NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên kêliya ku dewleta tirk li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê daran li kamyonan bar dike û ji herêmê derdixîne derketin holê.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gel êrişan, her wiha dewleta tirk li Herêma Kurdistanê qirkirineke mezin a daran jî dike. Li gorî dîmenên ji hêla Rojnewsê ve hatine weşandin; îro li devera Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Dihokê hatiye kişandin, tê dîtin ku artêşa tirk daristanên deverê talan dike û bi kamyonan alaya PDK’ê li ser in, derbasî bakurê Kurdistanê dike.
Li ser talana xwezayê heta niha hikûmeta demborî ya Herêmê û hikûmeta Iraqê tu helwestek nîşan nedane.