‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’

  • rojane
  • 15:05 5 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.” 

 
Piştî Şaredariya Esenyurtê di 4’ê Mijdarê de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlihê û Xelfetiyê hatin kirin. Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî hatin dayîn û qeyûm hatin protestokirin. 
 
STENBOL 
 
Rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û dirûşm hatin berzkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mizgîn Argiş daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên kurdan re dixwaze siyaset û rêveberiya xwecihî li gorî xwe dîzayn bike. Argiş li dijî darbeya qeyûm banga dijderketina qeyûman li her kesî kir û xwest her kes li ber qeyûman rabe. 
 
JI ESP’Ê DAXUYANΠ
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) daxuyaniyek nivîskî da û li dijî qeyûman banga têkoşînê kir. 
 
WAN
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman ji bo konvedana li Meydana Bajêr a Wanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê civiyan. Parlamenter û hevşaredarên Wanê jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê girseyê li ber parkê çalakî li dar xist. 
 
Girseyê bênavber dirûşm berz kirin û nerazîbûn nîşanî qeyûman dan. Girseyek din ku xwest ji bo konvedana li Meydana Bajêr bimeşe li Cadeya Sixkê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di nav de girse li ser astengkirina polîsan li kolanan geriyan û bang li xelkê kirin ku nerazîbûn nîşanî qeyûman bide. 
 
Hevseroka DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî li Parka Mûsa Anter axivî û diyar kir ku divê demildest bi muxatabê pirsgirêka kurd re bê rûniştin û dest bi muzakreyan bê kirin û dawî li rejîma qeyûman bê anîn. Dîlekçî xwest ku her kes li ber qeyûman rabe û dengê xwe derxe. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiya Colemêrgê jî li navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Hevserokê DEM Partiya Bajêr Kadîr Şahîn daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew pêvajoyek ku li bendê bûn pirsgirêk bi diyalog û muzakerayan bê çareserkirin lê ber wan xefik hatibû danîn. Şahîn got ku ew ê qet serê xwe li ber rejîma qeyûman netewînin û bi paş ve gav neavêjin. Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê jî li dijî qeyûman li ber avahiya şaredariyê ya kevn daxuyanî da û qeyûman protesto kirin. Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê têkoşîn û berxwedana wan a li dijî darbeya qeyûman bênavber berdewam bike. 
 
ERZIROM
 
Rêxistina DEM Partiya Erziromê jî li navçeya Qerayaziyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman protesto kir. Hevserokê DEM Partiya Erziromê Bariş Kemaloglû daxuyanî xwend û anî ziman ku tayînkirina van qeyûman nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye û ev qeyûm di heman demê de li dijî îrade û mafê hilbijartinê yê gelê kurd e. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, xwest li Parka Botaş a navçeya Cizîrê konê çalakiyê vegire. Polîsan destûr nedan çalakiyê û girseyê ev biryar protesto kir. Hevşaredarên Cizîr û Silopiyayê, saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da û wiha got: “Ji aliyekî ve banga hilbijartinê dikin ji aliyê din ve jî destkeftiyên gelê kurd desteser dikin. Hûn dikarin qeyûman tayin bikin lê heta kurdek jî hebe ew têkoşîna azadiyê wê berdewam bike. Hûn dikarin hevalên me ji pêywirê dûr bixin lê hûn nikarin vîna me teslîm bigrin. Qeyûm xesp e. Yên ku li dijî vê yekê bedeng dimînin jî hevakarên wan in. Rojekê li ber hiqûqê wê hesaba vê yekê bidin. Berdela xwe çi dibe bila bibe heta dawiyê têkoşîna me wê berdewam bike.”
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê bi dirûşma “Qeyûm wê hesabê bide gel” meşiya û derbasî avahiya partiyê bûn. 
 
 
 

Sernavên din

15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir