COLEMÊRG - Ciwanan li navçeya Geverê li dijî tayînkirina qeyûman seranserî şevê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Ciwanên navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê tevahiya şevê li kuçeyan çalakiyên protestoyê li dar xistin. Ciwanan li taxên Orman, Kişla û Esentepe li kuçeyan bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz kirin.
Ciwanan li taxan barîkat çêkirin û agir pêxistin. Polîsan êrişî çalakiyan kirin û ciwanan bi kevir û fişekên hewayî bersiv dan êrişan.