Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin

  • rojane
  • 15:08 9 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Li Wanê TJA’yê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û got: "Em azadiya jinê di têkbirina tecrîdê de dibînin. Li dijî tecrîdê em ê di 25’ê Mijdarê de her kolan û taxên Wanê veguherînin qada çalakiyê. Em ê bi têkbirina tecrîdê azad bibin."  

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma “Li dijî tundiya dewleta mêr Jin jiyan azadî” starta çalakiyan da. Gelek aktîvîstên TJA'yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pêşmalkên binefşî ya li ser "Jin, jiyan, azadî" hatibû nivîsandin li xwekirin û pankarta "Em ji bo jiyanek hevpar û wekhev bi biryardar in em li dijî tûndiya mêr-dewletê serî hildidin, li kêleka hev in" vekirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Metna kurdî ji hêla Dîlan Yildiz û ya bi tirkî jî ji hêla Meryema Aslan ve hat xendin.   
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya (şideta) li Ser Jinê ya Navneteweyî, pêşwazî dikin.   Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bê guman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û zarokan dike.  
 
VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ 
  
Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, neteweperest û olî de qirkirina jinan didomîne. Di dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê de jin û zarok tên qetilkirin, dema ku jin li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin, ber xwe didin, gelek jinên weke Pexşan Ezîzî û xwendekarên keç ên Zanîngeha Lêkolînên Zanistî ya Tehranê ji aliyê rejîma mola ve tên revandin, rastî îşkenceyê tên, dîl tên girtin û bi îdamê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li dijî rejîma molayê heta mirinê şer dikin sedema têkoşîna me ne. Bi hezaran jinên Êzidî yên ku bi salan e di bin zilm û zordariya DAIŞ’ê de dîl hatine girtin sedema têkoşîna me ne. Li Tirkiyeyê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema serdest a mêr a ku bi armanca sazûmankirinê, bi argumanên cuda li her derê xwe rêxistin dike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi rêya ajantiya bandorê hewl dide mûxalefeta civakî bêdeng bike, bi binçavkirin û girtinê hewl dide ku pêşî li jinên ku têdikoşin bigre,  bi vî awayî faîlan bê ceza dihêle û ev yek cesaretê dide faîlan. Faîlên ku dosyeyên wan ên sûc hene tên berdan. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşkirina mafê nefeqeyê çend ji van in.  
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ÎDEOLOJÎK E 
 
Ev desthilatdariya ku di dema qetilkirina jinan de jî dest ji kodên xwe yên netewperestiyê bernade, berpirsyarê qetilkirina Fatma Altinmakas e. Wê dixwest  ku  îfadeya xwe bi zimanê dayikê bide lê hat astengkirin. Pergale li Colemêrgê çeteya fuhûşê ya ku pişta xwa dabû polêsan, mudaxeleyî nekir; çapemeniya azad ku vê buyerê dişopand û malbata mexdûr tehdît kir. Ji Gulîstan Doku ya ku li Dersimê hat windakirin hê jî ti agahî nayê girtin.  Cenazeyê Rojîn a ku li Wanê bi awayeke bi gumana winda bû, piştî çend rojan hat dîtin û hê jî sedama kuştina wê nayê zanîn. Dema li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl di nava nîv saetê de hatin qetilkirin, hêzên ewlehiyê ji ciyên xwe  tevnegeriyan lê dema jin derketin kolanan, ji bo avakirina barîkatan seferber bûn. Dema ku gotina “Qatilan asteng bikin, ne jinan” li hemû welat belav dibe, polîtîkaya hikûmetê astengkirina jinên têkoşer e.  
Em jin dizanin ku şîdeta li ser jinê hem îdeolojîk û hem jî polîtîk e. Em ê li dijî hemû polîtîkayên we yên zayendperest ên ku li ser dijminatiyê jinê pêk tên têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyana azad a bê şîdet, îstîsmar û kedxwariyê li qadan bin.   
 
HÊZA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE 
 
Li Rojhilata Navîn a ku îro bûye navenda şeran, ji bo hemû jin û gelan yekane çareserî avakirina modernîteya demokratîk e. Îro hêza çareseriyê di girtîgeha girava Îmraliyê de, di bin tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê dest pê kir li hemû hucreyên civakê belav bûye. Em jin, azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de, ji bo şikandina tecrîdê, em ê her kolan û her taxê bikin qada çalakiyê.  
 
EM Ê HEVALÊN XWE ZINDANAN AZAD BIKIN 
 
 Li Kurdistanê li dijî berxwedana ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe diparêze, li dijî jiyana ku li ser bingeha politik û ehlaqî hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet tên ceribandin. Desthilatdariya ku ditirse jin di qada siyasî de bi ser bikevin, di jiyanê de bibin xwedî îrade û li dijî hemû pêkhateyên hiyerarşîk têbikoşin, dixwaze bi rêya zext û zordariyê pêşî li aktorên têkoşînê bigire. Li aliyê din jî ji bo ku civakê bê refleks bihêlin, dixwazin ku bi tiryak, fuhûş, sîxurî û bêkariyê civakê bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet bûye çeka sereke ya desthilatdariya ku bi krîzên pir alî re rû bi rû ye û hewl dide civakê dorpêç bike.  Êrîşên li Kurdistanê bi plansazî û sistematik in. Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de dixwazin erdnîgariya Kurdan qir bikin. Em ê hem li dijî şer hem jî li dijî şerê psikolojik ê taybet bi mezinkirina berxwedanê, xwe bi rêxistin bikin. Em ê hemû hevalên xwe yên berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.    
 
DENG Û HÊZA ME DESTHILATDARIYÊ TIRSANDIYE 
 
Tecrûbeya têkoşînê ya tevgera jina azad bi polîtîkaya rêveberiyên herêmî veguherî rewşeke civakî û ji bo jinan bû hêvî. Jin bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bûn hêza biryarê, bi polîtîkayên hatine avakirin bûn hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Midûriyetên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatîf, navendên hevgirtinê yên jinan, rêwîtiya bêpere, kreş, û parkên jinan tenê hinek ji polîtîkayên tên meşandin in. Polîtîkayên jinan ên ku di jiyanê de zêdetir cih ji jinan re vekir û jin kir deng û hêza îradeyê, desthilatdariyê tirsand.  
 
EM RÊ NADIN QEYÛMAN 
 
Li Colemerg, Mêrdîn, Êlih û Halfeti’ya Kurdistanê û li Esenyûrta Tirkiyeyê hate desteserkirin, ev yek dijminatiya li dijî gelê Kurd û jinê ye. Li dijî polîtîkaya qeyûmê ya ku bi salan e tê dubarekirin, jinan di her hilbijartinê de li ser sindoqan bi ragihandina îradeya xwe bersiv dan desthilatdariyê.  Em ê bi berxwedanê tiştên ku we ji me standin, paşve bigirin, em ê di 25'ê Mijdarê de li her kolanê û li her qadê qala qeyûman bikin û em rê nadin qeyûman.     
 
KUŞTINA ŞÎRÎN, SILA Û NARÎN 
 
Li vê erdnîgariya ku em her roj bi qetlîamên jinan şiyar dibin, dest dirêjê  zarokan dikin, ji bo rant û berjewendiyan zarokan tên revandin û kuştin. Narîn a demeke dirêje termê wê li Amedê nehat dîtin çima hat qetilkirin, malbat çima demeke dirêj hate parastin û li pişt perdeyê çi qewimî, ev pirs, pirsên ku hê jî hewceyî bersivê ne. Em ê hesabê vê qetlîama ku di navbeyna malbat-dewlet-kontrayê de hatiye nixumandin bipirsin. li Stenbolê di bin navê çeteya Yenîdogan de bûn sedema mirina bi dehan zarokan, di çala ku mirovahî tê de bi dawî dibe de radiwestin. Kuştina Şirin, Sila û Narînan mînakên çanda şîdetê ne ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin û sînoran nas nake. Ji bo me jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin şîara "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" girîng e. Em zarokan teslîmî rant û zîhniyeta we ya qirêj nakin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dengekî xurtir biqîrin ku em ê ji bo zarokan pêşerojeke azad ava bikin.   
 
25’Ê MIJDARÊ ROJA TIFAQÊ YE 
 
25'ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî şîdetê ye; di heman deme de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e. Bi hezaran sal in ku em bêdeng namînin, îro jî em bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe, bi cudahî û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê gur bikin.  
 
Di 25’ê Mijdarê de wê agirê dilê me bi ruhê Jin Jiyan Azadî geş bibe û serhildana me biherike kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hevra  meşaleya azadiyê pêxin û em azad bibin."
 

Sernavên din

30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin