Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe

  • jin
  • 14:05 9 Mijdar 2024
  • |

RIHA -  Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.” Her wiha jinan gotin ku ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin. 

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm di roja şeşemîn de berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin navçeyê û piştevaniya berxwedana xelkê Xelfetiyê dikin. Siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Jin li ber avahiya DEM Partiya Xelfetiyê li hev kom bûn û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û bênavber dirûşm berz kirin. 
 
Siyasetmedar Ayla Akat Atayê di çalakiyê de axivî û got: “Jin ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin li vir in. Heta îro me ji qeyûman re got na. Rêveberên vî welatî hê jî fam nekirine. We gotiye ‘zilm’. Em dibêjin ‘berxwedan jiyan e’. Hûn nikarin paradîgmaya me ya azadîxwaz û demokratîk di nav çar dîwaran de tengav bikin. Paradîmgaya me di nava gel de û li her derê ye.”
 
Ayla Akat Atayê diyar kir ku Xelfetî navçeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan bi îşkenceya tecrîdê ya hovane re rû bi rû ye. Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Ev xitimîna bi salan gelek tişt ji me girt. Bajarên me û ciwanên me ji me girt. Rê li ber çareseriyê girtin. Heke çareseriyek pêk were divê em ji cihê xelet dest pê nekin. Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de bi hezaran pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. Wê demê em çûn û hatin. Ocalan jî careke din diyar kir ku hêza wî ya çareseriyê heye.” 
 
Atayê anî ziman qeyûm ne rêya çareseriyê ne û got: “Ev gel ne gelê berê ye. Em êdî digihîjin roniyê. Dest ji xapandina gelê me û gelên Tirkiyeyê berdin. Ji bo çareseriyê bikevin nav hewldanan ne ji bo tayînkirina qeyûman. Em duh hebûn em ê îro jî hebin. Helbet wê qeyûm biçin.” 
 
'EV DER NAVÇEYA ÇARESERIYÊ YE'
 
Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrelê jî destnîşan kir ku qeyûm ne meşrû ne û got ku qeyûm desteserkirina vîna gel e. Demîrelê destnîşan kir ku Xelfetiyê navçe û cihê rûmetê ye û got: “Ev der warê birêz Abdullah Ocalan e. Ev der navçeya çareseriyê ye. Bi salane em dibêjin tecrîd heye lê we înkar kir. Niha jî we qebûl kir. Navnîşan pirr eşkere û diyar e. Çareserî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Qeyûm ne çareserî ne. Çareserî li cem birêz Ocalan e.” 
 
'EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku qeyûm dijminê jinan û xebatên jinan e û got ku bi qeyûm xeta wan hevserokatiyê dixin hedefa xwe û ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin. 
 
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya jinan darbe ye û got: “Sed car jî qeyûm tayîn bikin hûn ê dîsa têk biçin û em ê têk bibin. Hûn nikarin hêz û qeweta me têk bibin.” 
 
Piştî axaftinan jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 

Sernavên din

13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN