê ji bo gelan afirandî derkevin. Çiraya Kobanê li dijî tarîtiyê ji bo mirovahiyê vêxistin hêj rêya parastvanên wekhevî û azadiyê ronî dike. Di 11’emîn salvegera vê berxwedana pîroz de em careke din ruhê piştevaniyê yê enternasyonalîst a gelên cîhanê ku pêşeroj ronî kiriye û tarîtiya DAIŞ’ê çirand silav dikin. Em Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin.” 
 
Piştî axaftinê, Sûat Ekîn helbesta “Kobanê” xwend. Çalakî bi guhdarîkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin