MÊRDÎN - DEM Partiyiyan tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto kirin û gotin: “Dê ev gel li ber we serî netewîne. Vê yekê baş bizanin.”
DEM Partiyiyan, tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û gelek welatî hatin pêşiya şaredariyê.
Hevşaredar û kesên pê re xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê polîsan bi mertalên xwe êriş birin ser û nehiştin bikevin şaredariyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bertek nîşan da û wiha got: “Dê rûyê we nemîne ku hûn li rûyê zarok û malbatên xwe binêrin. Vî gelî ev sed sal e paşvegav neavêt û serî netewand. Dê serî netewîne jî. Bila ev jî wisa bê zanîn.”
Tevî dorpêçê jî gel hêj li ber şaredariyê disekine. Girse, bi dirûşman tayînkirina qeyûman protesto dike.