AGIRÎ - Welatiyên bajarê Agiriyê ku di wê baweriyê de ne tayînkirina qeyûman "dijminatiya li kurdan e" diyar kirin ku divê gel li dijî polîtîkaya qeyûman bibe yek.
Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman, li ber şaredariyan çalakî û nobet hatin destpêkirin. Bertekên li dijî tayinkirina qeyûman didomin. Agiriyan diyar kirin ku divê kurd li dijî polîtîkaya qeyûm bibin yek. Cevdet Kaya bi bîr xist ku şaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê hatine girtin û got: "Lê belê tayinkirina qeyûm a li îradeya gel, ne rast e. Bi qeyûman re îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Li meclisê li aliyekî têkildarî çareserkirina meseleya kurd gengeşe tên kirin, li aliyê din qeyûm tên tayinkirin. ev nayê qebûlkirin. Ev bêbextî û durûtî ye. AKP û MHP bi hev re tevdigerin û qeyûman tayin dikin. Wê tu kes van qeyûman qebûl neke."
Kahraman Ayhan diyar kir ku pergala qeyûman zilm e û wiha got: "Tayinkirina qeyûman ne ji bo xêra vî welatî ye. Li Mêrdînê cara sêyemîn e ku qeyûm tayîn dikin. Ger careke din hilbijartin çêbibin, wê dîsa ev şaredarî ji qeyûman bên stendin. Bahçelî axaftinek kir, lê dawiya wê nehat. Em dixwazin vê axaftinê temam bike û çi hewce be bike."
'DIVÊ GEL LI DIJÎ QEYÛMAN BIBE YEK'
Şakir Adman diyar kir ku dewlet bi sedan sal e kurdan eware dike, lê divê gelê kurd jî li hember vê polîtîkayê şiyar be û wiha got: "Heta ku gelê kurd nebe yek, ji vê rewşê rizgar nabe. Ji bo vê jî gelê kurd divê bibe yek. Ji bo wan pere lazim in, ji bo peydakirina pereyan jî divê diziyê bikin û ji ber vê qeyûman tayin dikin. Qeyûman tu tiştek neaniye, tişta heyî paş de dibin. Di dîn de jî cihê vî tiştî tune ye. Dibêjin 'Kurd û tirk bira ne.' Ev biratiyeke çawa ye. Divê gel li dijî qeyûman bibe yek."
'LI KU DERÊ KURD HEBE, LI WIR ZILM HEYE'
Yîgît Aslan diyar kir ku dewlet bûye dewleteke polîsan û got: "Erdogan tu carî nebûye dostê kurdan. Erdogan jî wekî Bahçelî dijminatiya kurdan dike. Divê kurd li dijî vê yekê bibin yek. Nayê qebûlkirin ku qeyûm tayinî şûna kesên ku min ew wekî îrade hilbijartiye. Şaredarê Esenyûrtê ji ber ku kurd bû, qeyûm hat tayinkirin. Ge rne kurd bûna wê qeyûm tayin nekirina. Li ku derê kurd hebe, li wir heqaretê lê dikin û li wir zilm û dijminatî heye."
Welatiyekî navê xwe negot jî destnîşan kir ku qeyûm xespkirina vînê ye û got ku ji dêvla desthilat qeyûman tayin dike bila rabe aboriyê baş bike.