ŞIRNEX - Cenazeyê endama HPG'ê Nûrşîn Bedir a di meha Tîrmehê de li navçeya Elkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da 4 meh şûnde radestî malbatê kirin.
Cenazeyê endama HPG'ê Nûrşîn Bedir (Rêgeş Qelqelî) a di pevçûna 31'ê Tîrmehê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Bedir ê ku li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû vêşartin piştî encama testa DNA'ê yê radestî malbatê hat kirin. Malbata ku ji Wanê hatibû Şirnexê cenazeyê keça xwe wergirtin û ji bo ku defin bikin ber bi Wan bi rê ketin.